‘Em nêzîkatiya bêcezatî, parastin û veşartinê mehkûm dikin’

Cîgira Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş der barê H.K.G a ku di 6 saliya xwe de yek ji murîdên cemaetê hat zewicandin de axivî, wiha got: “Em ê dev ji vê meseleyê bernedin. Em nêzîkatiya bêcezatî, parastin û veşartinê mehkûm dikin.”

Navenda Nûçeyan – H.K.G. ya keça damezrînerê Weqfa Hiranurê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlayê Yusuf Ziya Gumuşel, di 6 saliya xwe de bi murîdê wî Kadîr Îsteklî re hat zewicandin û bi awayekî sîstematîk rastî tecawizê hat. Ev mijar di hevdîtinên budçeyê ya li Lîjneya Giştî ya Meclîsê bû sedema regeşiyê. Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di Lijneya Giştî ya Meclisê de mafê axaftinê girt, wiha got: “Rojek berê wezîra malbatê li vê derê bû. Heta ku Tîmûr Soykan ev bûyer derhî kirî, haya tu kesî ji îstîsmarkirina zarokeke 6 salî ya di bin navê zewacê de nebû. Me nizanî bû, civak û partiyên Tirkiyê ye nizanî bû.”

Wezîr li xwe mikûr hat ku ji sala 2020’an ve ji bûyerê haydar in’

Têkildarî mijarê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî got ku bûyera qewimî pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Rojek berê wezîra malbatê li vê derê bû. Heta ku Tîmûr Soykan ev bûyer derhî kirî, haya tu kesî ji îstîsmarkirina zarokeke 6 salî ya di bin navê zewacê de nebû. Lê haya Wezîra Xizmetên Malbat û Civakê jê hebû. Diviya haya AKP’ê jê hebûya. Di halê hazir de ew terîqet, cemaet, ew hevjînê jirêketî, bav, dayik û malbat tên parastin û hewl didin wan bêguneh nîşan bidin. Anku necezakirin heye. Wezîr li xwe mikûr hat ku ji sala 2020’an ve ji bûyerê haydar in. Di axaftina xwe ya duyemîn de got ku tiştekî wiha ne di berpirsyariya wan de ye.”

‘Sedem û berpirsyarê ve jî îktîdara AKP’ê ye’

Meral Daniş Beştaş herî dawî ev tişt anî ziman: “Wezîra edaletê bi xwe ev kes parastine. Hêj niha jî Wezîrê Perwerdeya Neteweyî protokolan bi cemaetan re çêdike. Derheqê Cemaeta Îsmaîlaga û Weqfa Hîranûrê de hêj tiştek nehatiye kirin. Di bûyereke ku ev du sal in tê veşartin de dibêjin; ‘em ê tişta pêwîst bikin.’ Gelo dema em qala vê bûyerê dikin çend zarok rastî îstîsmarê tên? Wezîra malbatan dibêje; ‘peywira siyasetê nîne.’ Tu peywireke din a ji vê girîngtir a Meclisê nîne. Heke em nekevin pey van kesên wiha bi zarokên me dikin, wê demê siyaset bo çi ye? Em ê dev ji vê meseleyê bernedin. Me biryar da ku komîsyonekê ava bikin û van helwestên parastinê û veşartinê mehkûm dikin. Ne wezîra malbatan û ne jî îktîdarê peywira xwe pêk neaniye. Faîlên bûyerê niha jî li derve bi rehet digerin. Sedem û berpirsyarê ve jî îktîdara AKP’ê ye.”