Foza Yûsif: Li dijî Lozanê peymanek nû ya civakî pêwist e

Endama Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif ku beşdarî komxebata li ser peymana Lozanê bû bal kişand têkoşîna jinan a li dijî peymana Lozanê û da zanîn ku li dijî Lozanê peymanekê civakî ya hemu netewan dihewîne pêwist e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi nêzbûna 100’emîn salvegera Lozanê ya di 24’ê Tirmeha 1923’an de hat îmzekirin û di encama wî de Kurdistan bû çar parçe, gelê Kurd bi pêşengiya jinan dixwaze qedera xwe ew bi xwe tayîn bike. Di komxebata bi navê “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” ya ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hat destpêkirin û dû rojan berdewam kir de, nîqaşên girîng ên ji bo têkbirina peymana Lozanê hatin meşandin. Her wiha di nîqaşên hat meşandin de hat destnîşankirin ku pergala Netewa Demokratîk a bi pêşengiya jinan riya têkbirina Lozanê ye.

Endama Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif a di komxebata li ser peymana Lozanê de amade bû ji ajansa me re axivî. Foza Yûsif a got “Peymana Lozanê li dijî hebûna gelê Kurd e” destnîşan kir ku ev yek polîtîkayek li dijî tevahî Rojhilata Navîn bû û got: “Nexşeriya herî rast ji bo gelan Netewa Demokratîk e ku mafên hemû pêkhateyan digre bin temînatê.”

Lozan û siyaseta parçekirinê: 100 sal in didome

Foza Yûsif got ku sedsal di ser peymana Lozanê re derbas dibe û wiha domand: "Ev peyman li dijî hebûna gelê Kurd ku li ser axa Mezopotamiyayê dijî çêbû, gelek biryarên xerab îmze kirin. Di vê peymanê de hem Kurdistan hat perçekirin hem herêma Rojhilata Navîn perçe kirin û ji bo ku gelê herêmê dijminatiya hev bikin siyasetek hat diyarkirin. Sed sal e, ev siyaset heta roja me ya îro berdewam dike. Mirov dikare bibêje ku di encama vê peymanê de komkujiyên gelek mezin li gelên herêmê pêk hatin. Kurd Ermen, Suryan, Çerkez û hemû netewên ku daxwaza nasnameya xwe kirin bi tunebûnê rû bi rû man."

Bêyî Kurdan li ser Kurdan peyman tên îmzekirin!

Foza Yûsif behsa komxebatê kir û ev tişt anî ziman: "Di vê komxebatê de em dixwazin li ser vê sedsaê bisekinin ku çi bi xwe re anî, sedemên ku hişt ev peyman birêve bibe çi ye? Bandora wê li ser gelê Kurd û hemû pêkhateyan çi bû ku em bi hev re gotubêj bikin. Li hemberî vê hevpeymanê gelên herêmê pêwîst e xwedî helwestek çawa bin. Mixabin bandora peymanê li ser siyaseta navneteweyî û herêmî heye. Eger îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî Astana û Cenevreyê nabin û ger îro îradeya wê nayê qebûlkirin, ev encama wê siyaseta înkarê ya ku li Lozanê beriya sed salan hatiye îmzekirin."

‘Divê em rê nedin Lozanekê nû’

Foza Yûsif da xuyakirin ku Lozan hê jî zindî ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Lozan bi temamî têk neçûye û ji bo ku em Lozanê têk bibin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye ku em bibin yek û helwesta xwe diyar bikin. Ji bo ku em bi hev re nexşeriyek hevbeş çêbikin. Baweriya me ew e ku nexşeriya herî rast ji bo gelan jî Netewa Demokratîk e ku mafên hemû pêkhateyan digre bin temînatê. Li ser vê bîr û baweriyê ez dibêjim ev komxebat wê bibe wesîleyek ku pêwîstiyên me çi ne ji bo em nehêlin Lozaneke nû ku der barê me de çêbibin û wan vala derxin. Her wiha wê bibe wesîleyek ku em girîngiya yekitiya neteweyî derxin zanebûnê.”

Li dijî peymanên li dijî gelan banga yekîtiyê

Foza Yûsif li dijî peymanên ku li dijî gelan tên kirin banga yekîtiyê kir û wiha bidawî kir: “Eger em wekî gelê Kurd, gelên herêmê nebin yek em ê biçin yek bi yek, ev gotina pêşiyên me di cih de ye û me dibînin. Ji bo ku em pêşî li trajediyan bigrin pêwîstiya me bi peymaneke nû heye, peymana gelan, peymana civakê ye. Îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye model ji bo wê em bawer in em ê bi îradeya gelan peymanên reş têk bibin û rê li pêşiya peymanên civakî peymanên ku tevahî gelên Mezopotamyayê bigrin nava xwe, vebikin."