"Em ê bi berxwedana hêzên QSD'ê YPJ'ê û YPG'ê Hevpeymana Lozanê bi dawî bikin"

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, Eyşa Efendî der barê Hevpeymana Lozanê girîngî û bandora wê de nirxandin ji ajansa me re kir û got: "Dewleta tirk dixwaze careke din mîsaqê milî bidomîne."

BEYDA OSMAN

Kobanê- Hevpeymana Lozanê ku di 24 'ê Tîrmeha sala 1923’an de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbera hevpeymanên serkeftî yên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, bi pêşengiya Brîtanya û Fransayê, ji aliyê Hikûmeta Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin sed salên xwe temam dike. Bi wê peymanê Kurdistanê kirin 4 parçe. Ji wê peymanê komara Tirkiyeyê û nexşeya nû ya li ser hesabên Kurdan di qada navneteweyî de hatin naskirin. Armanca vê peymanê tunekirina Kurdan bû ku heta roja me ya îro li dijî Kurdan komployên navneteweyî tên kirin.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî ji ajansa me re axivî.

"Parçekirina Kurdistanê li ser bingeha tunekirina Kurdan bû "

Eyşe Efendî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevpeymana Lozanê û got: "Di sala 1923' an de hevpeymana Lozanê çêbû di navbera Îngîltere, Rusya, Tirkiye, Fransa û bi destên hin dewletên din û Kurdistanê kirin çar parçe. Lê piştî demekê mîsaqê milî derket pêş di  komara Tirkiyeyê de ji bo ku mîrasên Kurdan ji wan re bimîne. Lê dewleta tirk  Hevpeymana Lozanê qebûl nekir ji ber ku piraniya axa Kurdistanê cihê Kurdan bû, xwest Mûsil, Kerkûk û Helebê bixe bin serweriya xwe wekî ku niha êrîşe me dike dixwaze careke din mîsaqê milî bimeşîne li ser Kurdan. Dema ku Kurdistanê kirin çar parçe xwestin Kurdan ji hev dûr bixin. Em qebûl nakin ku Lozan careke were meşandin lê sê meh berê cihê ku civîna Lozanê hat lidarxistin hevalên me li Ewropayê civînek li dar xistin."

"Bi vîn û berxwedaniya gelê Kurd dê hevpeymana Lozanê were bidawîkirin "  

Eyşe Efendî di domandina axaftina xwe de wiha got: "Dema ku Lozan di vê salê de were bidawîkirin û biryar tê de were girtin ku Lozan wek xwe bimîne der heqê mafên Kurdan de, hin jî dibêjin dibe ku ev dewlet carkeke din li hev bicivin û mafên gelê Kurd were dayîn. Hin dewlet qebûl nakin û wê li dijî Kurdan derkevin lê em wek Kurd divê li ber xwe bidin û xwedî li mafên xwe derkevin. Ji ber ku Kurd ne Kurdên berê ne Kurd xwedî şehîd û berxwedanên mezin in xwedî şoreşa 19'ê Tîrmehê ne. Kurd bi awayekî rêxistinî, demokratîk, zanistî, komînal û xwseriya demokratîk rabûne ser piyan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn xwedî gelek projeyan. Lozan bê vîna gelê Kurd bû, Kurdistanê kirin çar parçe wê bi vîn û berxwedana gelê Kurd hevpeymana Lozanê ji holê were rakirin."

"Em zagonên ku li dijî mirovahiyê ne red dikin" 

Ayşe Efendî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku her tişt li dinyayê li ser gel û  siyasetmedarên Kurd hatiye qedexekirin û got: "Bi sedan siyasetmedarên me di zindanên Tirkiye, Îran û hwd. girtî ne. Hemû zagonên welatên cîhanê li dijî gelê Kurd bi kar anîn. Em van zagonên ku li dijî mirovahiyê ne red dikin zagon û edalet ji bo her kesê ye. Çawa ku şehîdan bi xwîna xwe sînor kirin yek, em jî weke malbetên şehîdan wê doza xwe berdewam bikin. Bi berxwedanên zarokên me û hêzên QSD'ê YPJ'ê û YPG'ê, em ê hevpeymana Lozanê bi dawî bikin."