Evîn Siwêd: Dewleta tirk bi alîkariya destwerdanên derve dagirkeriya xwe rewa dibîne

Hevseroka Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Diblomasiyê Evîn Siwêd siyaseta dewleta tirk her wiha gef û êrîşên wê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Dewleta tirk di encama siyaseta faşîzan de gelek aloziyên aborî û civakî afirandiye. Her wiha bi êrîşên li ser herêma me hemû pîvan, zagon û hevpeymanan binpê dike, bi alîkariya destwerdanên derve vê dagirkeriya xwe rewa dibîne. Em aliyekî bingihîn in di çareseriya aloziya li Sûriyeyê de pêwîst e dewletên navneteweyî bi rengekî cidî vê yekê bigrin dest û rê li ber xeterên dewleta tirk bigrin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Dewleta tirk bi armanca ku xwe ji aloziyên aborî yên di hundirê dewleta xwe derxe û bala civaka Tirkiyeyê bikşîne destkeftiyên derve, careke din herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehdîd dike. Êdî beriya bidawîbûna hevpeymana Lozanê dixwaze piraniya xaka Sûriyeyê dagir bike û vê dagirkeriya xwe bi destwerdanên derve rewa bike. Niha rojeveke nû li ser nexşeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daniye û dixwaze seranserî riya M4 dagir bike û dîsa mirovan bi qetilkirin, koçberî û talankirinê re rû bi rû bihêle. Têkildarî mijarê Hevseroka Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Diblomasiyê Evîn Siwêd nirxandin kir. 
Siyasetên faşîzan ên dewleta tirk
Evîn siyaseta dewleta tirk şîrove kir û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Dewleta tirk ji gelê Tirkiyeyê û cîhanê re dide nîşandan ku ew xwedî nêrîneke demokratîk e û rêzdariya hemû dengeyên siyasî, maf û demokrasiyê digre û ji bo aloziya li Sûriyeyê jî xwe weke aliyekî çareseriyê pênase dike lê di rastiyê de dewleta tirk siyaseteke faşîzan bi riya AKPû MHP’ê li ser tevahî gelan dide ferzkirin. Siyaseta dewleta tirk xwe dispêre şer, çewisandina mafên mirovan û zagonên ku ji bo sîstema dewleta xwe jî pejirandiye ew bi xwe binpê dike. Di encama vê siyaseta faşîzan de gelek aloziyên aborî û civakî afirandiye û yên li dijî vê yekê serî hildidin tên girtin û qetilkirin. Ne tenê di hundirê dewletê de, Tirkiye di qada navneteweyî de jî hemû pîvan, zagon û hevpeymanan binpê dike, ji bo wê têkiliyên wê yên derve û hundir faşîzma wê radixin ber çavan. Destên dewleta tirk di nava gelek şeran de heye yanî kerektera wê bûye kerektereke faşîzan ku li her deverê dixwaze dagirkeriya xwe mayinde bike û hebûna xwe ya ne rewa li ser civakan bide ferzkirin. Herger em îro binêrin, em ê bibînin ku li Lîbya, Tûnis, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê û li Sûriyeyê xeyalên xwe yên Osmanî zindî dike û bi alîkariya destwerdanên deve vê dagirkeriya xwe rewa dibîne.”
“Dewleta tirk li dijî çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê dixebite”
Evin bal kişand ser armancên dewleta tirk bi dagirkerikirina herêmên weke Minbic, Til Rifet, Kobanê û Eyn Îsa û wiha pêde çû: “Gefên dewleta tirk li ser herêmên me, ne nû ne û heger em bêjin nû ye yan jî şerê wê li ser axa me bi dawî bûye em ê bikevin şaşîtiyan. Dewleta tirk ji destên wê bê dê her bostek ji axa Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike bin dagirkeriya xwe, armanca wî ew e ku sîstema di nava herêmên me de hatiye avakirin hilweşîne û wisa bike ku mirovên civaka me di bêîstîqrariyê de bijîn. Yanî bi rengekî ku her hun ê rastî şer û qirkirinê bên. Îro di tevahî cîhanê de mijara çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê tê nîqaşkirin lê dewleta tirk li dijî wê kar dike. Dixwazin careke din çeteyên ku bi salan e wan perwerde û xwedî dike berde herêmên me û planên xwe yên qirêj pêk bîne. Armancên dewleta tirk bi dagirkerikirina herêmên wekî Minbic, Til Rifet, Kobanê û Eyn Îsa ew e ku hevgirtina gelê herêmê têk bibe û tabloya têkoşîna gelan bi rengê tarîtiya xwe xêz bike.“
“Dengê Sûriyeyiyan li hemberî êrîşên bi vî rengî pir girîng e”
Evîn da zanîn ku dewleta tirk di nava hewldanên qezenckirina erêkirina ji Amerîka û Rûsyayê de ye ku herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Têkildarî vê mijarê wiha şîrove kir: “Em hemû dizanin dewleta tirk koleyê civaka navneteweyî ye û dewletên derve ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn her dem wê bi kar tînin. Di rastiya xwe de tu dewlet ji dewleta tirk razî nîn e, dewletên hegemon baş difikirin beriya gavan pêş ve bavêjin a girîng ji bo wan ew e ku berjewendiyên xwe biparêzin û dewleta tirk tenê amûrek e. Helbet siyaseteke hevbeş li ser projeya me ya demokratîk û herêma me hene û em baş dizanin ku dîsa lihevkirinên pişt perdeyê hene lê ya girîng ew e em bi şêweyên rast van gef û êrîşan red bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo çareseriyeke mayinde di hundirê Sûriyeyê de dengê Sûriyeyiyan li hemberî êrîşên bi vî şiklî pir girîng e û em bi hêvî ne ku gel bi rihê berxwedanê tevbigerin. Heya niha dewleta tirk erêkirinek ji dewletên serwer weke Amerîka û Rûsyayê negirtiye lê her di nava hewldanan de ye, ji ber dewletên faşîst zû bi zû ji biryarên xwe venagerin û bi her cureyan wê hewl bidin faşîzma xwe pêk bînin.”
“Dewleta tirk li seranserê Kurdistanê êrîş dike”
Evîn bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Dewleta tirk baş dizane yekitiya Kurdan hêza herikîna têkoşîn û serkeftinê bi xwe re tîne, ji bo wê li seranserî herêmên Kurdistanê êrîş dike da ku bala mirovan bikşîne û her kesê bi tirsa van êrîşan bide fikirandin. Dewleta tirk aliyekî bingehîn e di nakokiyên di navbera Kurdan de û ji van nakokiyan qezencên bi sûd digre. Dewleta tirk naxwaze rengê Kurdên berxwedêr bibîne mînak dema şerê Kobanê ew yekitiya Kurdan wiha derket pêş vê yekê nerehetiyek bi dewleta tirk re çêkir. Ji bo wê bi siyasetên çewt yekitiya Kurdan nepejirand û bi xapandinan hin aliyên Kurdan girtin nava xwe. Bi gelek cureyên êrîşan bi ser herêmê ve hat lê vîn û baweriya gelê me jê bi hêztir bû û dikaribû heya roj îro li ser lingan bimîne.”
“Em ê ji bo jiyana bi rûmet li ber xwe bidin”
Evîn wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Bi qasî deh salan e em di nava êrîşan de dijîn ji êrîşên aborî heya siyasî li ser me didomin. Lê bi wê sekna gelê me em ê xeterên li ser şoreşê bi dawî bikin û ji bo jiyana bi rûmet li ber xwe bidin. Em aliyekî bingihîn in di çareseriya aloziya li Sûriyeyê de û pêwîst e bi vî ruhî em berpirsyariya têkoşîna li hemberî hemû xeteriyan bikin erka xwe.”