"Ez pişta xwe nadim kotayê û bawerdikim ku bi xebatê serkeftin pêkan dibe"

Ji namzetên jin ên ku di hilbijartinên Iraqê yên meha cotmehê bên lidarxistin de Nisan El – Zayer diyar kir ku piştevaniya jinan ji bo wan bese ku di hilbijartinan de encamên giring bigirin û got: “Jin ji mêran baştir bi baldarî li ser karê xwe disekinin, ya herî baş jî diziyê nakin. Ev bi şopandinê dikare bê piştrast kirin. Ji tecrubeyên berê jî hatiye dîtin ku jina parlamentera Iraqî piştî ku di hilbijartinan de bi ser ket bêtir bi dengdêrên xwe re di danûstandinê de bûye.”

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda – Piştî sala 2003'an, bi şermokî jî be qada siyasetê de hebûna jinan zêdetir xwiyayî bû, tayîbetî dema di aliyê zagonî de hebûna xwe teqez kirin di Meclisa Nûneran de ji sedî 25 cîh girtin. Her çu jinan di nava siyasetê de xebatê xwe fireh kirin û pêre jî baweriya welatiyan qazanc kirin. Êdî bi awayek berbiçav ferqa dinavbera parlementerên jin û mêr de tê dîtin ku jin zêdetir bi baldarî karê xwe dikin û ya herî giring jî diziyê nakin. Di hilbijartinên ku dê di meha cotmehê de bê kirin tevgerên nû yên di dema xwepêşandanên girseyî yên li Iraqê derketine pêş jî dê bikevi hilbijartinan. Tevgera Dirêjkirinê tevgerek siyasî ye ku piştî xwepêşandanên girseyî yên li Iraqê derket holê ku daxwaza guhertin û başkirina rewşa aborî û jiyanê kiribû. Ji namzetên li ser navê Tevgera Dirêjkirinê dê li parêzgeha Zîqar bikeve hilbijartinê Nisan Al-Zayer a sala 1976’an hatiye dinê di derbarê xebatên wan ên hilbijartinê de agahiyên giring bi ajansa me re par kir. 
 “Piştevaniya jinan ji bo me bese ku di hilbijartinê de bi serkevin” 
Nisan El-Zayer da zanîn ku welatiyên biçin ser sindoqan çî jin dibe çî mêr dibe xwedî yê  wê têgihiştinê ne ku dengê xwe bidin namzetên ji bo wan xebatê bikin û wiha berdewam kir: "Ez bawer dikim ku jin têra xwe xwedî hişmendî ne ku mêr an jina herî guncaw hilbijêre ku daxwazên dengdêran û ya ku ew pê bawer dike misoger bikin."
Nisan El-Zayer bilêv kir ku her çendî şansê jinan li gorî yê mêran kêm be jî ew bi xebata xwe bawer dikin û wiha dom kir: “Her çendî şansê namzetên jin li gorî yê namzetên mêr kêmtir be jî bi xebatê xwe didin dîtin û teqez dê bi vê yekê jî serkevin. Di pêvajoyên dawiyê de ev bi awayek berbiçav hatiye dîtin ku jin ji mêran baştir bi baldarî dixebitin. Ji ber wê jî bawerdikim jin kotaya ji bo wan hatî diyarkirin derbasbikin û bigihin asta ku wan haq kiriye.”
 “Baweriya bi namzetên jin zêdetire”
Têkildarî nûnertiya jinan di parlamontoyê de Nisan El-Zayer ev nirxandin kir: "Jin ji mêran baştir bi baldarî li ser karê xwe disekinin, ya herî baş jî diziyê nakin. Ev bi şopandinê dikare bê piştrast kirin. Ji tecrubeyên berê jî hatiye dîtin ku jina parlamentera Iraqî piştî ku di hilbijartinan de bi ser ket bêtir bi dengdêrên xwe re di danûstandinê de bûye. Jinên parlementer hem li derdora xwe hem jî li devera ku lê xebitîne bêtir karîne xwe bi welatiyan bidin pejirandin.”
Nisan Al-Zayer destnîşan kir ku hewceye ji nîvî zêdetirê Meclîsa Nûneran jin bin, ji ber kapasîteya xebatên jinan ji a mêran zêdetire û hesta berpirsiyariyê li gel wan zêde ye.
Li ser sedema pêşvebirina hilbijartinan, Nisan El-Zayer dibêje ku ev raman piştî bûyerên Cotmehê û xwesteka guhestin û başkirina rewşa welêt dest pê kir, ji ber ku guhertin divê bi navgîniya kesên ku bi nûneran bi riya hilbijêran hildibjêrin e û di derbarê bernameya xwe ya hilbijartinê de jî ev tişt anî ziman: "Bernameya min a hilbijartinê mîna her bernameya hilbijartinê ye ji bo her parlamenterekî berê, tenê cûdahî di hewildana biserxistina wê de ye."
Di bernameya Nisan El-Zayer a hilbijartinê de lêgerîna derxistina qanûnên li parlamena Iraqê  yên girêdayî jin, zarok û malbatê ne û girîngî dayina kategoriya ciwanan û daxwaz dike ku bibe nûnera parêzgeha Iraqê Zîqar, ji ber şahidiya xwepêşandanên girseyî yên ku banga guhertinê dikin bûye. Di nava wan xwepêşandanan de jî rola xwe lîstiye û pêşengî kiriye.