Fiyaz Berkel: Erka me ye em xwedî li hemû jinan derkevin

Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Firyaz Berkel di nirxandina xwe ya der barê rewşa jinan li Efrînê û kiryarên ku li Efrînê tên kirin de wiha got: "Her herêmeke tê dagirkirin, dewleta tirk dest bi guhertina demografiya wê di aliyê çand, ziman, hebûn û erdîngarî de dike."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Her roj jin tên kuştin, qetilkirin, tecawizkirin û tu kes jî nabêje êdî bes e ji tundiyê re. Desthilatdariya ku li ser jinan tê meşandin bi hişmendiyeke derveyî mirovahiyê ye. Bi van kiryaran dixwazin jinan bi berdewamî di nava civakê de bidin şikandin û hêza wan li hemberî civakê lawaz bikin. Her roj dema ku jin tê kuştin desthiladarî xwe bi hêz dike û hewl dide bi hêza xwe ya herî hov xwe li ser jinên heyî jî bide ferzkirin. Îro rewşa jinan li Efrînê, Serkaniyê, Girê Spî û hemû deverên ku jin rastî tundiyê tên ne dûrî welatên din e. Herî zêde îro hejmara jinên ku rastî van bûyeran tên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Piştî ku dewleta tirk û çeteyên wî Efrîn dagir kirin yekser jinan ji xwe re kirin hedef. Ne tenê li Efrînê, li kîjan deverê çeteyên dewleta tirk hebin li wir jin tên kuştin û rastî qetilkirinê tên. Di dema me ya îro de dijmin an jî dewletên navneteweyî jinan di destên xwe de kirine wek meta û ji xwe re bi kar tînin, li hemberî vê yekê têkoşîna jinan derdikeve holê lê dîsa jî di nava şer an jî pevçûnan de ya herî zêde bedel dide jine. Ji ber dema dijmin bixwaze civakeke saxlem di kokê de xirab bike yekser di hêza jinan de dest pê dike.
Seroka Desteya Jinan a herêma Firatê Firyaz Berkel der barê rewşa jinên li Efînê û kiryarên dewleta tirk a li ser Efrîna dagirkirî de nirxandinên xwe ji ajansa me re anî ziman.
"Kiryarên derveyî mirovahiyê li Efrînê pêk tên"
Firyaz di destpêka axaftina xwe de behsa kiryarên dewleta tirk li herêmên dagirkirî wiha dike: "Ev zêdetirî 3 salan e ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin. Dewleta tirk ji 2016`an ve derbasî axa Sûriyeyê bûye û bajarên Bab, Ezaz, Cerablûs dagir kir her wiha di 2018`an de jî Efrîn dagir kir. Dewleta tirk kiryarên herî hov û bêexlaqî li wan herêman pêk tîne. Dewleta tirk herî zêde li bajarê Efrînê gelê Kurd hedef digre û kiryarên ku li hemberî wan bi kar tîne li dijî zagonên mirovî û navneteweyî ne. Di encama dagirkeriyê de bi sedan malbat neçarî koçberiyê bûn, malbatên ku li Efrînê jî man bi kiryarên herî xirab re rû bi rû dimînin. Di vî şerî de herî zêde jinan zirar dîtin ku jiyana koçberiyê dijîn û rastî destdirêjiya leşkerên tirk û çeteyan tên. Çeteyên bi navê Firqet Hemzat jinan direvînin û dixin girtîgehan û li wan îşkence û tecawizê dikin, qetil dikin. Li aliyê din jî guhertinên demokrafîk ji aliyê erdnîgarî, ziman û çandê ve tê kirin. Herî dawî jî çeteyan goristanên pakrawanan vekirin û xirab kirin. Kiryarên îro li Efrînê tên kirin teqez dikin ku dagirkeriyeke derveyî zagon û mirovahiyê tê meşandin."
"Li ber çavên her kesê dewleta tirk zagonan bin pê dike"
Firyaz di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ger dewletên navneteweyî destek nedana dewleta tirk wê niha axa Efrînê nehatibûya dagirikin û wiha domand: "Rewşa Efrînê û tevahî herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de li pêşiya çavên tevahî cîhanê ye. Hevpeyman û zagonên ku kiryarên dewleta tirk napejirînin ji aliyê bi sedan dewletan ve hatine nivîsandin û erêkirin. Dewleta tirk çekên fosfor ên qedexekirî jî bi kar anîn lê me tu helwestên berbiçav ji aliyê civaka navneteweyî ve nedît. Ji lewre dewleta tirk bi rengekî rehet kiryarên xwe didomîne û hesaban ji tu hêzê nake. Li ser vê bingehê şêniyên Efrînê ku di bin siya dagirkeriyê de dijîn û niha di girtîgehan de ne dest bi greva birçîbûnê kirin da ku ji tevahî cîhanê re dagirkeriya dewleta tirk eşkere bikin. Kesên di girtîgehan de ku pêwîstiya wan bi derman ango bijîşkan hebe, dewleta tirk rê nade. Ji lewre xîret û exlaq jî bi dewleta tirk re tune ye. Em dibînin kiryarên ku jinên Efrînê dijîn, heman kiryarên ku çeteyên DAIŞ`ê bi serê jinên Şengalê de anîn e. Heger zagonên mafên mirovan bihatana bikaranîn û çav li hember zordariyê nehata girtin, dewleta tirk nikaribû bihustek axa me jî dagir bike."
"Vîna gelê Efrînê wê dagirkeriyê têk bibe"
Firyaz di nava axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên di girtîgehên Efrînê de û wiha pê de çû: "Dewleta tirk di destpêkê de Ezaz, Bab û Cerablûsê dagir kir lê kiryarên ku niha li hemberî jinên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dike, li wan deveran nekir. Ev yek dijminatiya dewleta tirk a bi jinên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn, nasname û azadiya xwe nas kirine, eşkere dike. Me wêneyên jinan di girtîgehên dewleta tirk de bi rengekî tazî dît. Li ser jinan şerekî derûnî û taybet tê meşandin. Gelê Efrînê di hundirê girtîgehên dewleta tirk de dest bi greva birçîbûnê kir. Ev çalakî netehemulkirina wan a li hember dagirkeriyê teqez dike. Gel weke volkanî li dijî bêdengiyê teqiya û li dijî sûcên dewleta tirk ên şer helwesta xwe bi vî rengî nîşan didin. Dewleta tirk jî zexteke mizin li ser girtiyan dide meşandin da ku kesên bixwazin beşdarî greva birçîbûnê bibin êdî cesaret nekin. Bêguman dewleta tirk gefan li herêmên din jî dixe. Me dît ku dewleta tirk bi balafireke bê mirov du wesayîdên sivîl bombebaran kir. Ev êrîş di roja înê de ango di roja betlaneyê de bû. Lê dewleta tirk bi wê êrîşê xwest aramî û ewlehiya heyî xirab bike."
"Nijadperestiya dewleta tirk her xwe dubare dike" 
Firyaz herî dawî êrîşa Konyayê şermezar kir û wiha bi dawî kirî: "Êrîşa nijadperest a li Konyayê ku di encama êrîşeke çekdarî de malbatekek Kurd a ji 7 kesan pêk dihat, hatin qetil kirin. Dewleta tirk dixwaze tevahî Kurdan qir bike, ji ber vê gelê Kurd ê di hundirê Tirkiyeyê de û ji derveyî wê her wiha li herêmên dagirkirî jî bi kiryarên dewleta tirk re rû bi rû ye. Di nava vî şerê qirkirinê de herî zêde jin tên hedef girtin û bi taybetî jî jinên zana û pêşeng. Em weke Desteya Jinan bi erka xwe radibin û em ê li gorî derfetên xwe bi tevahî jinan re bibin alîkar da ku wan ji vê rewşê rizgar bikin û em ê bi rêxistinbûna xwe li hember tevahî cureyên êrîşan bibin bersiv. Dewletên navneteweyî ku heta niha jî bêdengiya xwe diparêzin dixwazin di kesayeta dewleta tirk de ew pergala zayendperest û hegemon ku di serî de jinan qir dike, bêhêz bikin. Ji lewre ew li hemberî vê asta qirkirina li ser jinan û gelê Kurd bê bertek dimînin û bi rengekî veşartî piştgiriya dewleta tirk dikin. Li cîhanê tevahî jin rastî destdirêjiyê tên, îro rewşa jinên Efxanistan û herêmên dagirkirî wek hev e, heman kiryar û desthiladarî ye."