“Encamên hilbijartinan dê ji bo Femînîstên Filastînê cûda be”

Endama Meclîsa Niştimanî ya Filistînê siyasetmendar Cihad Ebû Zinêd a di hilbijartinên 22’ê Gulanê de weke namzet hatiye nîşandan û di nava xebatên hilbijartinê dene diyar kir ku encamên hilbijartinên pêşiya wan wê ji yên borî cudatir be, ew jî dê guherînên di encama xebatên tevgera feministên Filistînê de bên kirin nîşan bide.

TEHRÎR BENÎ SAXIR
 
Ramalah –  Piştî  15 salan dê 22’ê Gulanê hilbijartinên rêveberiyê û 31’ê Tîrmehê jî hilbijartinên serokomariyê bên kirin. Di heman demê de hilbijartina Meclisa Niştîmanî ya Filistînê jî di 31’ê Tebaxê de ne.  Endama Meclîsa Niştimanî ya Filastînê Siyasetmendar Cihad Ebû Zinêd a ku weke namzet di hilbijartinên 22’ê Gulanê yên rêveberiyê de hatiye nîşandan û dest bi xebata hilbijartinê kiriye ji ajansa me re di van hilbijartinan de rola jinan nirxand. 
Cihad Ebû Zinêd dest nîşan kir ku tevlîbûna jinên Filastînê di xebatên hilbijatinan de xala herî girînge ji bo guhartina welat û wiha domand: “Ji ber ku jin a herî zêde êş û azaran li hember dagirkeriyê dikşîne û li berxwe dide ye, ji bo wê jî herî zêde hewceye ew xwe tevlî xebatan bikin. Beşdarbûna wê ji hilbijartinan re ji bo pêşerojek nû ji nifşên pêşerojê re girînge. Di heman demê de  ew ê parastina EL Qudis ê û di mecrayên biriyardayînê de berpirsiyariya welatiyên Filastînê rake ser milên xwe.”
“Divê despêkê jinên Filistînê di siyasetê de vîna xwe bidin dîtin” 
Cihad Ebû Zinêd bal kişand ser destûra El Kuta ya hatî dayîn ku jina Filastînî dibe demekê di warên jiyanî û civakî de cih bigire û got: “Divê destpêkê jin di warê siyasî de ji bo guhartin û veguhartinê xwe îsbat bike, lê jin dikare cih di hemû waran de bigire ji ber ew afrînerê civakî û aborî ye. Îro jin wê ji sadî 30’î dengê gel bigire û wê guhartinan bi rêve bibe.”
Cihad da zanîn ku ger welatiyên Filistînê di hilbijartinê de dengê xwe nedin wê û neyê hilbijartin jî dê xebatên xwe bidomîne û weke namzet hatina nîşandayîn jî ji bo xwe weke wesîleya hîn zêdetir karkirinê dibîne.
Serokê Filastîn Mehmûd Ebas rojên hilbijartinên yekem car dê piştî 15 salan bên kirin diyariye. Rojên hilbijartinê wihane; di 22’ê Gulana sala 2021’an de hilbijartinên rêveberiyê, 31’ê Tîrmehê hilbijartinên serokomariyê, 31’ê Tebaxê jî hilbijartinên Meclisa Niştîmaniya Filistînê ne.
Cihad Ebû Zinêd?
Cihad Ebû Zinêd endama berê ya Meclîsa Şoreşgerî ya Tevgera Feteh, biryargera komîteya El Qudis a Meclîsa Niştimanî ya Filistînê, endama komîteya jin di Parlemetera hewzê navîn, yek ji jinên yekem avakerên navenda femînîst li wargeha Şifaet sala 1992’an, endama Meclîsa Rêvebir a yekîtiya giştî ya jinên Filastînî, endama desteya rêvebir ya Yekîtiya komîteyên jinên karker ya Filastînê û endama Parlementera keşifkirina Ereban.