Femînîst bang li serokwezîr dikin ku rêzê ji jinên Tûnisê re bigre
Çalakvana mafên mirovan û seroka Çavdêrîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Tûnisê, Rîm Hamdî, dibîne ku tişta Tûnisê pêk hatiye darbeyeke li dijî destûrê ye û şîrovekirinek çewt a xala 80’yan e. Li gorî wê, serok nikare meclisê bi tankan bicemidîne.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Tûnisî bi serkeftina şoreşa xwe ya sala 2011’an şa bûn û hêviyên mezin bi wê ve girêdan. Hêviya wan ew bû ew ji krîzên aborî û jiyanî derkevin. Piştî ku wan bi dehsalan tune hatin dîtin, hukumetên li ser desthilatdariyê bi kemberên xwe yên partîzanî nekarîn hewcedariyên gel bi cih bînin û hêzên siyasî destkeftiyên welat bi dest xistin, sozên xwe yên hilbijartinê red kirin.
Bi rastiya astengkirina dîmenê siyasî, tengezariya civakî, buhayên zêde, belavbûna bêkariyê, û têkçûna eşkere ya birêvebirina qeyrana tenduristiyê ya ji ber pandemiya koronayê derket, teqînek gelêrî qewimî. Hemû rewş di vî warî de kom bûn, ji ber vê yekê serhildana bîst û pêncan ji Tîrmeha sala borî derket û daxwaza bidawîbûna pergala serdest kir. Ew jî daxwazên ku serokê Tunisê bi aktîfkirina xala 80 ya destûrê pêk anî.
Der barê çaverêkirina çareyên ji rewşa ku welat di vê heyamê de dijî, piştî biryarên serokwezîr Qeys Seîd ên cemidandina karên parlamentoyê, rakirina parêzbendiya parlamenteran û destpêkirina pêvajoyên hesabpirsînê, ajansa me bi aktîvîstên femînîst re axivî.
“Divê ku serokwezîr qanûna hilbijartinê sererast bike û biçe hilbijartinan”
Çalakvana mafên mirovan û seroka Çavdêrîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Tûnisê, Rîm Hamdî, dibîne ku tişta Tûnisê jiyaye darbeyek li dijî destûrê ye û şîrovekirinek çewt a xala 80’yan e. Li gorî nirxandina wî her wiha ew dibîne ku serok nikare meclisê bi tankan bicemidîne yan jî asteng bike û dibêje ku ya qewimî bandorê li wêneyê Tûnisê dike. Divê serokwezîr qanûna hilbijartinê sererast bike û biçe hilbijartinên pêşwext da ku cîhan ji me re nebêje hûn ehmeq in.
Xala 80’ê ya destûra bingehîn a Tûnisê dibêje ku di xetereyek nêz de ku gefê li yekparebûna welat, ewlehî û serxwebûna wê dike, mafê serokomar heye ku tedbîrên pêwîst bigre ew jî piştî şêwirmendiyê bi serokwezîr, serokê parlamentoyê û agahdarkirina serokê dadgeha destûra bingehîn pêk tê.
ParêzvanaTûnisê ya mafên mirovan nirxand ku hemû daxwazên gel rewa ne û bi diyalog û şêwirmendiyê tên çareserkirin û got; "Ew gelê sade yê ku ji krîza aborî û nakokiyan westiyaye êdî bêriya dîktatoriyê dike.”
“Tûnis xwedî cihêrengiyan e”
Der barê pirsa, ‘gelo ma hukûmetên li pey hev ên ku ji hêla tevgera Ennahda ve hatine damezrandin, berpirsên qeyrana aborî û belavbûna gendeliyê ne?’ de wê got; “Tûnis cih dide her kesê û cihêrengiya wê heye. Em hemû wekhev nafikirin, çima em gelên cîhana sêyemîn, di navbera zik û hişê xwe de, di navbera azadî, rûmet, mafên mirovan de hilbijêrin? Ma qey mafê me tune ye ku em nan, azadî û dadmendiya neteweyî bi hev re bikin yek?”
Rojnamevan û parêzvana mafên jinan a Tûnisê, Amna El-Selîtî jî nirxand ku serokomar Qeys Seîd, di dema rast de tedbîrên pêwîst girtine, ji ber ku welat li ber hilweşînê bû û destnîşan kir ku ev tedbîr bi hewceyî nexşeyeke rê ya zelal in da ku gelê Tûnisê ji pêşeroja xwe û şert û mercên jiyana xwe piştrast be. Biryarên serokatiyê girîng in, li gorî daxwaza gel ku baweriya xwe bi elîtên siyasî winda kir û ji parlamentoyê aciz bûn hat.
Rojnamevana Tûnisê anî ziman ku jin di parlamentoyê de rastî her cure heqaret û şîdeta devkî û fizîkî hatine, bi taybetî dema ku seroka bloka Partiya Destûra Bingehîn a Azad, Ebîr Mûsî, zêdetirî carekê ji hêla hin wekîlan ve hat mehkûmkirin ku bi amadebûna wezîra jinan, Îman Hoymel ku tu tedbîrên hişk negirt.
Qanûna rewşa kesane yek ji destkeftiyên herî berbiçav e
Amna El-Selîtî li ser jêrzemîna Meclisê ya li dijî dayikan axivî û got ku cîgirê bi navê El-Afasî ew wekî “fahîşe" bi nav kirine. Nûnerên partiya Ennahda di heman demê de bi biryarên ku Kovara Rewşa Kesane derxistiye ku dibe yek ji destkeftiyên zagonî yên herî berbiçav ên dewleta Tûnisê, bi guman bû.
Qanûna Tûnisê ya bi navê Rewşa Kesane ku di Tebaxa 1956’an de hat derxistin, li welat di nava rêzeqanûnên pêşketî tê hesibandin. Ew yek ji destkeftiyên herî girîng ên El- Habîb Borqîba ye, beriya ku bibe serokomar tê hesibandin, ji ber ku mebest jê ew bû ku di navbera jinan û mêran de wekheviyê saz bike.
Axêvera me wiha li axaftina xwe zêde kir; "Maf û azadiya jinên Tûnisê di dema belavbûna tevgera Ennahda li ser desthilatdariyê, tehdîd kirîbûn. Wê bawer dikir ku serokê Tûnisê dê dilxwaz be, maf û destkeftiyên jinan biparêze û dê piştgiriya wan zêde bike. Perwerdekirina yekem jina Tûnisê û şandina wê ya fezayê di çarçoveya peymana di navbera ajansa Fezayê ya Rûsyayê û koma "Talent" a Tûnisê de, pêşniyareke ji serokomar re ye.”
Divê ku jinên Tûnisê beşdarî her qada jiyanê bibin
Amna El-Selîtî piştrast kir ku bendewariya femînîst pir mezin e, wê xwesteka xwe ya ji bo jinên Tunisê beşdarî stasyonên pêşerojê û şêwirmendiyên siyasî û aborî û her wiha hêzê bibin anî ziman. Her wiha bang kir ku ji jinan re derfet werin dayîn da ku behremendî û hêza xwe nîşan bidin û ji bo avakirina civakê û rûbirûbûna pirsgirêkan bi îradeyek kolektîf beşdar bibin. Jixwe jinên li Tûnisê 10 sal zilm û zordarî dîtin.
Endama Sendîkaya Niştimanî ya Rojnamegerên Tûnisê, Fewziya EL-Gêlofî, êrîşên li dijî rojnamevanan ji aliyê hin welatiyan ve, nemaze karmendên ewlehiyê, dema ku wan erkên xwe yên pîşeyî pêk dianîn, nirxand û teqez kir ku ev vegera li pratîkên tirsê nîşan dide.
Piştî salan ji ber qeyranan nerazîbûna gel zêde bûye
Li aliyê din, parêzera Tûnisê Duha Talibî dibîne ku piştî bi salan ji nerazîbûna gel û zêdebûna qeyranan û piştî pevçûna vekirî di navbera Serok Seîd û Ennahda de, bûyerên 25’ê Tîrmehê derketin holê da ku pêngavek di riya siyasî de temsîl bike. Biryarên ku ji hêla serokê dewletê ve hatine girtin nedihatin hêvîkirinê ji ber vê yekê li gel Tûnisiyan dengvedanek mezin çêkir.
Parêzera Tûnisê da zanîn ku serok werzek di destûrê de çalak kir, wê banga hakemiyê li ser zimanê aqil kir da ku welat ji rewşa trajîk rizgar bibe.
Duha Talibî tevlî nêrîna Amna El-Selîtî dibe ku rola jinên Tûnisê bilind bibe û zext bê kirin da ku jin tevli hemû şêwran bibin da ku pişgiriya wan a erênî li navendên biryardanê hebe. Wê teqez kir ku divê ew hişmendiya baviksalar ku dibêje cihê jinan tenê mal e were guhertin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin jinên Tûnisê di hukumeta pêşerjê de bi hêz bin, ne tenê di wezareta jinan de û em her dem amade ne ku welatê xwe biparêzin. Em ji Tûnisê ne û Tûnis ya me ye.”