“Em jinên Kurd divê xwedî li welatê xwe derkevin”

Komisyona Jinan a KNK’ê ya Ewrupa di çarçoveya çalakiyên xwe yên bi dirûşma “Li hemberî qetilkirin û kuştina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve bisekne” de civinek li ser tora Zoomê li darxistin û ecamnameya civinê ya di derbarê rawestandina êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kudistanê bi daxuyaniya çapemeniyê aşker kirin.

 
Navenda Nûçeyan - Bi pêşengiya Komisyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê bi dirûşma “Li hemberî qetilkirin û kuştina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve bisekine” çalakiyên berfireh dane destpê kirin. Bi vê ve girêdayî nameyek vekirî der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê de radestî NATO’ê kiribûn. Ji bo pêşîlêgirtina dagirkirina axa başur li bajarê Berlina Ewrupayê bi daxuyaniyekê  dosyaya der barê qirkirina jinên Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin radestî wezareta karê derve kirin û girêdayî mijarê li gelek bajarên dinê yên Ewrupayê çalakiyên cihêreng hatin kirin. Ji bo xwedî li berxwedana gelê Kurdistanê derkevin Komisyona Jinan a KNK’ê civînek berfireh li ser tora Zoomê li darxistin û encamnameya vê civînê bi daxuyaniya çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin.
“Êrîş li ser deskeftiyên Kurdane ”
Di destpêka Daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wekî tê zanîn, Dewleta Tirkîyê di roja salvegera qirkirina gelê Ermenî de ango di roja 24.04.2021’an de, li Başûrê Kurdistanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, bi hemu hêz û teknika xwe êrişek berfireh da despêkirin. Niha jî, li van herêman ev êrişên dewleta Tirk a li hember gel û xwezaya Kurdistanê di dome. Em baş dizanin ku ev êrişên hovane ne tenê li hember gerîlayên HPG’ê tên meşandin, ev êriş li hemberî tevahî destkeftiyên gelê Kurd û Kurdistanê ye. Bi taybetî jî desthilatdariya hukumeta faşîst a AKP-MHPê bi feraseta Neo-Osmanî tevdigere û dixwaze Başûrê Kurdistanê jî, dagir bike û xeyalên xwe pêk bine. 24’ê Nîsanê salvegera fermana (jenosida) li dijî gelê Ermenî ye. Di vê roje de destpêkirina êrişan ne tesadûfe. Peyam vekirî ye û peyama jenosîdê li dijî gelê Kurd bi aşkirayî daye despêkirin. 
Her çiqas ev rastî vekirî li ber çavan be jî, mixabin ji hêla hinek rayedarên Hukumeta Herêma Kurdistana Başûr ve ev rastî derneketiye hişmendiyê. Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî, Pirsgirêka Tirkiyê li gel Kurda tune ye, lê li gel PKK heye tê wateya pejirandina siyaseta dewleta Tirk. Bi daxuyaniyên wisa manîpulasyon tê kirin û rastiya şerê dagirkeriya Dewleta Tirk tê veşartin.” 
“Gav bi gav axa me dagir dikin”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandina li se ev êrîşên dewleta tirk li ser hemû gelê kurde û wiha dom kir: “Ev şer şerê navbera PKK û dewleta Tirk nîne. Ev şer şerê dewleta Tirk yê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk kaosa Rojhilata Navîn û parçebûna siyaseta Kurd, ji bo xwe wek derfet dibîne û dixwaze hem Başûr û hem jî Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ji niha û pê ve li Başûrê Kurdistanê zedetirî 47 barêgehên leşkerî ava kirine. Li Rojavayê jî, Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê dagirkirîye. Bi hemû erîşên leşkerî gav bi gav axa welatê me dagir dike û binesazîya jenosîda/komkujîya Kurdan a pêşerojê amade dike. 
Di dîplomasiya navdewletî de jî, hemû derfetên xwe seferber kiriye da ku ji bo tunekirina Kurdan destûrê bigre. Gelek hezên navdeweltî jî, ji bo ku dewleta Tirk bikin bin kontrola xwe, çavên xwe ji vî şerê li dijî yasayên navdewletî re digrin. Li ber çavê cîhanê vezîre şer ê Tirk Hulusî Akar derbasî axa başûrê Kurdistanê bû û li vir di barêgeha leşekerî ya Tirk de şer koordîne kir. Bi awayekî pir zelal peyamanên navdewletî bin pêkir. Halbû kî Başûrê Kurdistanê wek herêmeke federe ya giredayî Iraqê ye.” 
Herî dawiya daxuyanîyê de Jinên KNK’ê diyar kirin ku emê berxwedaniya xw ebi dominin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wekî jinên Kurd li dij dagirkerîyê bê deng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagerkerî û konseptên komkujiyê di nav berxwedanê de bin. Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku rastî û xeterîya mezin a li ser welatê me bibînin û li her derê bikevin nav seferberîya neteweyî. Bi taybet em banga jinên Kurd yên li derveyê welêt dikin, bi riya sîyaset, çalakî û dîplomasiyê pêşî xeteriya mezin bigrin.
Banga me ji bo hemû partiyên syasî, rexistin, sazî û nîştimanperwerên Kurd ew e ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û metînger helwestê nişan bidin.”