‘Em ê li ber xwe bidin û dagirkeriyê qebûl nekin’

Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Horiya Şemdîn êrîşên dewleta tirk û êriş birina ser cihên binsaziya gel nirxand û got: “Armanca van êrîşan koçberkirina gel e, lê em dest ji axa xwe bernadin û em ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişên dewleta Tirk didomin, di van êrişan de cihên xizmetguzeriya gel weke stasyonên petrol, gaz, genim û eletrîkê hat lêdan. Armanca van êrîşan ew bû ku tevî dorpêça heyî gel bi zehmetiyên jiyanî re di Bakur û Rojhilatê Sûriye de rû bi rû bimînin. Van êrîşan xerabiyeke mezin bi xwe re anî, lê tevî wê jî gel bi biryardariyek xurt li hemberî van êrîşan têkoşîneke mezin didin meşandin. Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Horiya Şemdîn derbarê êrişan û biryardariya gel de nirxandin kir.

‘Bi salan e dewleta Tirk jiyana vî gelî hedef digre’

Horiya Şemdîn êrîşên dewleta tirk a dagirker a bi armanca hedefgirtina vîna gelê herêmê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di Bakur û Rojhilatê Sûriye de ji ber dorpêça aborî ya heyî gel di rewşeke zehmet de jiyan dike. Ji xwe van êrîşên dawiyê ên dewleta tirk li ser dezgeh û stasyonê xizmeta gel rewş pir zehmet kir. Armanca van êrîşan di asta yekemîn dixwaze gel koçber bibe û bi rewşên jiyanî re neçar bimînin. Her çiqas ev êrîş diwar jî bûn gelê me bi biryareke xurt li ber xwe dan û dikaribûn nameyekê bidin dewleta tirk ku ew ê li ser axa xwe dijîn. Gel me li dijî van êrîşan seferber bûye. Xebatên me jî di meclise de li ser esasê xizmeta vî gelî ye û em li ser erka xwe ne û ji hovîiya dewleta tirk natirsin. Bi salan e dewleta Tirk jiyana vî gelî hedef digre û armanca ku dixwaze vîna vî gelî bişkîne wê pêkneyên. Dewletên navnetewî ên piştgiriya dewleta tirk dikin ew jî nikarin helwesta me li dijî dagirkeriyê veguherînin û di wê zanebûnê de ne ku heya dawiyê wê ev gel li hember hemû cureyên êrîşan li ber xwe bidin.”

‘Bihaneyên dewleta tirk bi dagirkirina herêmê hemû bê wate ne’

Horiya Şemdîn behsa hewildanên dewleta tirk a têkbirina destkeftiyên şoreşa jinê kir û wiha pê de çû: “Dewleta tirk di hemû aliyan de dijminatiya gelê me dike û dixwaze derbeya mezin li destkeftiyên şoreşa me bixe. Bihaneyên dewleta tirk bi dagirkirina herêmê re hemû bê wate ne û cîhan pêre şirîke. Bila jibîrnekin ku hêzên me DAIş tekbirin yan jî niha cîhan hemû di tehdîdeke mezin de bû. Me tu carî koletî qebûlnekiriye heya îro em koletiyê ji dewleta Tirk qebûl bikin. Em amade ne di hemû aliyan de piştgirtiya têkoşîna gelê xwe bikin. Welatê me dewlemend e ji bo wê çavê hemû cîhanê li welatê me ye ku her dewletek ji xwe re parçeyekê hevpar bike. Tu dewlet bila dilê xwe rehet neke em dest ji axa xwe bernadin û em ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Serkeftin ya me ye’

Horiya Şemdîn banga bilindkirina têkoşînê li gel kir û wiha bi dawî kir: “Em êdî bang li tu dewlet û rêxistinan nakin ji ber tu tiştek ji mere nekirin û welatê me talan dikin. Siyaseta bi piştgirtiya wan li ser gelê me tê kirin em qebûl nakin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi yek helwestên li dijî van êrîşan bisekinin, hêz û piştgirtiya xwe em ji gelê xwe digrin. Serkeftin ya me ye û binkeftin ji dagirkeran re ye.”