‘Em ê ruhê Arîn, Rêvan û Avêsta vejînin’

Endama Rêveberiya Kongra Star Medya Efrîn a êrîşên dewleta tirk nirxand, destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tirmehê li Kobanê vejîn bû, DAIŞ li wir têk çû û got hedefa êrişan destkeftiyên şoreşê ye.

RONAHÎ NÛDA  

Qamişlo – Çirûska 19’ê Tîrmehê ji bajarê Kobanê dest pê kir û çeteyên DAIŞ’ê li wê derê bi berxwedana Arîn Mîrkanan têk çûn. Bajarê Kobanê ji bo tevahî cîhanê xwedî cihekî pîroz e ku li hemû welatan gel daketin qadan û nehiştin ew bajêr bikeve destên çeteyên DAIŞ’ê. Lewre di dîrokê de roja 1’ê Mijdarê bû roja Kobanê ya cîhanî ku ev roj hemû cîhan li hemberî xetera çeteyan bû yek û nehişt Kobanê bi bin bikeve. Kobanê bû hêvî û hêza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû wesîle ku gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destên çeteyan bên rizgarkirin.

Têkildarî êrîşên herî dawî û armanca van êrîşan Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Tirbesiyê ya Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Medya Efrîn nêrîna xwe parve kir.

‘Pêvajoya 19’ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir’

Medya Efrîn bal kişand ser destpêka rêxistinbûna gel û çawa di çirûska yekem a şoreşê de cihên dewletê ji destên hikûmetê girtine û wiha domand: “Çete di destpêka şoreşê de jî di bin navê ketibeyan de xwe bi rêxistin dikirin lê paşê kom bûn û navê xwe kirin yek. Di wan deman de bi carekê ketin gundê Şêxler ê bajarê Kobanê, em ketin tevgerê û me bi gelê welatparêz re dikaribû rêxistinbûna xwe ava bikira û di şevekî de me hemû cihên dewletê ji destên wan de girt. Me wê demê wan cihên hikûmetê ji destên wan negirtibûya dê biketana destên çeteyan. Pêvajoya 19’ê Tîrmehê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji Kobanê dest pê kir û di rojek de em dikaribûn cihên dewletê hemû bigrin, li her derê alên Kurdan hatin bilindkirin, ev serhildan belavî tevahî Rojavayê Kurdistanê bû, em dikaribû di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin.

‘Şikandina çeteyan, têkçûna Erdogan bû’

Medya Efrîn pêvajoya Kobanê ya 2014’an ku şervanên YPJ/YPG’ê çawa serkeftinê li hember çeteyan misoger kirine wiha tîne ziman: “Şoreşa ku li Kobanê dest pê kir, bi serkêşiya Erdogan tê xwestin careke din Kobanê bi bin bikeve. Erdogan di sala 2014’an de di daxuyaniya xwe de her digot Kobanê ket û ket lê Kobanê neket û zarokên vê gelê fedakariyek mezin kirin û li ber xwe dan. Yên ku Kobanê ji çeteyan rizgar kirin pêşengiya wê jinan kir, di şexsê Rêvan û Arîn Mîrkan û bi hezaran şehîdan de Kobanê rizgar bû.”

‘Hedefa êrîşan destkeftiyên şoreşê ye’

Medya Efrîn êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 19’ê Mijdarê ve dest pê kirine wiha nirxand: “Axa ku yekem car Rêber Apo ling avêt, Kobanê bû, şoreşê jî li wir dest pê kir û DAIŞ jî li wir hat tunekirin. Ev yek hemû bûye kulek di dilê Erdogan û hevalbendên wî de, heta NATO’yê jî. Îro careke din em dibînin Kobanê dibe hedef. Çend roj in seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide ber topan û di her daxuyaniya xwe de dibêje ‘ez ê heta 30 km. biçim’ lê heta êrîşî Dêra Zor, Şedadê û Holê jî kir. Hedefa wan ne tenê sînor e, hedef destkeftiyên şoreşê ne. Di salên destpêkê yên şoreşê de tenê gelê Kurd kar û xebatan dimeşand lê îro ne wisa ye, em bi neteweyan re kar dikin û Kurd ne bi tenê ne.”

‘Hevalbendên dewleta Tirk hene’

Medya Efrîn bal kişand hevkariya hêzên navnetewî ya ji bo êrişên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Hevalbendên dewleta tirk hene û yên ku daxuyanî jî didin pir lawaz in. Amerîka û Rusya li vir in lê tiliya wan jî di van êrîşan de heye. Em mêze bikin di êrîşan de hemû binesaziya herêmê bû hedef û bi balafiran êrîşê kampa holê kir çima ji ber dixwest çete ji wê birevin bi riya wan êrîşê xwe domdar bike. Îro bi teyareyan êrîş dike, îhtîmal heye ku di bejahiyê de jî were. Rast e Kobanê, Minbiç û Til Rifat di hedefê de ne lê dê bi wan herêman sînordar nemîne. Xeyalê dewleta tirk berê jî ew bû ku ji Girê Spî heta Reqayê, ji Kobanê heta Dêra Zorê hemû herêman ji hev veqetîne.”

‘Em ê xwedî li pergala xwe derkevin’

Medya Efrîn derbarê sekn û helwesta gel a li dijî êrişan wiha got: “Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 12 hezar şehîdan û bi hezaran birîndaran divê qebûl neke û li ser piyan be. Divê em ruhê Arîn, Rêvan, Avêsta, Zehra Berkel û Zeyneb Saroxan vejînin û xwe bi rêxistin bikin. Divê em her dem li kolanan bin û derfetê nedin dewleta tirk. Pêwîst e em xwe di bin pergala şerê gel ê şoreşgerî de bi rêxistin bikin û bi ruhê serhildana Rojhilatê Kurdistanê şoreşa xwe bi ser bixin.”