Endama Kongra Starê: Ji bo alîkariya jinên Efganî em amade ne

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed behsa pêvajoya ku jinên Efganistanê tê de derbas dibin kir û li ser rê û rêbazên çareseriyê axivî.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di 15'ê Tebaxa 2021'ê de tevgera Talîban rêveberiya welat a Efganistanê desteser kir. Talîban careke din piştî sala 2001'ê bû desthilatdar û pê re êdî rewş û destkeftiyên jinan ketin xeterê. Bi hatina Talîbanê re li Efganistanê rewşa jinan her ku diçe xirabtir dibe, ferzkirin û qedexeyên ku ji aliyê Talîbanê ve li ser wan tê ferzkirin zêde dibin. Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed pêvajoya ku jinên Efganistanê dijîn nirxand.

Rûken Ehmed wiha behsa têkoşîna jinên Efganistanê li hemberî desthilatdariyê dike: "Piştî hatina Talîbanê li ser desthilatdariyê rewşa jinan ket pêvajoyeke krîtîk. Hinek salan mafên jinan ê xwendinê hat dayîn ku di zanîngehan de bixwînin û hinek salan jî ji mafê xwe yê herî xwezayî hatine bêparkirin. Qonaxên ku berê jinên Afganistanê tê de derbas bûne, dişibin ên ku îro pê re rû bi rû dimînin. Di sala 1990'an de jî heman pêvajo hat jiyîn, li hemberî vê jî tevger û rêxistinên jinan bêdeng neman. Yek ji wan rêxistinên pêşeng jî Komeleya Şoreşger a Jinên Efganistanê (RAWA) yekemîn rêxistina jinan bû. Jinan bi riya wê li hemberî hemû tevgerên hebûn û nasnameya wan diçewisîne, têkoşiya û siyaseta serîtewandinê nepejirandin."

Maf û destkeftiyên ku jinan bi dest xistibûn

Rûken Ehmed got ku şaşîtî û xeletiyek dîrokî ye jin îradeya xwe bispêrin hêzên navneteweyî û wiha pêl da gotinên xwe: "Jinên Afganistanê, di dema serweriya Amerîkayê de hêz û îradeya xwe spartibûn wê lê belê ev şaşîtiyeke dîrokî bû. Dema Amerîka vekişiya jî di nava civakê de bêhêvîtiyeke mezin bi xwe re anî û bi tenê hatin hiştin. Ger civak û jinan xwe bi îrade kiribûna wê rewşa wan ne ev bûya û herî kêm wê hêza têkoşînê di navberê de hebûya. Divê ku ji vê sûd bigrein û wekî waneyeke dîrokî lê binêrin, ji ber jin bi vîn û îrade nebin çiqas hêz herin û werin jî wê tu guhertineke cidî ku xizmeta wan bike, çênebe. Em çima vê dibêjin, ji ber dema Talîban dîsa hat ser desthilatdariyê ew maf û destkeftiyên jinan ên ku ne bi îrade, têkoşîn û şoreşa xwe bi dest xistibûn ji dest wan derketin."

'Em li kêleka we ne'

Rûken Ehmed da xuyakirin ku têkiliyên wan bi jinên Afganistanê re hene û wiha domand: "Ruxmî hatina Talîbanê li ser desthilatdariyê jî têkiliyên me bi jin û rêxistinên Efganî re hene. Di her gavê de me piştgiriya wan dikir û binpêkirinên Talîbanê şermezar dikir. Gotinên me ji xwe re perspektîf digrin. Ji ber di Rojhilata Navîn de diyar e ku tevgerên îslamî yên radîkal li ser hesabê qirkirina jinan, zagonên xwe didin rûniştandin, di serî de jî Talîban û DAIŞ. Ji ber wê ye, parastina destkeftiyên jinan li her devera cîhanê girîng e, ji ber doza jinan yek e. Rewşa jinên Afganî di dilê me de êşeke kûr dide çêkirin. Em di her gava davêjin de li kêleka wan in. Her dem ji me dipirsin dibêjin; divê em çawa xwe birêxistin bikin, em çawa şer û têkoşînê li hember Talîbanê bimeşînin. Heta di mijarên parastinê de jî. Nîqaş û diyalogên me bi jinên Afganî re li ser bingeha perspektîfdayinê ne. Jinên Kurd ji xwe re wekî hêz dibînin û îlham ji têkoşîn û berxwedana wan digrin."

Pêwîstiya hevgirtina jinan

Rûken Ehmed hevgirtina jinan wekî xaleke girîng anî ziman û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hevgirtina jinan mijareke pir girîng e. Li gorî perspektîfên ku me da jinên Afganî ew e ku bikaribin li ser mijarên bîrdozî li hev bikin û hevgirtineke ku tu hêz nikaribe wê bihejîne û hilweşîne, ava bikin. Gelek rêxistinên jinan dixwazin di destûrê de zagonan bêyî ku di asta civakî de guherînekê çêbikin, bi dest bixin. Bêguman em van mijaran jî bi hev re parve dikin û bi taybetî mijarên ku bikaribin wekî jin xweserbûna xwe bidin avakirin. Ji ber ku ger di warê fikir de tu nikaribî xwe biparêzî, ne pêkan e tu bikaribî bedena xwe li hemberî êrîşên cur be cur biparêzî. Em hewl didin di warê fikrî de bi jinên Afgan re diyalogan çêbikin û bikaribin bi hev re perwerdeyan bibînin û bistînin. Ya girîng di warê xweser de xwebirêxistinkirin e, paşê dikarin ji aliyê giştî civakê re pêşengiyê bikin bi mînaka şoreşa jinan."

'Li gorî giraniya pêvajiyê tevbigerin'

Rûken Ehmed da payin ku ji bo rê li ber xeteriyê ku destkeftiyên jinan dixin metirsiyê were girtin pêwîstî bi tifaqên giştî di asta cîhanî de heye û wiha pê de çû: "Jinên cîhanê ji van tîfaqan re vekirî ne. Ji bo ku em tifaqa giştî bi dest bixin pêwîst e tifaqa navxweyî ava bibe. Li hundirê welat û derveyî wî pêwîst e jinên Afgan xwe birêxistin bikin, di warê parastina cewherî û leşkerî de divê ku jin êdî gavan biavêjin. Ev jî têrê nake divê jin di asta siyasî de bibin xwedî biryar. Divê ev rêxistin di asta jinên pêşeng de nemîne, derbasî nava rehên civakê bibe. Pêvajoyeke giran e ji lewre hêzeke girantir a jinan û civakê jê re lazim dike."

‘Çi pêwist be em amade ne’

Rûken Ehmed bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Divê jinên Afganistanê dest ji xwe û têkoşînê bernedin, teslîmiyetê nepejirînin û nebêjin ev qedera me ye. Em ji jinên Efganistanê bawer in, jinên têgihîştî, zana û xwendevan in û divê ev zanist xwe bispêre hêza hundirîn. Pêwîst e jinên Afgan tifaqên xwe çêbikin û firehtir bikin. Em jî hazir in, çi pêwîst bibe di warê perwerdedayîn û piştgiriyê de, em ê bidin. Ji ber îdiaya me ew e ku em destkeftiyên şoreşa jinan bikin malê hemû cîhanê."