'Gelo xespkirina maf, ked û darên gelê Efrînê helal e?'

Parlamentera Partiya DEM'ê ya Wanê Gulderen Varli, li dijî bêberhembûna çinîna zeytûnê ya Li Tirkiyeyê balkişand li ser 'rekorê'û ji Wezîrê Bazirganiyê re wiha pirsî, "Gelo xespkirina maf, ked û darên gelê Efrînê helal e?"

Enqere - Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM), di Lijneya Giştî ya Meclîsê de di hevdîtinên bûdceya Navendî ya sala 2024’an a saziyên girêdayî Wezareta Bazirganiyê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê de mafê axaftinê girtin.

Navê din a ku di lijneya giştî de axivî jî Parlamentera Partiya DEM'ê ya Wanê Gulderen Varli bû. Gulderen Varli, diyar kir li welatekî ku maf û azadî di bin zextan de ye û demokrasî tê paşguhkirin, bazirganî jî dê pêşnekeve û di axaftina xwe de ewil bal kişand li ser tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn. Gulderen Varli, da zanîn li dijî pêkanîna tecrîdê girtiyên li girtîgehan 19 roj in di greva birçîbûnê de ne û her wiha dayikên li Wan, Amed, Mêrsîn, Stenbol û Edeneyê nobeta edaletê didomînin jî silav kir.

'Li aliyekî sermayedar li aliyê din jî kesên mûçeya asgarî’

Gulderen Varli, diyar kir ku li Tirkiyeyê hem di warê siyasetê û hem jî di warê aborî de yekdestdariyeke pir muazem heye û wiha got: “Aboriya Tirkiyeyê aboriyeke yekdestdar e. Li aliyekî sermayedar li aliyê din jî kesên mûçeya asgarî heye.”

'Gelo tiştên ji Efrînê tên anîn helal in?'

Gulderen Varli, diyar kir ku "Saziya Helal" a girêdayî Saziya Rekavet heye û di axaftina xwe de bi mînakên balkêş bal kişand ser xebatên saziyê.

“Vê saziyê bi îdiaya ku dê ji saziyên xwecihî û biyanî re bi dayîna ‘sertifikayên helal’ ji welat re dahateke mezin bîne dest bi xebatên xwe kir. Em meraq dikin ka helal çi ye û heram çi ye? Li gorî kî helal e, li gorî kî heram e? Ev ne pîvanên objektîf in. Berhemên ku hatine xespkirin û ji mafên kesên din hatine girtin, ne helal in. Em hemû vê yekê dizanin. Em ji wezîr û saziya ku berhemên helal dihilberînin û li ser helaliyê xwe ava dike dipirsin: 'We zeytûn û rûnê zeytûnên ku ji Efrînê anîn an jî darên ku ji kokê hatin rakirin û hatin paketkirin çi kir?' Gelo xespkirina a maf, ked û darên gelê Efrînê helal e? Binêrin, talana ku bi ser Efrînê tê kirin di rojeva welatên din de jî ye. Di Parlamentoya Îsviçrê de hat nîqaşkirin ku Tirkiye zeytûnên ku ji Efrînê tên standin û dişixulinê û difiroşe welatên Yekîtiya Ewropayê. Wezîrê hêja, gelo ev tîcareta tê kirin berhemek helal û bazirganiya helal e, bersivek we heye?”

'Saziya Helal çawa ji vê budçeyê re dibêje helal?'

Gulderen Varli, pirsa di hilberîna zeytûnan de çawa rekor hat şikandin jî kir û wiha axivî: “Li aliyê din Wezareta Bazirganiyê; ragihand ku di navbera Mijdara 2022-Tîrmeha 2023’an de îxracata zeytûnê ya Tirkiyeyê li gorî heman heyama par ji sedî 240 zêde bûye û derketiye 136 hezar û 500 ton. Îspanya, Yewnanîstan, Portekîz û Tûnisê ku ji ber germa zêde û hişkesaliya ji ber guherîna avhewayê di hilberîna rûnê zeytûnê de ketin jiyan dike; li Tirkiyeyê berovajî vê yekê hilberîna rûnê zeytûnê du qat zêde bû û îxracat bi zêdebûna ji sedî 240 rekorek şikand. Ez dixwazim li vir bipirsim, tevî ku di zeytûnê de salek 'tune' bû, ev rekor çawa çebû? Efrîna ku zêdeyî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, çiqasî têkarî ji vê rekorê rûnê zeytûnê re kir? “Saziya Helal, tevî ewqas îsraf, gendelî, iftîra, îşkence û daneyên TÛÎK’ê yên bi guman, ji vê bûdçeyê re çawa dibêje helal?”

'Ma dema hûn van tiştan dikin, dibe helal e?'

Gulderen Varli, di dawiya axaftina xwe de wiha got:

“Helaliya rêveberiyeke heram a ku mafê jiyanê, mafê raman û rizqê yê mirovan ku herî helal û pîroz e, hewl dide nirxên wan tine bike û mafên wan ên helal paşguh bike, ji me re nabe helal. Helaliya vê rêveberiya ku di serî de zimanê min a dayikê asteng dike, cenazeyên Kurdan di qutî û kargoyan de dişîne û canê ku Xwedê dide li erdê kaş dike, ji me re helal nabe. Gelo xespkirina qeyûman, xespkirina îrade, çavdanîna heqê gel, faîzên zêde dibin ne heram e? Ka faîz heram bû? Hûn vê yekê digot? Gelo dema hûn bi nexweşiya heqbûnê ku hûn tûjî bûne, van tiştan dikin dibe helal? Fealiyetên bazirganî yên hikûmetê, dema erdnîgariya Kurdistanê dibe mijara gotinê, an nabe diravdanî an jî bi gotina pirsgirêka ewlehiyê heye, yan fînanse nabe yan jî razemenî nayê kirin.”