“Emê projeyên xizmetê ji jin û zarokan re dike pêş bixin”

Namzeta Partiya Kombûna Neteweyî ya Demokratîk Houria Ulbseer diyar kir ku beşdarbûna jinan di nava civakê de û xwedîderketina li jinên ku hatine çewisandin, mijarên di nava xebatên wan ên hilbijartinê de ne.

NECWA RAHIM
Cezayîr - Kampanyaya ragihandina hilbijartinên herêmî ji bo nûkirina encûmenên dewlet û şaredariyên Cezayîrê di 4’ê Mijdarê de dest pê kir. Tê de serokên partiyên siyasî, berendam, kombûnên gel û civînên diyalogê bi dengdêran re dikin da ku wan îqna bikin û deng bidin wan.
Kampanyayaya hilbijartinê dê 21 rojan bidome û 72 saetan beriya destpêkirina proseya hilbijartinê ya ku di 27'ê Mijdarê de hatiye plankirin ku li gorî destûra bingehîn a nû berdewamiya pêvajoya avakirina dewletê tê dîtin, bi dawî bibe. Li gorî zagona Pergala Hilbijartinê ku di xala 73’yan de dibêje 23 roj beriya roja dengdanê vekiriye û 3 roj beriya roja lidarxistina dengdanê bi dawî dibe.
Pêwîstiya bi berfirehkirina hilbijartiyên xwecihî
Çil partiyên siyasî û kotayek ji lîsteyên serbixwe kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibin. Di nava hevrikiyeke xurt di navbera nêzî şeş hezar lîsteyên hilbijartinan de ku li şaredarî û eyaletan hatine hilbijartin. Bi taybetî ji ber rewşên civakî yên zehmet û pêla bilindbûna buhayan ku di demên dawî de gelê Cezayîrê zoriyan dikşîne û nerazîbûna gel ji kombûn û civînên hilbijartinê tirsek cidî heye. 
Endamên Meclisa Gel a Şaredarî û Eyaletê li gorî zagona hilbijartinê ji bo 5 salan, bi rêjeya dengan a li ser lîsteya vekirî û bi dengdana tercîhî bê tevlihevî tên hilbijartin.
Partiyên siyasî yên ku serkirdeyên wan di hefteya yekem a kampanyaya hilbijartinê de çalak bûn, bi yekdengî li hev kirin ku mijara geşedanê bikin kevirê bingehîn ê axaftinên xwe. Piraniya axaftinên berendaman li ser pêwîstiya berfirehkirina rayeyên hilbijartiyên xwecihî teqez kirin ji bo bidestxistina behîsa geşedanê û rêveberiya xwecihî bi awayekî ku xizmeta berjewendiya giştî bike û veguhestina şaredarî bo lokomotîfa geşedanê garantî bike.
“Gelek şaxên bernameya hilbijartinê hene”
Têkildarî bernameya kampanyaya Mîtînga Neteweyî ya Demokratîk, namzeda ji şaredariya Oued El Semar a ku ji aliyê jeopolîtîk ve xwedan cihek girîng e, Houria Ulbseer dibêje: “Bernameya kampanyaya hilbijartinê gelek şaxên xwe yên sereke hene, di nav de rêveberiya herêmî, etîka jiyanê di meclisên hilbijartî de, rêveberiya bajarî ya karûbarên civakî, werzîşî, perwerde û veberhênan hene. Jinan beşeke mezin di pêşniyarên ku di pêşkêşiya welatiyan de bi dest xistin û pêdiviya wekheviyê di lîsteyên hilbijartinê de xaleke bi hêz e û alîkariya namzedên jin dike ji bo nivîsandin û şandina projeyên ku xizmeta berjewendiyên jin û zarokan dikin.”
Ji bo şaredariyan nexşeyek civakî hat pêşniyarkirin
Namzeda Mîtînga Neteweyî ya Demokratîk Houria Ulbseer wiha behsa bernameya hilbijartinê kir û got: “Di bernameya kampanyaya partiyê de beşeke mezin ji têgeha zayendî û têkiliya jinê bi zarokan re di çarçoveya sponsorî û lênêrîna li saziyên perwerdeyê de hatiye veqetandin da ku pêvajoya xwendinê di şert û mercên baş de were kirin. Ji bilî afirandina qadên bêhnvedanê ji bo jinan û pêşxistina bernameyan ji bo xwedîderketina li jinên hatine paşguhkirin û komên xizan û tevlikirina jinan di civakê de. Bernameya partiyê pêşniyar kir ku nexşeyeke civakî li ser asta şaredariyê were çêkirin ku tê de her tiştê girêdayî komên marjînal dihewîne da ku alîkariyê di seranserê salê de pêşkêş bike.” 
Hêjayî gotinê ye partiyên siyasî ku hinek ji wan beşdarî hikûmetê bûne, bi tundî rexne li Desthilatdariya Neteweyî ya Serbixwe ya Hilbijartinan li Cezayîrê kirin ku serpereştiya lidarxistina pêşbirka çaremîn a hilbijartinan dike piştî hilbijartinên serokomariyê yên ku di Kanûna 2019’an de hatin lidarxistin. Wê banga rakirina “odeya tarî” wek ku bi nav kir li ser sindoqan kir û daxwaza bidawîbûna serdema destwerdan û rêvebirina encamên hilbijartinan kir.