Fîlîz Kerestecîoglu: Em ê bi jinan re li her derê bin

Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku serweriya mêr ne tiştekî wisa ye ku bi hêsanî bi dawî bibe, ji ber vê têkoşîna wan dê her dem bidome û da zanîn ku dê bi jinan re li her derê bin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- AKP’a ku 22 sal in li welat desthilatdar e,  li dijî destkeftiyên jinan gefên xwe didomîne. AKP’ê ji Tifaqa Cumhur ku ava kir re tevlîkirina Partîya Refaha ji Nû ve (YRP) û HUDA PAR’ê, bi awayekî vekirî nîşan da ku ew ê polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan bidomîne.

Ji her demê bêhtir hewce ye ku li dijî tifaqên dijminatiya jinan di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li meclisê temsîliyeta wekhev bê misogerkirin. Jinên ku nîvê nifûsa welat in dê bibin diyarkerên vê hilbijartinê. Li gel ku gelek partiyên siyasî yên 'muxalîf' ji bo temsîliyeta wekhev gavên pêwîst naavêjin jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku dê bi lîsteyên Partiya Çep a Kesk tevli hilbijartinê bibe, xwe amade dike ku li cihên namzedên jin ên parlamenteriyê bên hilbijartin, namzed nîşan bide. HDP’a ku di xebatên hilbijartinê de wekheviya zayendî di navendê de esas digre û polîtîkayên xwe didomîne, heta niha partiya ku herî zêde parlamenterên jin anî meclisê ye.

Niha di heyama 27’emîn de li meclisê, bi giştî 586 parlamenter kar dikin, 101 parlamenterên jin û 485 jî parlamenterên mêr cih digrin. Di rêjeya parlamenterên jin ên partiyên siyasî de HDP di rêza yekemîn de cih digre. Di dîroka Tirkiyeyê de parlamenterên jin herî zêde ketin meclisê, di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de pêk hat. Ji 97 parlamenterên jin ên di 7'ê Hezîranê de hatin hilbijartin, 32 ji wan ên HDP’ê bûn.

Di êrîşên li hemberî HDP'ê de siyasetmedarên jin jî bûn hedefa hikûmetê. Der barê parlamenterên jin ên HDP'ê de bi sedan fezleke hatin amadekirin. Parlamenteriya jinên hatine hilbijartin hat betalkirin, ji hinekan re qedexeya siyasî danîn û hinek jî hatin girtin. Lê belê HDP'iyan salên dirêj bi polîtîkayên xwe yên jinan ên ku bi mîrateya girtine didomînin, dengê jinan dibin meclisê. HDP’a ku bi êrîş, astengî, binçavkirin, girtin û gelek rêbazên din hedef hat girtin, careke din cihê xwe di nava xebatên hilbijartinê de ku pêşengiya vê jin dikin de girt.

'Bi gel re daxwazek mezin a guhertinê heye'

Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu pêvajoya hilbijartinê û hêviyên jinan ji ajansa me re nirxand. Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku li gel qeyrana aborî û pêkanînên rejîma otorîter ku di van salên dawî de wek kabûsekê ketiye ser welat, bi erdhejê re gel di nava hilweşandineke mezin de ye, destnîşan kir ku bi gel re daxwaz û hêviya guhertinek mezin heye. Fîlîz Kerestecîoglu wiha axivî:

“Me dît ku mirovên li Hatay Samandagê li dijî asbestê derketin, li şûna ku destekê bidin wan û bên parastin, gaz li ser wan hat reşandin û hatin binçavkirin. Evqas zulm tu caran nehatibû kirin. Helbet der barê hawirdora hilbijartinê de ji aliyekî ve mirov pir bi hêvî ne, em hemû jî pir bi hêvî ne. Em bi hêza xwe ya guhertinê, bi vîna xwe bawer in. Gel jî bi awayekî cidî vê yekê dixwaze. Li aliyê din jî helbet birînên erdhejê hene. Piştî pêvajoya hilbijartinê ya pêşiya me ev heye.”

'Dibe ku zext û astengî hebin'

Fîlîz Kerestecîoglu da zanîn ku di şert û mercên wekhev de nakevin hilbijartin û wiha got: “Em di vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk de jî bi astengiyan re rû bi rû ne. Em wek HDP’ê di van 8 salên ku ez jî cih digrim, ji her alî ve rastî astengî û zextên pir giran hatim. Me di hilbijartinên 2015’an de û di hilbijartinên piştî wê de jî dît. Helbet îro îhtîmalên  wiha hene. Dibe ku zêdetir zext hebûn, rastî astengiyan werin. Lê êdî dawiya vê yekê hat. Hemû kes xwedî vê daxwaz û hêviya guherînê ne. Em ê bi hev re ji bo wê têbikoşin. Ez difikirim ku em ê bi hev re bi ser bikevin. Gelê me tu carî dev ji têkoşînê berneda. Hilbijartina ku em ê bikevinê, em ê wek Partiya Çep a Kesk bikevin. Ev jî nîşan dide ku em çiqas di nav şert û mercên newekhev de ne. Em vê yekê dibînin.”

‘Biryarên DMME’ê bi cih nayne’

Fîlîz Kerestecîoglu bi bîr xist ku li Dadgeha Destûra Bingehîn dosyaya girtinê ya dişibe şûrê demokrasiyê heye û wiha axivî: “Biryarên DMME’ê yên ku nayên bicihanîn hene. Divê rêhevalên me yên girtî bên berdan lê biryar nayên bicihanîn. Bi taybetî jî gelê Kurd, ev hemû zextên di nava sosyalîst, femînîst û muxalîfên ku alîgirên HDP'ê, ne dibe sedem ku hîn bêhtir têkoşîn were dayîn. Em çi dixwazin em li vî welatî aştiyê dixwazin, em dixwazin gel di şert û mercên wekhev û adil de bijîn. Em azadiya jinan dixwazin. Em dixwazin cudakariya zayendî bi dawî bibe. Em dixwazin sûcên nefretê yên li dijî LGBTI’yan bi dawî bibin. Em dixwazin hemû kes bi heman awayî ji perwerde û tenduristiyê sûd bigire. Ev hemû sedemên pir mafdar in.”

'Divê nîqaş bên bidawîkirin û girîngî bidin Partiya Çep a Kesk’

Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku divê girîngî bidin xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê û nîqaşên li ser lîsteyên cuda jî bi dawî bibin û got: “Li gorî min divê êdî ev nîqaş bi dawî bibin û hemû bala xwe bidin ser Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çep a Kesk. Divê em erdhejê ji bîr nekin û piştgiriya xwe ya ji bo wê herêmê bidomînin, xebatên xwe yên hilbijartinê bi biryardarî bikin. Hin zêdetir mezinkirina van nîqaşan motîvasyonê dişkîne. Divê em êdî dawî li van nîqaşan bînin û riya xwe berdewam bikin.”

'Peymana Stenbolê li cihê xwe ye û dê bikeve meriyetê'

Fîlîz Kerestecîoglu anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya 20 salan bi têkoşîna jinan hin gavên erênî avêtiye, lê bi biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê re ji bo jinan ketine nava pêvajoyek tirsnak û wiha got: "Çima ji Peyaman Stenbolê vekişiya? Ji ber ku ew peyman di heman demê de kontrol bû. Li dijî desthilatdariyê jî li dijî hemû saziyan jî ne tenê saziyên dewletê, di heman demê de di warê çapemenî, tendirustî, perwerde û hemû waran de kontrola li ser civaka sivîl diparast. Li dijî cudakariyê û di warê pêşîgirtina şîdetê de tedbîrên gelek girîng dianî bi xwe re vê peymanê. Ev peyman hê jî li cihê xwe ye. Li gorî min dê careke din bikeve meriyetê, piştî ku guhertin pêk were.”

‘Bi kê re tifaq ava dikin bila bikin dê ji bo me tiştek neguhere'

Fîlîz Kerestecîoglu anî ziman ku qanûna bi hejmara 6284'an ji aliyê "hinek mêran" ve hatiye hedefgirtin û kirine mijara bazarê û da zanîn ku li gorî wan mijara sereke astengkirina bihêzbûna jinan e. Fîlîz Kerestecîoglu wiha domand: “Yên ku dê vî welatê herî zêde biguherînin jin in. Yên ku herî zêde têdikoşin jin in, ji ber ku bi rastî jî me ev maf hemû bi têkoşînê girtin û em ê tu carî van mafan nedin xespkirin. Bi kê re tifaqê çêdikin bila bikin dê ji bo me tiştek neguhere.”

'Ez bang li Partiya Çep a Kesk dikim'

Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku li gorî salên berê zêdetir serlêdan ji bo lîsteyên hilbijartinê hatine kirin û ev bang li hilbijêrên jin kir: "Ez difikirim ku gotin û pêkanînên Partiya Çep a Kesk bi taybetî jî der barê jinan de hem di aliyê aborî de hem jî azadiyê de girîng û veguherîner e. Ez bang li Partiya Çep a Kesk dikim ku ji bo van mafan zêdetir xurt bike, bikaribe di şert û mercên wekhev de di ewlehiyek mirovî de cih bigire û dawî li vê qeyranê bîne. Bila bi tercîha guhertin û veguherînê de dengê xwe bi kar bînin. Em ê dîsa bi hev re li her derê bin. Em ê li dijî hikûmetên nû jî li qadan bin. Serweriya mêr ne tiştekî wisa ye ku bi hêsanî bi dawî bibe, ji ber vê têkoşîna me dê her dem bidome. Ez bang li jinan dikim ku di xebatên hilbijartinê de cih bigrin, li ser sindoqan çavdêriyê bikin û ji bo ewlehiya sindoqan tedbîrên baş bigrin.”