Endama MSD’ê: Ji bo parastina destkeftiyan yekîtiya jinan girîng e

Endama Mekteba Têkiliyên Dîplomasiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derya Remezan der barê êrîş û planên li ser herêmê de got, “Dewleta tirk dixwaze projeya netewa demokratîk di şexsê jinan têk bibe” û li dijî êrişan banga yekîtiyê li jinan kir.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Endama Mekteba Têkiliyên Dîblomasiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derya Remezan êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina jinan her wiha mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve û planên ku li dijî Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin nirxand.

Jinên bûn pêşenga şoreşê tên hedefgirtin

Derya Remezan a bi nêzbûna 11’emîn salvegera Şoreşa Jinê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bipêş ket bal kişand pêşengiya jinan a ji bo şoreşê û wiha got: “Jinan ne tenê ji bo doza xwe serî hildan, ji bo doza gelê ku di bin zordariya pergalan de çiqas zor û zehmetî kişandine meşa azadiyê dest pê kirin. Şoreşa ku dixwest li aliyekî ve jin azad bibin û li aliyê din jî civakê bi xwe re azad bike, îro hedefa dijminan e. Di hemû qadan de jinan kedeke bêhempa dan, bûn sembolên cîhanî û di cihên herî girîng de xwedî biryar bûn ji bo wê em dibînin êrîşên herî zêde li ser wan tên kirin.”

‘Ji îradeya jinan ditirsin’

Derya Remezan anî ziman ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyek aştiyane pêşkêşî hemû jinan kirin û wiha berdewam kir: “Dijminên jinan di metirsîna xwe de ne bê heya çi astê wê projeya jinan bandorê li hemû jinan bike û dê li hemberî jinên xwedî hêrs rû bi rû bimînin. Bûyerên ku der heqê jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên mînakên ber çav in ku çiqas dijmin ji îradeya jinan bitirsin. Heya berî çend rojan jî balafirên keşfê yên dewleta tirk Nûnerên Rêveberiya Xweser Yusra Derwîş û Leyman Şiwêş hedefgirtin. Berî van herdu jinan jî dewleta tirk jinên fermandar, siyasetmedar, çalakvan û jinên sivîl ên ku xebatên civakî din hedef digre. Ev tenê armanceke diyar dike ku dewleta tirk dixwaze pêşengên ku vê şoreşê birêve dibin tesfiye bike. Dixwazin projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê jin têk bibin.”

Rewşa jinên li heremên hatine dagirkirin

Derya Remezan a derbarê polîtîkayên qirkirinê yê li heremên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bersiva pirsê me da anî ziman ku li van hereman herî zêde jin bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû dimînin. Derya Remezan a got “Tevî zor û zehmetiyên di bin dagirkeriyê de jî jin koletiyê qebûl nakin” wiha pêl da axaftina xwe: “Dewleta tirk baş dizane jin li ku derê bin wê bi xwe re şoreşê ava bike ji bo wê herî zêde êrîşên xwe dibe li ser jiyan, destkeftî û nirxên jinan. Jin xwedî sekneke wisa ne ku dijmin hesab ji wan dikin. Dewleta tirk û çeteyên xwe bi hemû hewldanan dixwazin rê li ber azadî û pejirîna jinan bigrin. Lê êdî ev dijmin nikare rê li ber îrade, jiyan û azadiya jinan bigre. Ew bi xwe jî di wê ferqê de ne ku jin xwedî îrade be şoreşa wê li ku derê be wê bi ser bikeve.”

Mijara DAIŞ’ê xeteriyek mezin e: Nêzî 60 hezar DAIŞ’î girtî ne

Derya Remezan a bal kişand li ser rewşa girtiyên DAIŞ’î û hewldanên çareseriyê ya Rêveberiya Xweser bal kişand li ser bangên Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên ku herî zêde jî li dijî jinan sûc kirine. Derya Remezan anî ziman ku piştî hemleya Baxozê ya ku dawî li DAIŞ’ê hat anîn û heta roja me ya îro Rêveberiya Xweser bang li cîhanê dike ku bên çeteyên xwe bibin, destnîşan kir ku heya niha tu helwestên cidî ji aliyê hêzên berpirsiyar ve nehatine nîşandan.

‘Jinên tên hedef girtin li dijî DAIŞ’ê şer kiribûn’

Derya Remezan wiha domand: “Herêma me bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye bi qasî 60 hezar çete di zindanên herêmê de hene û heya niha bi hemû derfetên xwe em parastina cîhanê ji xetera wan dikin. Ev erk ne erke me tenê ye, ev erka hemû dewletên navneteweyî ye ji ber piraniya çeteyan hemwelatiyên wan in. Herî dawî Rêveberiya Xweser biryar da ku doza darizandina van çeteyan bê çareserkirin, bi vê biryarê re dewleta tirk ji bo parastina DAIŞ’ê bike dîsa êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Bila cîhan ji bîr neke ku ev jinên îro tên hedefgirtin welatên wan ji terorê xelas kirin, ji bo wê pêwîst e xwedî helwest bin li hemberî hedefgirtina jinan.”

‘Sedema bingehîn a dirêjkirina aloziyê dewletên hegomon in’

Derya Remezan bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ku sedema bingehîn a dirêjkirina aloziyê, dewletên hegomon in û wiha pêde çû: “Em di pêngavên dîtina çareseriyeke mayinde de ji bo Sûriyeya demokratîk de ne. Dewleta tirk bi tena xwe êrîş nake û nikare biryara wê bide, helbet aliyên ku dixwazin rê li ber çareseriyê bigrin di tevgerê de ne. Di gelek civîn, hevdîtin û lihevkirinên wan de planên li ser herêma me diyar bûn. Em hemû dizanin di van civînên wan de kî bi hev re rûdinin û planên wan ên destpêkê çi ne? Berjewendiyên dewletan sedema bingehîn a derengmayîna çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ye. Hikûmeta Erdogan piştî hilbijartinên xwe krîza xwe ya hundirîn dîsa derdixe derve û bi bihaneyên vala êrîşî herêmên me dike. Herêmên me û Sûriye bi giştî jî bûne qurbaniyên şerê dewletên hegomon. Ji bo wê ev dewletên hegomon dixwazin her dem krîz di Rojhilata Navîn de hebe û tîcareta xwe li ser hesabê gelan pêk bînin.”

Banga têkoşîn û yekîtiyê

Derya Remezan banga serhildanê li tevahî jinan kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jinên ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” xwe bi rêxistin kirine pêwîst e di hemû cîhanê de destekê bidin hev. Ger em bixwazin qirkirinên li dijî jinan bên rawestandin divê helwest, biryar û sekna me jinan xurt be. Bûyerên hedefgirtina jinan wê me lawaz nekin, ji ber ku ji dema me mafê azadiya xwe xwestiye ve heta niha me hemû êrîşên dijminan dane ber çavên xwe. Desteka jinan ji hev re wê bandoreke giştî li raya cîhanî bike û qirkirinên li dijî jinan bên rawestandin.”