Parlementera Iraqê: Em ê bi hêz û îradeya jinan dagirkeriyê têk bibin

Di Konferansa Jinên Iraqê ya Navneteweyî ya li Bexdayê hat lidarxistin de beşdarvan li ser gelek mijarên girîng rawestiyan. Yek ji wan mijaran jî paşguhkirina civaka Êzidî ku rastî gelek fermanan hatiye bû.

EVÎN ZENDA

Bexda - Di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de yên ku herî zêde rastî êş, azar, destdirêjî û firotinê hatin jinên Êzidî bi xwe ne. Lê piştî fermanê jinên Êzidî careke din ji cîhanê re dan îsbatkirin ku jin xwedî hêz û îrade ne, dikarin xwe bi xwe bi rêve bibin û civakê jî ji nû ve ava bikin. Yek ji wan beşdarvanan ku tevlî Konferansa Jinên Iraqê ya Navneteweyî a ku li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin bû,  ji parlamentera Iraqê Şiruq El Ebeya der barê girîngiya yekitiya jinên Iraqê de ji ajansa me re axivî.

Parlamentera Iraqê Şiruq El Ebeya, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Di serî de ez weke jineke Iraqî bi beşdarbûna vê konferansê gelek kêfxweş im ku niha em hemû jin ji pêkhateyên cuda li vir amade ne. Ez piştgiriya xwe ji bo civaka Êzidî û jinên Êzidî yên di nava dîrokê de rastî qirkirineke herî bi zehmet hatine jî nîşan didim. Ez alîgira hemû destûrên navneteweyî me yên ku ji bo mafên civaka Êzidî bên parastin. Jixwe em jî di vê konferansê de ji ber vê amade ne ku em bal bikşînin ser vê yekê, ji ber ku her çend destûr û biryar derkevin jî pêwîst e bikevin tevgerê. Ya din jî armanca me ji vê konferansê ew e ku ji bo piştevaniya civaka Êzidî û windakirina şopa fermana 74'an jinên Iraqê li hev kom bibin û dengê xwe bilind bikin. Bi taybetî em bikaribin çareseriyek ji bo jinên Êzidî yên ku di qirkirinê de derbas bûne bibînin."

“Êzidî jî hemwelatiyên Iraqê ne”

Şiruq El Ebeya di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya pêkanîna destûra ku ji bo parastina mafên civaka Êzidî û bi taybetî jî jinên Êzidî û wiha domand: "Li gorî destûra Iraqê hemwelatiyên Iraqê hemû jî di heman astê de ne lê mixabin ev ferq û cudahiya heyî bingeha xwe ji dîrokeke kevnar a bi êrîş û berxwedanî dagirtî digre. Gelê Êzidî jî hemwelatiyên vî welatî ne, ew jî xwedî dîrokeke kevnar in û îmzeya wan jî li ser nasnameya Iraqê heye. Ji ber ku Iraq welatekî ji aliyê hemwelatiyên xwe ve gelek dewlemend e. Di her alî de gelê Êzidî li Iraqê beşeke pir girîng e lê rêxistinên siyasî û bi taybetî jî beriya ku ev destûr û qanûnên nû di Îraqê de derkevin ev bûn sedem ku civaka Êzidî were paşguhkirin û mafên wê neyê parastin. Heta niha jî şopên vê siyasetê li ser civaka Êzidî hene. Niha hemû rêxistinên siyasî di Îraqê de hemû hemwelatî û civakan paşguh dike. Lê belê pêwîst e tevgerîna civakê di nava Iraqê de li ser hikûmeta Iraqê ferz bikin ku bi erka xwe ya parastina ax û civaka xwe rabe."

“Divê hikûmeta Iraqê bi erka xwe rabe”

Şiruq El Ebeya di berdewamiya axaftinên xwe de çavdêriya xwe ya li ser Şengalê anî ziman û got: "Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ji bo hemû mirovahiyê û bi taybetî ji bo Iraqê, şoqeke mezin bû. Ez yek ji wan kesan im ku piştî rizgarkirina Şengalê çûm wê derê û min bi çavên xwe êş û azarên esîrên ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bûne dît. Bi rastî jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi temamî hatine paşguhkirin. Ez alîgira civaka Êzidî me ku pêwîst e xwedî lê derkevin û texrîbatên ku çêbûne derman bibin. Bila êdî di aliyê avakirina cih û war de xizmetguzarî ji bo Şengalê bikevin meriyetê."

“Hêza jinan dikare pêşî li dagirkeriyê bigre”

Parlamenter Şiruq di dawiya gotinên xwe de jî diyar kir ku pêwîst e hemû jinên Iraqî xwedî li ax û welatê xwe derkevin û nehêlin dewleta Tirk a dagirker li ser sivîlan êrîşên xwe bidomîne û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: "Divê li her derê ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker serhildan çêbibin û werin şermezarkirin. Li hember êrîşên ku pêk tên nerazîbûn jî her diçe zêde dibe. Pêwîst e em weke dewleteke serbixwe û her tiştê wê heye ji aliyê welatên cîran ve rastî rêzgirtinê werin. Ev jî zexteke mezin li ser civaka Iraqê ava dike. Jinên Iraqê û hemû pêkhate xwedî hêz û îradeyek mezin in ku civakê ji nû ve ava bikin. Mînaka vê yekê jî jinên Êzidî yên ku ruxmî ewqas zor û zehmetiya dîtin jî dîsa xwe bi xwe ava kirin û parastin. Jinên Êzidî bi xwe rêveberiya xweser bi rê ve dibin. Ez jî bang li hemû jinên Iraqê dikim ku hemû bibin yek deng û bi rêxistinên siyasî yên li Iraqê re hereket bikin."