Filîz Budak: Rojane balafirên dewleta tirk li ser asîmanê wargehê digerin

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî li erk û berpirsyariya xwe ya li beramberî wargeha penaberan a Mexmûrê xwedî derkevin.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr - Ji sala 2019’an heta niha li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê ve amborgoya ku heye berdewam dike heye. Di nava vê amborgayê de bi hezaran kes bêkar man û gelek kesan ji ber nexweşiyên xwe ji ber vê ambargoyê jiyana xwe ji dest dan û gelek jinên ducanî berî ku zarokên werin dinyayê di zikê wan de mirin. Bi vê ve girêdayî gelek caran dewleta tirk bi balafiran êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kir. Der barê êrîşên dewleta tirk û abargoya li ser wargeha penaberan Mexmûrê de Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ji ajansa me re axivî.

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rêwîtiya penaberiya gelê Mexmûrê û wiha got: “Em weke wargeha penaberan a Mexmûrê ji sala 1998’an heta niha li Mexmûrê dijîn, beriya wê jî rêwîtiyek ya meya penaberî û zor û zehmet ji 1994 heta 1998’an heye li wargehên cuda cuda. Bi valakirina wargehan êrîşên dijmin êrîşên derve heta ambargoyên ku hatine pêkanîn dîrokeke penaberiya domdirêj a wargehê heye. Di halê hazir de dema em dijîn, dorpêçek ji sala 2019’an heta niha tê meşandin heye di dema vê dorpêçê de hem êrîşên bejayî yên çeteyên DAIŞ’ê hem jî êrîşên hewayî yên balafirên dewleta Tirk  li ser wargehê didomin. Bêguman di nava penaberiyê de qismê ku herî zêde bi zilm û zordariyê re rû bi rû dimînin jin û zarok in û di van êrîşan de hema şêwe derdikeve.”

“Ji ber rêgiriyê gelek zarok û kesên extiyar jiyana xwe ji dest dane”

Filîz Budak bi bîr xist ku ji ber rêgiriya ku heye gelek kesan jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Di pêvajoya amborgoya ji sala 2019’an heta niha li ser rêiyan nexweşên me yên nexweşiyên kronîk heyîn, dayikên ducanî, zarokên di temenê gelek biçûk de ji sê mehî heta dusalî bigre ji ber nexweşiyên heyîn ku pêwîst bû biçin nexweşxanê di riyan de ji ber rêgiriyê hinek dayikan di rê de bêyî ku zarokên wan werin dinê jiyana xwe ji dest dan, hinek zarok jî di rê de li ber singa dayika xwe jiyana xwe ji dest dan. Nexweşên me yên extiyar hebûn ji ber diviyabû bi berdewamî biçin qontrolê û bên ji ber nikaribûn biçin kontrolê û dermanên xwe bigrin hinek ji wan ji ber rêgiriya heyî jiyana xwe ji dest dan, ev jî di nava civakê de derûniyek xirab daye avakirin.”

“Dixwazin vê civakê radest bigrin, lê li beramberî vê yekê berxwedanek bê hempa heye”

Filîz Budak diyar kir ku dermanên li nexweşxaneya Mexmûrê sînordar re û ev yek têra nexweşn wargehê nake û wiha got: “Ji ber ku wargeheke penaberane di aliyê nexweşxane û dermanan de sînordar e, li vê derê tenê cihek tendirustiyê heye ew jî ji sibehê heta nîvroyê vekiriye û tê de tenê dermanên sînordar hene ev jî hem di aliyê jinan de hem jî di aliyê zarokan de zehmetiyên mezin çêdike. Bi guhertina werzên havîn û zivastanê re nexweşî û şewbên ku belav dibin, di pêvajoya şewba koronayê de ku bûye bela serê hemû cîhanê, bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dan, wargehê jî para xwe ji vê yekê girt. Dewlet û welatên cuda dikarîn derfetên baş bi kar bînin, wargeheke penaberan ku hemû derî li ser hatin girtin û hemû derfet jê hatin qutkirin hemû alîkariyên mirovî yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û saziyên cuda yên parastinên mafên mirovan ve jî hemû hatin qutkirin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje hem pêvajoya koronayê, hem pêvajoya ambargoya li ser wargehê de di aliyê madî û manewî, ruhî û derûnî de ziyanek mezin gihandiye vê civakê. Aliyê wê ye berxwedan û têkoşînê ew bi serê xwe tevî 28 sal in ev civak li beramberî desthilatdarî dagirkerî û şert û mercên ku dijmin dixwaze vê civakê radest bigre li beramberî vê yekê berxwedan û têkoşînek bêhempa didin meşandin. Li di aliyê civakî de dema mirov lê meyze dike bê guman civakek sivil e û pêwîstiya wan bi pêdawîstiyên rojane yên jiyanê heye û dema ku ev pêwîstî neyê pêşwazîkirin jî zehmetiyên rojane derdikevin pêşiya wargeha me, bi taybet di vê pêvajoya korona û ambargoyê de ev berbiçav hate jiyîn.”

“Êrîş herî zêde bandorê li zarokan dikin”

Filîz Budak da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bandor li derûniya zarokan kirine û aliyên pêwendîdar erkên xwe bi cih naynin û wiha got: “Êrîşên hewayî yên ku tên pêkanîn jî di nava wargehê de dayîn, li ber saha werzîşê ya zarokan, li ber deriyê parkan ku zarok tê de dilîzin ji van êrîşan gelek malbatan zirar dîtine û derûniya zarokan têk biriye. Mirov dikare bibêje di her aliyê de êrîşên ku hene niha di asta herî jor de ne û civak beramberî vê li ber xwe dide lê erk û berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî, hikumeta Iraqê li beramberî vê wargehê heye divê hem di aliyê pêwîstiyên rojane hem ji di aliyê parastinê de erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

“Di nava vê pêvajoya amabarogoyê de 8 caran wargeha Mexmûrê hatiye bombebarankirin”

Hevseroka Meclisa gel a Mexmûrê Filîz Budak bal kişand ser êrîşên hewayî yên dewleta tirk û zerarên wê yên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê û da diyarkirin ku ji dema ambargo hata niha wargeha mexmûrê 8 caran hatiye bombarankirin û aliyên pêwendîdar erkên xwe bi cih nayin û wiha domand: “Bêguman beriya sala 2019’an êrîş hebûn bi taybetî ji sala 2017’an ve êrîşên hewayî ji aliyê dewleta tirk ve li ser wargehê hatibûn destpêkirin lê bi pêşketina ambargoyê re êrîşên hewayî yên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê zêdetir bûn û yên bejayî ji ji aliyê derdor ve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve jî êrîş tên kirin di van êrîşên de me gelek şehîd û birîndar dan.”

“Rojane balafirên bê mirov ên dewleta tirk li ser asîmanê wargehê digerin”

Fîlîz Budak destnîşan kir ku di tevahî pêvajoya dorpêça ku li ser Mexmûrê tê meşandin de êrişên hewayî yên dewleta tirk jî ranewestiyaye û wiha pê de çû: “Di pêvajoya amborgo de heta niha 7 êrîşên hewayî ji aliyê dewleta tirk ve li ser wargeha penaberan a Mexmûrê pêk hatin, êrîşa herî dawî jî dibe êrîşa 8’an. Di van êrîşan de me gelek şehîd û birîndar dan û gelek ziyan gihîşt mal û milkê welatiyan û vê yek hîn zêdetir bandorek neyênî li ser civakê çêkir. Heta wisa lê hatiye rojane balafirên bê mirov ên dewleta tirk li ser asîmanê wargehê digerin êdî zarokek pir biçûk jî mirov dibîne dibêje ev balafirên bê mirov li ser serê me digerin wê li me bixin. Van êrîşên dewleta tirk derûniyek wisa bi zarokên me yên di nava wargehê de daye avakirin. 8 êrîşên hewayî yên dewleta tirk ji sala 2019’an heta 2022’an çêbûn ev ne tiştek ji rêzê ye êdî weke qada şer a daîmî lê hatiye û hêzên berpirsyar ên ku ev gel weke penaber li ser vê xakê qebûl kirin di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ji dayina sekinandina van êrîşan, girtina qada hewayê ya dewleta tirk li Iraqê û bertekên Iraqê li beramberî vê ji vana berpirsyar in û divê di astek ku bikarin pêşî li van êrîşan were girtin de bin.”