Fezlekeya di derbarê Semra Guzel de ji Serokomariyê re hat şandin

Fezlekeya di derbarê wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hatî amadekirin ji Serokomariyê re hat şandin.

Enqere - Fezlekeya ku der barê wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de hatibû amadekirin ji bo pêşkêşî Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bê kirin, ji aliyê Wezareta Dadê ve ji Serokomariyê re hat şandin.
Semra Guzel bi wêneyên ku hatin belavkirin hedef hat girtin û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derbarê wê de fezleke hat amadekirin. Fezleke ji bo pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê bê kirin, ji aliyê Wezareta Dadê ve ji Serokomariyê re hat şandin.
Semra Guzel diyar kir ku ew ê ji bo pêşketinê rêyên qanûnî bi kar bîne û wiha gotibû, “Nayê qebûlkirin ku wêneyên 5 sal berê hatine desteserkirin, îro di derbarê min de bibin bingeha hewldanên reşkirin, komplo û sûcdarkirinê.”