Foza Yûsif: Pêwist e Konfederasyona Jinan a Cîhanî were avakirin

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif êrîşen ku pergala mêr-dewletê di asta gerdûnî de li dijî jinan pêş xist û li hemberî vê têkoşîna jinan a sala 2022’yan nirxand, bal kişand li ser pêwistiya avakirina Konfederasyona Jinan a Cîhanî.

BÊRÎTAN ZINAR

Qamişlo – Sala 2022’an bi qasî êrişên pergala mêr dewletê yên ku di asta gerdûnî de li dijî jinan û destkeftiyên jinan pêk hatin, jin di nav têkoşîn û berxwedanekê bê hempa de bûn. Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê gûrbûna şerê cîhanê yê sêyemîn ku herî zêde bandorê li jinan kir, geşedanên ku bi şerê cîhanê yê sêyemîn re li heremê rû dan, li hemberî êrişên ku di asta gerdûnî de li seranserî cîhanê li dijî jinan bipêş ket, her wiha li hemberî van êrişan têkoşîn û berxwedana jinan a sala 2022’an de bersiva pirsên ajansa me da.

Foza Yûsif bal kişand li ser rêxistina dijî jinan a DAIŞ’ê û got agahî hene ku di êrişekê muhtemel a dewleta Tirk ku li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, DAIŞ jî bi planeke hevbeş êriş bike.

*Sala 2022’yan bû salekî ku şerê cîhanê yê sêyemîn gûr bû. Ev rewş gelên heremê û jinan çawa bandor kir?

Bi êrişa li ser Ukraynayê pêk hat re, ev şerê cîhanê yê sêyemîn ket pêvajoyekê nû. Bê guman navenda vê şerê Rojhilata Navîn û herema me ye. Ji ber ku ev hêzên îro li Ukrayna şer dikin di heman demê de li herema me jî di nav pevçûnekê de ne. Îro tiştên ku li wir diqewime him encama rewşa vê derê ye, him jî rewşa wir li ser vê derê bandorê dike. Ango hemu bi hev ve girêdayî ne. Ev şer di navbera hêzên hegemonîk, hêzên modernîteya kapîtalîst de ye. Ji bo serweriya xwe li ser cîhanê û heremên me zêde bikin, di nav şerekî de ne. Ji bo enerjiya heremê, gelê heremê, rewşa siyasî ya vê derê xistina bin serweriya xwe de ev hêz di nav pevçûnekê mezin de ne. Hêzên li hemberî hev şer dikin hemu jî hêzên hegemonîk in, hêzên dijberî gelan e, dijberî demokrasî û azadiyê ne. Lewra jî ev şer xizmeta hêzên demokratîk û azadîxwaz nakin. Hedefa vê şerê ku azadiyê û demokrasiyê pêk bîne, nîne. Lewra jî fatûra vê şerê herî zêde jin, gelên bindest, gelên heremê jê bandor dibin. Binêrin, di nav vê salê de bi milyonan însan dan koçberkirin, bi birçîbûnê re rû bi rû man. Bi milyonan însan bi zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû man, hatin qetilkirin, di rêkan de hatin kuştin û wendakirin. Yanî karesatek mirovahiyê çêbû. Hê jî ev karesat berdewam dike.

‘Di sala 2022’yan de faşizm û bi vî re giredayi zayendparêzî bilind bû’

Li tevahî herema me aloziyek pir mezin heye. Îro rewşa ku Sûriyeyê di nav de ye, rewşa Lubnan, Îran, Tirkiye û her wiha tevahî heremên me di nav agirekî de ye. Dû alî hene ku xwe li ser vê yekê didin jiyankirin. Aliyek hêzên hegemonîk ên cîhanî, aliyek jî hikûmet û rejîmên paşverû yên heremê jiyan dikin. Yên ku li ser Netew-Dewletê roj bi roj xwîna gelan dimijin, li ser şer xwe didin jiyankirin, desthilata xwe li ser kuştinê didin rûniştandin. Ev jî dihêle ku roj bi roj rewş hê bêhtir ber bi xirabiyê ve biçe. Mirov dikare bêje ku aloziya îro di heremê de heye, ji ber dijbertiyekê pir birêxistinkirî, opozîsyonekê pir demokratîk ya ku heremê digre nava xwe hê bipêş neketiye; mixabin ev dihêle ku bi qasî rejîmên ku netew-dewletê diparêzin heman demê hêzên hegemonîk ên cîhanî bibin weke aş û gelê heremê bihêrin. Ji bo jinan jî ev şer bandorekê mezin kir. Bi qasî ku şer, faşizm, desilatdarî bilind dibe ewqas zeyendparêzî jî bilind dibe.

‘Cihê ku faşîzm lê heye zayendparêzî lê gûr dibe’

Meriv dikare bêje ku rastiya dewletê, rastiya hêzên hegemon û zayendparezî wekî sêgoşe ya permûda hevdû xurt dikin. Ev jî jin dixe nav koletî, zordarî û xerabiyek mezin. Meriv vêya jî dibîne di encamê şerê 2022’an de gelek kuştin, destdirêjî li ser jinan hate pêşxistin û hinek qanûnên ku derbarê jinan de berê hatibûn girtin ji holê hate rakirin. Li hîn welatan hîn destkeftiyên ku jin bi têkoşîna xwe bidest xistibûn, hatin desteserkirin. Bi giştî li hemberî jinan kiryarên gelek xirab hatin pêşxistin. Sala 2022’yan de tundutujî li hemberî jinan pir bipêş ket. Sîstema cîhanî esas sîstemeke xwedî karektereke baviksalarî û zordariyê ye. Bi qasî ku şer bilind dibe ewqas li ser jinê zordarî bilind dibe ev di nav malbatê jî, li derve jî, di nav saziyên dewletê û di warê yasayî de jî xwe nîşan dide. Yanî cîhê ku faşizm, şer û tundî lê hebe mirov nikare bibêje li vir zayendparezî lewaz dibe. Bi rengekî paralel bi hewdu re pêşdikeve ji bo vê jî ev şer li dijî jin, gel û bindesta ye. Tu ji kîjan aliyê ve meyze biki zirarek mezin ji bo mirovahiyê ye, şerekî dûrî exlaq e, tu armanc û xizmeta wî ji bo azadî û  demokrasiyê nine.

*Li hemberî vê hûn têkoşîn û rêxistinbûna jinan a sala 2022’yan çawa dinirxînin? Şerê cîhanê yê sêyemîn şerekî gerdûnî ye, li hemberî vê têkoşîna jinan çiqas gerdûnî bû?

Wekî rêxistinên jinan bê guman xebatên hevbeş tên kirin, tekoşîn tê meşandin. Meriv dikare bêje di sala 2022’yan de jî ev yek pêk hat. Lê belê em wek tevgerên jinan pêwîst e careke din stratejî û tekoşîna   xwe li ber çavan derbas bikin. Ji ber ku îro di şexsê jinan de li hemberî mirovahiyê şerek tê meşandin yan jî ew hêzên hegemon li hemberî mirovahî şerek pir mezin dide meşandin ev bandorê li jinan jî dike. Li hemberî wan hêzên hegemon ên blokan çêdike, tifaqan ava dikin û dixwazin bi van hêzên ku bi hev re hevpêymanan çêkirine êrişek nû li ser mirovahiyê pêk bînin, pêwist e em jî weke rêxistinên jinan rêxistinên pir bihêz ava bikin. Li hemberî van hêzên gerdûnî pêwist e em jî rêxistinên gerdûnî ava bikin. Pêwiste rêxistinên gerdûnî yên xwedî stratejiyên mezin û gerdûnî bên pêşxistin.

‘Hewldan hene lê lawaz in’

Lê bi rastî di vê aliyê de ez nabêjim hewldan nîne, lê ev rastiya heyî bi awayekê xurt pêşwazî nake, lawaz e. Civîna jinan li Tunisê, Berlînê çêbûn û ev gavên girîng bûn. Wekê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistan jî di van cîvînan de rolek pêşeng leyîst. Bêguman ji bo azadî û tekoşîna jin ev gavên bi wate ne, lê belê têrê dike ku wan erîşên li ser jinan tê kirin bişkinin? Her wiha têr dike ku em vê şerê cîhanî ya tê meşandin bandora wî ya li ser jinan tune bikin? Têr nake. Ev heqîqet in. Divê rêxistina jinan hê bihêztir bibin. Divê hê xurttir bibin û di asta gerdûnî de hê baştir xwe birêxistin bike. Rêxistinên jinan li tevahî cîhanê divê di vê rastiyê de xwe îqna bike û di vê derbarê de gavên pratîkî bavêje. Tu tevgerê jinan bi tena xwe nikare bandorê lê bike ku ev hêzên cîhanî bi temamî ji holê rabe. Pêwist e bi rêxistinên jinan ên cîhanê re bibe yek û bi vê awayê encax bikaribe ev pêla tundrewî û zayendparêziyê ya ku bi şer bilind dibe û pêş dikeve, bişkîne.

 ‘Divê perspektîf û têkoşîneke hevbeş a jinan hebe’

Bi rastî jî li hemberî van blokên desthilatdariya mêr, pêwîst e em jî konfederasyona jin a cîhanî pêş bixin, yanî divê perspektîfên me yê wiha hebe. Ger em konfererasyonekî jinan a cîhanî pêş nexin û organîzasyonek jinan pêş nexînin, çalakiyên gerdûnî pêş nexînin, tevahî jinan di perspektîfeke hevbeş tekoşîn nekin û li hemberî vê şerê tê meşandin em hemu ne xwedan hişmendî û nêrînek hevbeş bin em nikarin bi awayekê xurt li hemberî vê şerê cîhanê, şerê desthilatdariya mêr bibin xwedî bersiv. Lewra jî perspektîfekê cîhanî û gerdûnî ji me re pêwist e û heman demê de konfederasyonekê jinan a cîhanî pêwist e ku em bi hev re bi heman helwest, heman çalakî û heman têkoşînê pêş bixînin.   

*Sala 2022’yan bi giştî li hemberî jin û gelên Kurdistanê jî bû salekê ku tundî û êrîş lê giran bû. Di van êrişan de hedefgirtina jinan û li hemberî vê berxwedana jinan a bipêş ket hûn çawa dinirxînin?

Sala 2022’yan ji bo tekoşîna azadiya jin jî saleke bi hêz bû. Jinan li gelek deveran serî hildan û helwestên xwe pêşxistin, em dikarin bêjin salek gelek tijî derbas bû. Di dawiya 2022’yan jî serhildanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir. Em dikarin bêjin sala 2022’yan em bi serhildana jinan a li Îran û Rojhilat digrin. Ev gelekî girîng in, gavên dîrokî tên avêtin û tekoşînek dîrokî tê meşandin. Weke tevgera azadiya jinên Kurd jî me pêşengiya vê kir. Ger îro em behsa ronesansa jinan dikin, ev bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat. Lewra jî îro di serî de jinên Kurd, hemu jinên azadîxwaz tên hedefgirtin. Ji ber ku pergala desthilatdariya mêr di nav tirsekî mezin de ye. Pergala desthilatdariya mêr ji jinên xwedî hişmendiya azad, çalak, jinên ku xwe ji koletiyê rizgar kirine, jinên xwedan lêger in gelek ditirse. Lewra jî ji bo li hemberî vê pêşketinê çember dêyne, ji bo hêviya azadiyê lawaz bike û bişkîne, ji bo di nav jinan de tirsê ava bike, cesareta jinan bişkîne û carek din jinan vegerîne ew jiyana bindestî û koletiyê serî li gelek rêbazan dide.

‘Dewleta Tirk di asta herî jor de faşîzma mêr temsîl dike’

Di sala 2022’yan de wehşetek mezin li dijî jinan hat meşandin. Meriv dikare bêje polîtîkayek qirkirinê heye li dijî jinan, êrişek gelek mezin tê kirin û gelek jin hatin hedef girtin. Jinên pêşeng, ên ku ji bo jinan û civakê hêvî ne hatin hedef girtin. Di serî de mirov dikare bêje dewleta Tirk di roja me ya îro de asta herî bilind a faşîzma mêr temsîl dike, di asta herî bilind de zayendparêziya mêr û dijminatiya jinan  temsîl dike. Lewra jî pergala desthilatdar îro di şexsê dewleta Tirk de şerekî pir qirêj li dijî jinan îlan kiriye û bipêş dixe. Jiyan Tolhildan, Zeynep Saroxan, Nagîhan Akarsel, Sosin Bîrhat û her wiha gelek jinên di sala 2022’an de şehîd bûn, bi destê dewleta Tirk hatin hatin hedefgirtin. Ev nîşan dide ku asta têkoşîna jinan gelek bilind bûye û bandorek gelek mezin kiriye. Lewra jî hêza desthilatdariya mêr ewqas êrişên dijwar dimeşîne.

‘2022 sala têkoşîna jinan bû’

Ber bi dawiya salê ve Jîna Emînî jî hat hedefgirtin û weke helwest li hemberî vê serhildanên pir mezin li Îranê rabû. Heya niha jî ev serhildan didomin. Ev îşaret in ku di nav jinan de hişmendî û hişyariyek gelek mezin çêbuye. Zanistek gelek mezin a azadiyê çêbuye. Ev hêzên desthilatdar ji bo vê zanistê û hişmendiyê bifetisînin, dixwazin bi kuştinê pêşiya vê bigrin. Lê belê em dibînin ku jin edî ji bedel dayîna ji bo azadiyê û berxwedanê ditirsin. 2022’yan de derket holê ku jinan kuştin, îdam, îşkence dane ber çavên xwe. Lê ne tirsê nas dikin, ne faşîzmê nas dikin û tu tiştek li pêşiya wan nabe asteng. Ev dide diyarkirin ku şoreşa jin, zanista jin a azadiyê gihiştiye astekî ku deshilatdariya mêr nikarin pêşiya wê bigrin. Yanî 2022’yan de jinan veya gotin, “Hûn me bi girtin, îşkencê û darvekirinê nikarin bitirsinin.” Jinan di sala 2022’yan de carek din biryardariya xwe ya ji bo azadiyê nîşan dan. Sala 2022’yan sala jin û tekoşîna jinan bû.

*3 meh zêdetir e ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gel bi pêşengiya jinan di raperînê de ye. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çavkaniya xwe çi girt-digre û çi encaman ava dike?

Em dikarin bibêjin ku li Kurdîstanê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber Apo bipêş xist. Rêber Apo di perspektif û fikrê xwe de li ser van her sê têgeha gelek disekine. Rebêr Apo wiha dibêjê, “Heta ku mêr bi jinê re nekeve nav aşîtiyê, nikare bi jiyanê re jî têkeve nav aşîtiyê.” Ji bo vê jî navenda jiyanê jin e, jin jiyanê diafirinîne, jiyan bê jin nabe, jin jî bê azadî nabe. Her wiha bi jinê re jiyan çêdibe û jin jî bê azadî nabe. Bi rastî jî di nav her sê têgehan de diyalektîkek heye. Rêber Apo jin kir navenda jiyanê û got ku ger jin ne azad be jiyan jî kole ye, ger jin ne di ronahiyê de be jiyan jî di taritiyê de ye. Ev şiyar cara yekem li Bakurê Kurdîstanê ji aliyê tevgera jin ve li Amedê di pîrozbahiya 8’ê Adarê de bi avayekî girseyî hate berzkirin. Piştre jî li Rojavayê Kurdîstanê, aniha jî li Rojhilatê Kurdîstanê û li Îran’ê bi pêşengtiya jinan tê berzkirin.

‘Şoreşa Jin a pêl bi pêl bilind dibe tecrîdê vala derdixe’

Di encamê de ez dixwazim vêya bibêjim, hêzên deshilatdar xwestin bi girtina Rêber Apo şoreşa jin bifetisînin û xwestin perspektîfên azadiyê ya Rêber Apo tûne bikin. Ji bo ku perspektîfên azad yê Rêber Apo belav nebe sîstema tecrîtê girantir kirin. Lê belê  Şoreşa Jin a li Rojavayê Kurdistanê, serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, pêşketinên jinan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê, şoreşa jin a ku roj bi roj bilindtir dibe diyar dike ku ne sîstema îşkence ya Îmraliyê, ne komplo ne jî tecrit nikarî bandora Rêber Apo li ser jin û mirovahiyê tûnê bike. Îro Rêber Apo li her derê ye. Hêzên hegemon xwestin Rêber Apo di zindanê de bêdeng bikin, lê belê îro Rêber Apo di mejiyê tevahî jinan de ye. Rêber Apo di her mirovekî azadîxwaz û demokratîk de vejîneke nû çedike. Yanî fikir û perspektîfên Rêber Apo îro ji bo jinan û bindestan bûye manifesto. Ji bo vê jî ev hêzên hegemon bi tecrîtkirina Rêber Apo nikarin serbikevin. Serhildanên jinan ya 2022’yan vêya îspat kir. Rêber Apo li ser vê axê jiyan û perspektîfek nû afirand û ev berhemê wî îro li her derê belav dibe. Fikreke ewqas bi hêz e ku kes nikare pêşiya vê bigire. Bi tank û topên xwe bi çekên xwe yên kîmyewî, bi darvekirinan, bi hemu rengên êrişê nikarin pêşiya vê fikrê bigrin. Ev fikir roj bi roj weke agir li her derê belav dibe, jin xwe pê germ dikin, gelên bindest xwe pê germ dikin û dijmin jî bi vê fikre roj bi roj difetise. Em dikarin rastiya 2022’yan di ew serhildanên ku pêşketin de eşkere bibînin.

*Dewleta Tirk li çar aliyê Kurdistanê êrişî destkeftiyên Kurdan û jinan dike. Weke jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hûn van hemû êrişan û berxwedana li dijî van êrişan çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk li ser xwînê, li ser şer dixwaze desthilata xwe bide rûniştandin. Di dîroka wan de jî ev yek heye, xwe li ser dagirkeriyê didin jiyankirin. Îro ev tifaqa AKP’ê û MHP’ê dîsa dixwaze li ser dagirkerî û xwîn rijandinê desthilata xwe bidomîne. Lewra jî qirkirina ku îro li ser gelê Kurd dimeşînin ne tiştekî demkî ye, ev stratejiya wan e ku xwe li ser didin rûniştandin. Dixwazin li ser tunebûna Kurdan hebûna xwe çêbikin, li ser koletiya jin dixwazin deshilatdariya xwe ava bikin.

Deshilatdariya AKP’ê û MHP’ê roja ku bi hev re tîfaq kirine, li hemberî gelê Kurd şerekî îlan kirine. Ev şer ne tenê li hemberî tevgera azadiyê, ne tenê li hemberî gerîla, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê; li hemberî gelê me yê Başur jî, Rojhilat jî li hemberî hebûna hemû Kurdan e. Aniha dibînin ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê li hemberî polîtîkayên îmha, qirkirin û înkarê gelê Kurd bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe bi gelên heremê re di nav aramî de dijîn, sîstemeke demokratîk li vir tê runiştandin, hevpeymenek tê avakirin. Ji ber vê dewleta Tirk a dagirker ev pergalê ji xwe re xeterî dibîne û naxwaze pêş bikeve. Em aniha di nav xelasbûna sedsala Lozanê de ne û pêşwaziya wê dikin. Ev peyman li dijî nasnameya gel hate pêş xistin û ev sed sal e em hatin înkarkirin. Aniha Kurd dixwazin vê peymanê parçe bikin, bêbandor bikin û ji holê rakin. Dixwazin di vê sedsalê de ji nû ve bibin xwedî maf. Hêzên deshilatdar taybetî jî Dewleta Tirk dixwazin vê rewşa heyî biparêzin yanî netew dewletên ku Kurdîstanê dagir kirine dixwazin bê nasnamebûnê berdevam bikin û her wiha ji bo gelên heremê jî naxwazin Kurd, Asur, Ereb, Turkmen bi hev re di nav aramî de bijîn. Ji ber ku xwe li ser alozî û dagirkeriyê mezin dikin.

‘Ji bilî têkoşînê tu rê nîne’

Wek gelên heremê, Rêveberiya Xweser, jin  û partiyên siyasî li hemberî wan êrîşan pêwajoyekî berxwedanê hatiye despêkirin û em di vê biryarê de ne ku ev faşîzm ser nakeve. Serkeftina vê faşîzmê tê wateya ku em di nav qeyran û komkujiyê de bimînin. Ji bo vê jî wek gelên heremê me biryar daye ku bi yek deng û yek helwestî faşîzma dewleta dagirker têk bibin. Me çava DAIŞ’ê têk bir em ê faşîzma dewlata Tirk a dagirker jî bi îradeya hevbeş têk bibin û em vê jî dibînin ku ji xeynî vî tu çareserî nîne. Ji bilî berxwedanê, ji bilî tekoşînê tu rê nîne li pêşiya me, bi vê zanebûnê tevdigerin, bi vê zanebûnê xwe rêxistin dikin û amedekariya xwe dikin.

*Dewleta Tirk bi êrîşên hewayî yê 19’ê mijdarê destepêkir ewlekariya kampa Holê jî hedef girt. Tê zanîn ku li kampa Holê ji gelek welatên cihanê 65 hezar zêdetir malbatên DAIŞ’î dimîne. Bi vî êrîşê vê armanca dewleta Tirk çi ye, ev êriş ji bo jin û civakên cihanê xateriyek çawa ava dike?

Dewleta Tirk û DAIŞ rûyên heman madalyonê ne. Tu cudahî di navbera wan de nîne her du hevdu bihêz dikin. Dagirkeriya dewleta Tirk DAIŞ’ê bi hêz dike, DAIŞ jî dagirkeriya dewleta Tirk bihêz dike. Îro li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Celabrûs, Îdlib hemû deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye DAIŞ xwe ji nû ve li van deran birêxistin dike, xwe ava dike û îspatê van jî hene. Lewma jî dewleta Tirk dixwaze girtiyên DAIŞ’ê bide revandin. Çava ku di sala 2019’an de erîşî  girtîgeh û kampa Eyn Îsa kir û hişt ku bi hezaran DAIŞ’î û malbatên van birevin, aniha jî bi heman şêwazê dixwaze DAIŞ’iyên girtî û malbata wan bidin revandin. Bi vî re jî dixwaze van DAIŞ’iyan  dîsa têxe bin kontrola xwe û bi destê wan  li hemberî heremê û cîhanê şerekî nû bide kirin.

‘Agahî heye ku dewleta Tirk û DAIŞ di heman wextê de êrîş bikin’

Lewma jî ev erîşên ku tên kirin xizmeta DAIŞ’ê dike û em agahî jî digirin ku eger devleta Tirk êrîş bike wê DAIŞ jî êrîş bike. Plansaziyek DAIŞ’ê bi vê rengê heye, ango paralel erîşekê pêş bixînin î di vî warî de planeke gelek xeter heye. Niha hêzên koalîsyon û navnetewî xwe wek dijberiya DAIŞ’ didin nîşandan, lê heta niha ji bo berjewendî û polîtikayên xwe çavên xwe ji navênda DAIŞ’ê ya dewleta Tirk re digirin. Lê bele heta ku faşîzma AKP’ê û MHP’ê li ser piyan be wê DAIŞ tune nebe. Ji ber ku bi awayekî pir zelal DAIŞ rêxistin dikin, wan bi çek dikin, plan jê re çêdikin, stratejiya wî diyar dikin û wekî hêzeke di destê xwe de digirin ji bo li kuderê bixwazin bi nav û nasnema DAIŞ’ê armanca xwe pêk bînin. Navenda DAIŞ û mejiyê wê li Tirkêyê ye lazim e herkes wê qebûl bike û li xwe mukir were û heta ew mejî belav nebe wê kiryarên DAIŞ’ê li her derê belav bibe. Ev lêdana kampa Holê li xwe mukir hatina dewleta Tirk bû ku çiqasî piştgirî didin wan, lê disa cîhan rola sê meymuna dileyîze. Her tişt li ber çava ye. Serokê DAIŞ’ê li îdlib’ê hate kuştin, îdlib di bin kontrala kî de yê? Alîkarê wî dîsa li wir hate kuştin emirên DAIŞ’ê li Celabrus, Serêkaniyê û hwd qadên Suriyeyê ku di bin dagirkeriya Tirk de ne tên kuştin yanî ewqas eşkere ye. Ji vê zêdetir wê hîn çi bibe? Wan deran bûne hêlîna DAIŞ’ê. Edî pêwîst e hêzên koalîsyonê vêya bibîne û li xwe mukir were û li gorî vê biryarê bide. Lê durûtiyek mezin heye.

*Li hemberî êrişên muhtemel ê pêk were dê helwesta we çawa be?

Ji bo sîstema civakî û azadiya jin me gavên gelek girîng û şoreşgerî avêtin. Vê sîstemê me bi kedekî hewbeş ava kir em şoreşa xwe wisa pênase dikin, “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, Rojavayê Kurdîstanê û jinên kurd ne tenê şoreşa vê heremê ye; şoreşa mirovahiyê ye”. Birastî jî piştgiriya hêzên demokratîk û piştgiriya jinan a li hemû deverên cîhanê ji bo şoreşa me didan, her tim ji bo me çavkaniya hêzê ye. Em dikarin bêjin ku şoreşa me encama keda kolektif a mirovahiyê ye. Lewma em nabêjin şoreş temamî xelas buye û ji xeteriyê xelas buye. Çawa jin ji Îngîlîstanê, Efrîqa, Emerîqa ji Ewrepa, jinên ji Rojhilata Navîn ango Tirk, Fars, Ereb hatin li vir tekoşîn kirin û xwedî li vê şoreşê derketin aniha jî pêwîst e hêzên demokratîk, hêzên azadîxwaz, rexistinên jinan, rêxistinên ekolojîk, rêxistinên antî kapîtalîst û antî faşîst herkes xwedî li vê nirxê derbikeve. Ji ber ev nirxeke hewbeş yê mirovahiyê ye. Bi qasî ku ev nirx were parastin wê rê li pêşiya pêşketinên cuda jî veke. Têkçûna vê şoreşê wê bibe derbeyek ji bo tevahî hêzên demokratîk yên cîhanê. Ji bo wê jî pêwîst e em vê tekîliyê baş pênase bikin û baş bibînin. Ji bo vê jî daxwaz û heviya me ji hemû hêzên demokratîk û azadîxwazan re ev e ku encamên li ser vê axê derketine wek nirxên xwe bibinin û xwedî lê derkevin.

‘Mirovahi li dijî Hitler çawa bu yek, divê li dijî Erdoğan jî bibe yek’

Di roja me ya îro de dewleta Tirk a dagirker ji bo hemû jinan û mirovahiyê tehdid e. Em bala xwe bidinê li Tirkiyê beriya çend rojan bûyera ku zarokek 6 salî bi meleyek re hatibû zewîcandin derket holê, ev tarzê jiyana AKP’ê dide nîşandan û hişmendiya AKP’ê radixîne berçavan. Heta duh jî ew zilam nedabûn dadgehê. Ew erîşeke li ser jinan û zarokan, li ser mafê mirovan e, sucek mirovahiyê ye, wehşetek e. Ji bo giştî jinên cîhanê pirskirêk e. Aniha pêwîste her kes li hemberî vê faşîzmê, vê zordariyê û antî demokrasiyê bibin yek. Çawa ku mirovahî gîştî li hemberî faşîzma Hîtler bû yek, aniha jî pêwîste li hemberî sîstema faşîzma dewleta Tirk  bibin yek. Êrîşên dewleta Tirk erîşên li ser nirxên hevbeş ya mirovahiyê ye, ev jî erka me ya hemûyan e. Em rewşeke pîroz de jiyan dikin ji ber ku em ji bo azadiya xwe têdikoşin û li berxwe didin, di nava serhildanê de ne, gelê me ji despêka 2022’yan ve hetanî dawiya vê li ser linga bû.  Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ev salek e li ser piyan bû. Sekneke gelek pîroz û gelek giring e.

*Ji bo sala 2023’yan hedefên we û banga we ya ji bo tevahî jinên cîhanê çi ne?

Pêwîst e em di sala 2023’yan de berxwedana xwe bilind bikin û rêxistina xwe bi hêztir bikin, çalakiyên xwe hîn firehtir bikin. Em bawerin ku sala 2023’yan jî dê pir bi aloz be, ji ber ku ji aniha de diyar e wê saleke ne hêsan be. Lewma jî bi qasî ku hêzên faşîst, hegemon deshilat êriş dikin, em jî li hemberî wan ewqas berxwedana xwe, îradeya xwe, israra xwe mezin bikin û em tiştekî wenda nakin em qezenç dikin. Em azadî, maf û hebûna xwe qezenç dikin. Li  çar perçeyên Kurdîstanê li ser gelê Kurd û jinên Kurd polîtîkayek qirkirinê tê meşandin, li ser hêzên demokratîk û azadîxwaz şerekî mezin tên meşandin. Pêwîst e em jî bi înadek mezin û bi rihê tolhildanê tekoşîna xwe bilind bikin. Çawa ku me sala 2022’yan kir sala berxwedanê pêwîst e em sala 2023’an jî bikin sala serkeftinê ku ev tekoşîn û sekeftina me encam bigire. Bi rastî jî îrade ya me heye, gerîla li serê çiya qehremaniyek mezin da nîşandan, Rêber Apo li zindana Îmraliyê berxwedaniyek ku mînaka wê nîne da nîşandan, gelê heremê di sala 2022’yan de sekneke pir pîroz da nîşandan. Pêwîst e em vê berxwedanê bilind û xurt bikin ji bo di sala 2023’yan de berhemên vê bigrin. Ser vê esasê ez dibêjim vê sala 2023’yan wê bibe sala jinan, sala gelê Kurd û Rêber Apo.