Fatima Sheneeb: Em welatiyan li ser giringiya hilbijartinan agahdar dikin

Li Bingaziyê xebatên hilbijartinê bi hemû leza xwe didome. Yek ji endama komiteya hilbijartinê parêzer û perwerdekar a di Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de cîh digire Fatima Sheneeb da zanîn ku ji bo agahdarkirina gel ka wê çawa xwe ji bo hilbijartinê tomarbikin û bikarin bejdarî hilbijartinan bibin wan komiteyek ya agahdarkirin gel avakirine û bi lez xebatên xwe didomînin.

 
IPTÎSAM EXFÎR
Bîngazî - Piştî destûr hatdayîn û hilbijartinên pêşwext Bingazê diyarbû ku wê di 24’ê Kanuna 2021’an de werin kirin, Bingaziyan bernameyên xwe yên hilbijartinê di nava hemwelatiyan de dan destpêkirin û ji wan xwestin ku beşdarî hilbijartinên pêşerojê bibin û xebatê zêde bikin. Roja herî dawî ya qeydkirinê heta 17’ê Tebaxê bû, êdî ji niha û şonde wê xebatên hilbijartinê bi lez dewam bikin. Li ser mekanîzmaya xebata komiteya hilbijartinê û asta bandora karê wan û piştî destpêkirina xebatên hilbijartinê di tomara dengdêran de zêdebûnek berbiçav heye. Yek ji endama komiteya hilbijartinê parêzer û perwerdekar a di Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de cîh digire Fatima Sheneeb ji ajansa me re axivî.
“Ji bo hilbijartinan me dest bi hamleyên hişyariyê kiriye”
Fatima Sheneeb di derbarê girîngiya beşdarbûna hilbijartinan de wiha got: “Em dizanin di 24’ê Kanûna 2021’an de mafê me yê hilbijartinê heye. Pêdivî heye ku hemû kes bizanibe hilbijartin çiye û bernameya me daye pêçiya xwe çawaye. Em bejdarvanan di aliyê hilbijartinê de agahdar dikin. Me di serdema çûyî de bi riya axaftinên kolanan û malperên tora civakî dît ku xemsariyek di qeydkirinên hilbijartinan de heye. Ji ber vê me li ser asta Lîbyayê dest bi hemeleyên hişyarkirinê kir. Em wek komiteya hişyarkirinê li  herêmên Rojhilat, Rojava û Başûr jî hatin perwerdekirin, pişre em her yek li gor herêma ku têde niştcih dibin hatin erkdarkirin. Mînak, min Nexweşxaneya nexweşên Şekir hişyar kir. Bi rêya axaftina bi wan re min dît ku hejmarek zêde xwe qeyd nekirine. Di vir de min dest bi nasîna mafên wan di tomarê de kir da ku bi karibin kesê ew guncew dibînin hilbijêrin. Em hêvî dikin ku jimara hilbijêrên tomarkirî di pergala hilbijartinê de zêde bibe.”
“Dengên me, mafê me ye”
Fatima Sheneeb diyar kir ku girîngiya tomarkirina di hilbijartinan û ezmûnên berê yên ku Lîbyayê di deh salên çûyî de têra derbas bûyîna ji Kongreya Neteweyî heya Parlamenê û pişre jî Komîteya şêstî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xemsariya dengdayînê bû sedema serkeftina kesên ku ne layîqî serkeftinê ne. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku piraniya gelê Lîbyayê xwe tomar bikin, ji ber ku ev hilbijartin a me ye û ev deng me mafê me ye. Em wekî komiteya şiyariyê, bernameya me di 17 ê Tebaxê de qediya. Me hewil da ku em bala xwe bidin cihên ku tijî mirov lêne wan agahdar bikin. Piştî wê, mafê tu kesê ku xwe tomar neke tuneye ku roja hilbijartinê were û dengê xwe nede. Hem bi rêya medyaya civakî, hem jî bi civîn û tevgerên cuda me wekî komiteya hişyariyê xwe gihand gel. Di van du rojên çûyî de me rêjeyek zêde di pergala qeydkirinê de dît.”
 “Armanca me ya sereke belavkirina hişyariyê ye”
Fatima Sheneeb li ser karê komiteya hişyarikirinê jî got ku ew wekî tîmekê ne, her komiteyek bernameyek xwe heye û wiha dom kir: “Em wekî tîmek a komiteya hişyariyê dixebitin. Me li gor hewcedariyê her sefîrek li cihekî taybet belav kir da ku bi me re dubare çênebe. Ji ber vê me berê xwe da hemû deverên ku kombûn lê zêde ye, dibe ku em her tim dû yan sê kes bi hev re li cihekî me kar dikir û di dawiyê de jî aramnca me ya sereke belvkirina hişyariyê ye.”
“Xebata me dilxwazî û hewildanek kesane ye”
Endama komiteya hilbijartinê parêzer û perwerdekar a di Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de cîh digire Fatima Sheneeb da zanîn ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, piştgiriya locîstîkê di aliyê çapkirina broşuran de girt ser milê xwe û wiha got : “Xebata me dilxwazî û hewildanek kesane ye. Di dema kampanyaya de ez di wateya giştî de rastî şîdetê nehatim. Karê me wekî komiteya hişyarkirnê hewce dike ku hay ji hewcedariya dengdanê hebe û ji gel re bêjin ku armanca me hişyarkirina bi girîngiya dengên wan di dema hilbijartinan de ye. Niha em di qonaxa tomarkirinê de ne, ji bo hemû beşên civakê hişmendiyê bilind dikin û bernameyek ji bo navnîşan û qanûna hilbijartinê heye ku emê paşê li ser bixebitin. Ez wekî komiteya haydarbûnê peywira min ewe ku ez her kesê ku 18 salî jortir, li ser girîngiya qeydkirina di hilbijartinan de agahdar bikim. Rast e min girîngî da jin û kategoriya ciwanan, lê me tu kes, nemaze yên temen mezin dûr nexist û me alîkariya hin kesan kir ku bi rêya telfonên xwe tomar bikin.”