“Emê li parlementoyê xizmeta gelê xwe bikin”

Berendama jimara 23 ya bazneya pênc ya bajarê Silêmaniyê Yusra Receb Kerem diyar kir ku ewê li parlementoyê xizmeta gel bikin.

TEWAR PÊNCAWÎN
Germiyan- Yusra Receb Kemer berendama serbixwe ya jimara 23 di bazneya pênc ya bajarê Silêmaniyê de cara dûeme dibe berendam. Yusra di dema çarem ya çar salên borî de bû parlementer û endama saziya mafê mirovan. Wê gelek xebat ji bo mirovên xwedî pêdawîstiyên taybet dameşandin û parêzvaniya mafê jinan kir. Di aliyê siyasî de jî yasayên ji bo jin û zarokan li gel mafê destura gelê Kurd da meşandin.
“Partî berjewendiyên xwe dixe pêşiya berjewendiyên gel”
Yusra Receb got: “Li parlemenê me xebat li ser pozisyona jinê di nava civak û siyasetê de da meşandin. Me gelek hewil da lê belê hinek aliyên siyasî bûn rêgir ta ku hewla me ya ji bo jinan bi sernekeve, ji ber wê carek din dixwazim werim hilbijartin, da ku bikarim ew karê ku min caradinê di nîvî de hêlayî temam bikim. Ez soz didim dengdêran ezê xebatên berê di nîvî de mayî dewam bikim û rê nedim parlementerên bên hilbijartin li gorî berjewendiyên xwe û partiya xwe nêzî nirxê gel bibin. Emê hewil bidin xizmetek baş ji bo gelê xwe bikin.”