Fîgen Yuksekdag: Divê îradeya gel li meclisê xwe nîşan bide
Fîgen Yuksekdag, bal kişand ku divê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de rasterast îradeya gel a li meclisê esas bê girtin û wiha got: "Yên bi soza ‘Em ê bi hev re biguherînin' li hev dicivin divê bi vê yekê ve girêdayî bimînin.”
Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag di hilbijartinên Hezîrana 2015 û Mijdara 2015’an de ku li pey ve hatin kirin de ji bo parlamenteriya Wanê hat hilbijartin. Di Meclisê de pêvajoyên 25 û 26’an parlamenterî kir. Fîgen Yuksekdag a ji ber xebatên wê yên siyasî der barê wê de gelek lêpirsîn hatin vekirin, di 4'ê Mijdara 2016'an de ji mala xwe ya li Enqereyê hat binçavkirin û di heman rojê de hat girtin. Di 21’ê Sibata 2017’an de bi hinceta cezayê der barê wê de hatiye dayîn, parlamenteriya wê hat betalkirin.
Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê girtina Fîgen Yuksekdag de îşaret bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê kir û biryara “binpêkirinê” da jî hê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê tê girtin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, têkildarî hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê, pirsên ajana me bersivand.
Fîgen Yuksekdag diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê wê wek 'rehîneyeke siyasî' di girtîgehê de digre, diyar kir ku hilbijartina di 14'ê Gulanê de pêk were mijara 'hebûn û tunebûnê ye” û hilbijartin ji bo gelan tê çi wateyê ji ajansa me re nirxand. Fîgen Yuksekdag got: “Em di demek jiyanî û dîrokî de ne ku divê em têgeha windakirinê ji jiyana xwe derxin. Ger hêza qesrê neçe dê Tirkiye hilweşandinek ji erdhejê çend qat mezintir re rû bi rû bimîne” balê dikşîne li ser ji bo ev îhtîmal ji holê were rakirin neçariya seferberî.”
*Beriya rojeva Tirkiyeyê, em dixwazin bizanibin ku hûn çawan in? Hûn dixwazin der barê şert û mercên girtîgehê û binpêkirinan de çi bibêjin?
Em baş in. Em hewl didin di şert û mercên ku ji ber şert û mercên girtîgehê tengav dibin de heta ji destê me tê geşedanên siyasî bişopînin. Em dixwazin hûn baş, saxlem û bi moral bin. Di şert û mercên girtîgehê de guhertineke erênî nîn e. Mixabin windahiyên giran ên ku we di erdhejê de dît û êşên wê hê berdewam dikin, pirsgirêk û hewcedariyên me girtiyan xist plana duyemîn. Em hatine wê astê ku em jî nikarin binpêkirinên mafên siyasî yên mirovî û êrîşan jî bikin rojev. Helbet ev rastiya li girtîgehan her dem dibe miajara binpêkirinên mafan ên giran naguherîne.
'Her ku hejmara girtîgehan zêde dibe şert û mercên jiyana mirovî jî ji holê radibin'
Hefteyek berê em hîn bûn ku girtiya jin a di hucreyên yek kesî de dihat girtin întihar kiriye. Piştî Garîbe Gezer di nava salekê de ev duyemîn bûyera întiharê ye. Em dizanin ku li girtîgehên din jî rewşek pir tê jiyîn e. Ji ber ku hejmara girtîgehên ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tên avakirin zêde dibe, şert û mercên jiyana mirovî ji holê radibin. Mijara girtiyên nexweş jî ev demeke dirêj e ji rojevê derketiye, veguheriye trajediya mirovî. Her wiha êrîşeke siyasî ya bêexlaq e. Girtiyên siyasî yên ku dema berdana wan a normal hatiye, bi ewlehîkirina zanebûn û kêfî nayên berdan. Li hundur girtiyên ku 30 salên xwe temam kirine hene û bi êrîşa “hepsa heta mirinê” re rû bi rû ne. Helbet em bi hêz û moralê ku dizanin girtîgeh her çiqas cihê zilm û îşkenceyê ne, ewqas cihê berxwedanê ne, jiyana xwe didomînin.”
'Hilbijartinên giştî yên 2023'an hilbijartina çûyina hikûmetê ye'
*Hilbijartin nêz dibe û wekî pêvajoyeke dîrokî tê binavkirin. Hûn vê pêvajoyê bi taybetî bi erdheja mezin a pêk hat re çawa dixwînin? Tirkiye bi atmosferek çawa di aliyê gelê Tirkiyeyê de wateya vê hilbijartinê çi ye?
Hilbijartinên Giştî yên 2023'an hilbijartina çûyîna hikûmetê ku rizî bûye û ji bilî mirin û hilweşandinê ji gelê me ra tiştek nayne ye. Lê mixabin dema biçin jî dê gelek hilweşandinan li pey xwe bihêlin. Bûn sedema gelek êş û mirina mirovan. Hemû Tirkiye dizane ku zêdetir ji 60 hezar kesanji ber erdhejê nemirin. Ji ber hikûmeta siyasî ya ku neket xema rizgarkirina mirovan û dixwest li ser pereyê xwe pere û ji zilma xwe re zilm zêde bike mirin. Gelê me yê mayî jî têkoşîna hebûn û tunebûnê dide. Êdî tu pêngaveke hilbijartinê ya AKP û Tifaqa Cumhur nikare heqîqeta ku ji bo vî welatî hat rewşa hilweşîner biguherîne.
Dema di vê pêvajoyê de hîkumeta siyasî di tifaqa tarîtiya qirêj û dijminatiya jinan, Kurd û kedkaran de kûr dibe, di dilê gelên bindest de tovê hevgirtin û parastina jiyana wekhev şîn bû. Ev tov wek hişmendî û pratîka serdema nû her ku diçe zêdetir belav dibe. Têkoşîna demokratîk a ku gelê me dê di pêvajoya hilbijartinê de bilind bike dê vê qada berfirehbûnê belavbûnê jî hîn berfirehtir bike.
'Dê hilweşandinek ji erdhejê mezintir çêbibe'
Hilbijartinên Giştî yên 2023’an dê bibe qonaxa dawî ya pêvajoya windakirin û paşveçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî gel. Di salên dawî de ev desthilatdariyek li ser bi hêza siyasî û faşîzma vekirî dihat domandin bû. Êdî hatine asta dawiya ya zordarî û sextekariya siyasî. Di warê muxalefeta demokratîk û mafên me de îmkanên yekitiya hêzan û serkeftina xeta berxwedanê zêde bûne. Em di demek jiyanî û dîrokî de ne ku divê têgeha windakirinê ji jiyana xwe derxin. Ger hêza qesrê neçe dê Tirkiye hilweşandinek ji erdhejê çend qat mezintire rû bi rû bimîne. Ji bo ev îhtîmala ji hemû kesan re xuya bûya, ji holê rabikin, em neçar in ku bi hemû hêz û bedena xwe seferber bibin.
*Di doza girtinê ya li dijî HDP’ê de daxwazên taloqkirinê hatin redkirin. Hûn wek siyasetmedarek ku bi salan girtî ye, tevî vê polîtîkaya zextê jî partiya we weke partiyeke sereke tê dîtin çawa dinirxînin?
Hikûmet xebatên xwe yên hilbijartinê li ser dijberiya HDP’ê dike, ev ne rewşeke nû ye. Di hilbijartinên 2018-2019’an de li ser zemîna dijminatiya tund a HDP’ê hat avakirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê bêyî antîpropagandaya HDP’ê nikare propagandaya hilbijartinê bike. Rewşeke tengezariyek cidî tê jiyîn. Ew ne xwediyê argumanên demokratîk e ku xwe ji nû ve hilberîne û kapasîteya dabînkirina refaha civakî yan jî hilbijêran e. Bi salan e hewl didin vê rastiya girîng bi taybetî jî HDP’ê û muxalefeta demokratîk bi îlankirina wek terorîst û dijmin binixumînin. Di heman demê de her dem ji HDP'a ku xwedî hêza şoreşger-demokratîk û hêza civakî ya rewa ye û xwe ava kiriye ditirsiyan. Ew jî dizanin ku hêza diyarker a îro bi hikûmetê bide windakirin HDP ye. Ji ber vê doza tevgerên xwe yên êrîşkarî, bêtolerans û komployê zêde bilind dike. “Dewleta bi hêz” a îqtîdara qesrê ji bilî operasyonên leşkerî-polîsî de nîşandana hêz tu fonksiyonan tiştek din nîn e. Di pêvajoya erdhejê de ev xeta cudakirinê zelaltir derket holê.
'Em li hemberî îktîdarê hêzeke polîtîk a têkoşer in ku berxwedanê bi pêş xistiye'
Ji bo me di esasê de rewşeke ku tê guhertin tune ye. Em di hemû qonaxên xebatên siyasî de bi taybetî di pêvajoya hilbijartinê de di bin êrîşên giran de dixebitin. Dîsa beriya ku dema hilbijartinê kêm bimîne, endam û rêveberên HDP'ê tên girtin, zarokên Kurd tên îşkencekirin, siyaseta demokratîk nikare ji maf û derfetên hilbijartinê sûdê bigre. Hikûmeta AKP-MHP’ê demeke dirêj e bi êrîşa darbeyê ya li ser siyaseta demokratîk hewl dide îradeya gel tasfiye bike. Em dibînin ku xeta xespa qeyûmên li şaredariyan û dîlgirtina bi hezaran siyasetmedarên Kurd û HDP'ê hin zêdetir kûrtir dikin. Di van şert û mercan de diyar e ku ger hikûmeta AKP-MHP’ê di hilbijartinên din de bi ser bikeve dê welat ber bi felaketê ve bibe. Em hêzeke siyasî ne ku li hemberî vê hêzê berxwedan bi pêş xistiye û fer bûne têkoşînê bidomînin. Lê heman tişt ji bo piraniya muxalefetê ku ne li dora qesrê ye nayê gotin. Ji ber vê sedemê pêwîst e her kes bêyî ku ji karesetê wêdetir tiştan bibînin vê hikûmetê bişînin rûpelên kevin ên dîrokê.
*Li ser piştî hilbijartinê dê çawa be û ji bo Tirkiyeyê çi soz daye zêdetir, li ser navan nîqaş hat meşandin. HDP’ê diyar kir ku dê namzed dernexe. Helwesta HDP’ê çima girîng e? Hûn ê der barê stratejiya HDP’ê de çi bibêjin?
Nederxistina HDP’ê ya namzeda serokomariyê, di aliyê xilasbûna hilbijartinê ya di tûra yekemîn de girîng e. Em dikarin bibêjin ku daxwaza çûyina Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku ji bo piraniya gelên Tirkiyeyê gelek girîng e, di vê biryarê de bi bandor bû. Ji bilî wî tehemula tu kesî nîn e ku hikûmeta heyî rojeke din jî li ser desthilatdariyê bimîne. HDP’ê heta roja îro li dijî desthilatdariyê têkoşîna herî bi vîn û wêrek da meşandin. Ev ji aliyekî ve xwe jî girêdana wê ya xeta têkoşîna xwe ye.
Ji aliyê din ve helwesta wî ya li hemberî HDP'ê bi piştgiriya pasîf a namzedê herî xurt ê li hemberî Erdogan Kiliçdaroglu nayê kêmkirin. Berevajî vê, rola wê ya sereke ew e ku ji nav û tora hilbijartinê wêdetir dayîna têkoşîna bernameya siyaseta demokratîk. Li vir rola krîtîk a HDP'ê derdikeve pêş. Dîsa û bi israr divê em li ser riya sêyemîn û xurtkirina navenda şoreşger-demokratîk a Tirkiyeyê bisekinin.
Xala sereke ya stratejiyê ew e ku di bin navê Pêşeroja Çep a Kesk de bi destkeftiyên herî bilind ji hilbijartinan derkeve, tevger û rêxistiniya bingehîn ji parlamentoyê zêdetir bigihîne asteke pir bihêztir. Aniha ji derveyî îradeya me, bernameya me ya siyasî ya serbixwe tu sozên hatine dayîn û ewlehî li holê nîne. Ji bo vê jî pir girîng e ku HDP’ê di hilbijartinan de hêza xwe kom bike û vê hêzê bike faktora defhdêr a guhertina demokratîk.
'Divê di helwesta lîsteya yekbûyî de hevpar bibe’
Tifaqa Ked û Azadiyê dê rolek çawa bilîze? Ji gelan re çi soz tê dayîn? Di vê pêvajoyê de ketina TÎP'ê ya bi lîsteyên cuda bandoreke çawa li ser encamê dike?
Dema Ked û Azadiyê armanca avabûna xwe pênase dike, soza guhertineke rast ya wek pênasdike dide. ji ber ku armanca damezrandina xwe diyar dike. Bi gelmperî hemû beşên mûxalîf bi îdiaya guhertinê derketin holê, lê ev yek giraniyeke giran a çûna desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Lê em dizanin ku bi bernameyeke bi koktir û demokratîk, populîst, kedkar, azadîxwaziya jinê, çareserkirina pirsgirêkên welat ên kûr pêkan e. Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi vê soz û hevgirtinê re derket holê. Di heman demê de, ew namzetek bû ku valahiyek pir krîtîk tije bike. Helbet bendewariya helwest û pratîkeke yekgirtî ji bo dagirtina van îddîayên mezin pir zêde ye. Em hêvî û daxwaz dikin ku tifaq li gorî vê giranî û bendewariya dîrokî xwedî helwest bin. Lîsteyek cuda rêbazek e ku divê di şert û mercên siyasî yên heyî de neyê tercîh kirin. Di vî warî de divê hêvî û daxwazên hilbijêrên berfireh li ber çavan bê girtin. Rasterast raberkirina îradeya gel a ji bo parlamentoyê heta yek dengî divê wek destpêk bê hesibandin. Ya herî girîng jî, yên di soza ‘Em ê bi hev re biguherin' li hev dicivin, divê ji vê yekê re girêdayî bimînin û di lîsteya yekbûyî de hevpar bibin.
*Bi taybetî nêzîkatiya li hemberê hilbijêrên Kurd hûn çawa şîrove dikin?
Di vê pêvajoya hilbijartinê de em bûn şahidê nêzîkatiyên ku dengdêrên Kurd bi awayekî ne rast û ne adilane tên amûrkirin. Di serdemên hilbijartinên berê de jî hesab û projeyên wiha dihatin pêşxistin, lê em dibînin ku di heyama hilbijartinên 2023’an de ev meyl ji hikûmetê heta muxalefetê hin zêdetir berfireh bûye.
Weke ku herî dawî xuya bû, qadên Newrozê, beşa herî zindî, herî dînamîk a civaka Tirkiyeyê ku bi berdêlên giran di riya aştî û demokrasiyê de israr dike, gelê Kurd e. Ev gel muxatabek dilpak, dermankirina birînên xwe û nêzîkatiyeke siyasî ya dûrî zîhniyeta “Ya dijmîne min î an jî tu mecbûrî min î” heq dike. Tiştekî ku hikûmetê pêşkêşî Kurdan bike tune ye. Lê ji ber ku muxalefet û kesên ku îdiaya hikûmetê digrin, vê dîrokê û rastiya gel wekî tişta esasî nabînin, dibe sedem ku zemîna pirsgirêkê mezintir bibe.