Emîna Omer: Xetera êrîşên dewleta tirk rê li ber diyalogên siyasî digre û aloziyê kûrtir dike

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer têkildarî gefên dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Niha siyaseteke qirêj li ser rûyê erde tê meşandin dewleta tirk jê re pêşeng e."

Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker bi hinceta avakirina herêmeke bi ewle li sînorê xwe careke din gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, bênavber gelek bajar û gundewaran li herêmê topbaran dike. Dewleta tirk dîsa dixwaze tevliheviyê û şerekî dijwar li herêmê bide destpêkirin tevî ku di sala 2019’an de tfaqa agirbestê bi dewletên weke Amerîka û Rûsyayê re îmze kiriye ku li herêmê êrîşên xwe rawestîne jî her dem em dibînin dewleta tirk tu tifaqan napejirîne. Ev demek e vegra koçberên Sûriyeyê kiriye rojevê û niha jî li herêmên ku qaşo bi ewlehiyê bi nav dike di nav tevlihevî û nerazîbûneke mezin de ye. Têkildarî van mijaran Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîna Omer nirxandin kir.

“Dewleta tirk bi van êrîşan xeteriyeke mezin li ser tevahî cîhanê çêdike”

Emîna Omer armanca gef û êrîşên dewleta tirk nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Îro em di pêvajoyeke hesas de derbas dibin ji ber her diçe gefên dewleta tirk û xeyalên wê li ser axa Sûriyeyê zêdetir dibin. Pêwîst e em tenê di aliyê şer û dagirkeriyê de vê mijarê negirin dest ji ber dewleta tirk dixwaze hin destkeftiyên siyasî di vê mijarê de qezenc bike. Armanca dewleta tirk ew e ku berî tifaqa Lozanê bi dawî bibe erdnîgariya Sûriyeyê tevî axa xwe bike û di vir de jî dixwaze bi erêkirineke navneteweyî be. Yanî em bibêjin ev ax jê re bibe weke maf. Ya din jî dixwaze Sûriyeyê parçe bike, aloziya wê dirêj bike da îstîqrareke mayinde çênebe û bala hemû dewletan bikşîne ser kiryarên xwe yên li ser welatên din. Ger operasyona leşkerî careke din ji aliyê dewleta tirk ve çêbibe wê gelek xeteriyan bi xwe re bîne ji ber dîsa em ê bi koçberî, têkçûna ewlehiyê û zindîbûna DAIŞ’ê re rûbirû bimînin. Dewleta tirk wê xeteriyeke mezin li ser tevahî cîhanê bi vê êrîşa xwe re bîne ji ber îro ne tenê gelê me li herêmê dijî bi hezaran koçberên bajarên din ên Sûriyeyê hene li herêmê dijîn ev hemû wê dîsa bi ku ve biçin? Ji bo wê pêwîst e em bizanibin li dijî van êrîşan alternatîfa xwe ya parastinê xurt bikin.” 

“Dewleta tirk dixwaze koçberên Sûriyeyê li ser hesabê gelê herêma me bide bicihkirin”

Emîna Omer bal kişand ser daxuyaniyên dewleta tirk bi avakirina herêmeke bi ewle ku wê ev yek xeteriyên çawa bi xwe re bîne û wiha domand: “Deweta tirk di daxuyaniya xwe de dibêje ew ê herêmeke bi ewle li ser sînorê xwe ava bike gelo ev herêma bi ewla dê çawa be? Dixwazin bi van hincetan demografiya herêmê bidin guhertin û li şûna gelên resen ên xakê, koçberan ji deverên din bînin yanî li şûna koçberiyê koçberiyeke nû di herêmê de bide çêkirin. Wê koçberan li ser hesabê kê bidin bicihkirin li ser hesabê gelê herêma me. Her wiha li aliyekî din dixwaze projeya wekheviya gelan têk bibe û her Sûriye ji wê tevlîhevî û aloziyê dernekeve. Niha di herêmên qaşo bi gotina Tirkiyeyê ‘bi ewle de’ ku em ji wan deran re dibêjin ‘herêmên dagirkirî’ gel li dijî dewleta tirk derdikevin û dixwazin dewleta tirk ji van herêman derbikeve. Ji ber îro di herêmên dagirkirî de hemû rengên îşkence û kiryarên hovane tên meşandin. Gelê ku di herêmên dagirkirî de mane ew bi xwe ji rewşa heyî fetisîne û di dorpêçeke jiyanî de dijîn. Helwestên gelê li herêmên dagirkirî li dijî dewleta tirk di cihê xwe de ne û diyar dikin ka çiqas bi ewle ne. Em dikarin bi her navî pênase bikin lê tu rengên ewlehiyê di wan herêman de tune ne. Siyaseteke qirêj li ser rûyê erde tê meşandin û dewleta tirk jê re pêşengiyê dike. Kiryarên dewleta tirk di herêmên dagirkirî de gihîştiye asta sûcên şer û divê li ser vê yekê dewleta tirk hesabekî cidî bide.”

“Dewleta tirk cihên seratejîk dike hedefa êrîşan

Emîna Omer bal kişand ser girîngiya hedefên dewleta tirk li Minbic û Til Rifetê ku ji bo êrîşên xwe diyar kirine û armanca hilbijartina van herdu herêman wiha pêde çû: “Dewleta tirk hedefên êrîşa xwe li Minbic û Til Rifetê diyar kirine, ger em bifikirin çima ev herdu herêm em ê bibînin ku dewleta tirk her dem cihên steratejîk dike hedefa êrîşên xwe. Bi vê yekê ew dikare herêmên ku dagir kirine bi hev re bide girêdan û riya di navbera kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de qut bike. Ya din jî dewleta tirk bi vê êrîşa xwe re dixwaze wê nexşereya hevgirtina gelan têk bibe ji ber piraniya gelên Minbicê Ereb û Çerkez in her wiha Kurd jî lê dijîn. Her wekî din dixwaze dîsa gelê Efrînê yên ku di encama dagirkeriya Efrîn de koçî Til Rifetê bûne careke din wan bi koçberiyeke nû re rû bir û bihêle. Her wiha wê şaneyên DAIŞ’ê zêdetir di wan herêman de xwe birêxistin bikin ji ber dewleta tirk piştgirtiyeke mezin dide van çeteyan. Ev xal, hemû rê li ber xeteriyên mezin û têkçûna ewlehiyê vedikin.”

“Hemû alî dixwazin berjewendiyên xwe li ser axa me biparêzin û xeteriyên heyî paşguh dikin”

Emîna Omer steratejiyên xwe yên siyasî li hemberî gef û êrîşên dewleta tirk bi lêv kir û wiha dawî li axafina xwe anî: “Dewleta tirk li pêşiya çavên hemû cîhanê êrîşî xaka Sûriyeyê dike, ev yek bi eşkerayî binpêkirina mafên wê dewletê ye. Hikûmeta Sûriyeyê jî helwesta wê hebû lê di asteke pir teng de ma pêwîst bû zêdetir helwestên hşik nîşan bide. Ji ber ku îro parçeyên ji xaka Sûriyeyê tên dagirkirin. Li aliyê din jî xetera vê êrîşê wê riyên çareseriyên siyasî jî bigre, zêdetir alozî kurtir bibin. Em dixwazin bi riya diyalogan pirsgirêkan çareser bikin ji ber em ne alîgirên şeran in. Li gorî rewşa heyî her alî dixwaze berjewendiyên xwe li ser axa me biparêze û heya niha tu helwestên cidî li dijî êrîşa dewleta tirk nehatine nîşandan.”