Ebru Gunay: Weke Wezîr Dadê hûn jî dibin şirîkê vî sûcî

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay a der barê mijarên serekê yên rojevê de axivî, xwest tecrîd bi dawî bibe û banga dawî anîna polîtîkayên li dijî Kurdan kir.

Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP’ê der barê mijarên serekê yên rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Ebru Gunay a di destpêka axaftina xwe de behsa Komkujiya Roboskî, balkişand ku tevî 11 sal derbas bûne jî kiryarên wê hê nehatiye eşkerekirin.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ebru Gunay, bal kişand ser Doza Geziyê û wiha got: “Mixabin em vê salê dîsa bi polîtîkayên dijminane û bêhiqûqiyan bi dawî dikin. Cezayê muebbeta giran a li Osman Kavala hatiye birîn û cezayê girtiyên din hate erêkirin. Em careke din dibînin ku îktîdar darazê weke ço bi kar tîne. Darizandineke nehiqûqî bû. Em ê heta dawiyê li cem berxwedana Geziyê bin û bi wî rûhî têbikoşin.” 

Hûn hiqûqê binpê dikin’

Ebru Gunay, diyar kir ku Nobeta Edaletê ya ku partiya wan li dijî tecrîda li ser Îmraliyê daye destpêkirin di roja 7’an de didome û wiha got: “Yek ji mezintirîn sedemên polîtîkayên şer ên vî welatî, polîtîkaya tecrîdê ya îktîdarê ye. Parêzerên birêz Ocalan, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT’yê re. Jixwe ev 21 meh in parêzer û malbat nikare hevdîtinan pê re bike û bi tu awayî pêwendî pê re nayên danîn. Em baş pê dizanin ku sedema bingehîn ên bêhiqûqî, bêedaletî û sepanên faşîzan ên li vî welatî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye. AKP, îktîdareke wisa ye ku faşîzma xwe bi tecrîdê xweyî dike. Ji bo li dijî rejîma yekzilam bisekinin, em li dijî polîtîkaya tecrîdê têdikoşin û di vê têkoşîna xwe de biisrar in. 

Ez careke din vê ji wezîrê dadê re dibêjim; kursiya ku hûn li ser rûdinin, ji bo bicihanîna edaletê ye. Li girtîgeheke di bin berpirsyariya we de ev 21 meh in destûra hevdîtina bi parêzer û malbatan re nayê dayîn. Heke di polîtîkaya israra di tecrîdê de hebe, wê demê hûn hiqûqê binpê dike. Weke wezîrê dadê hûn jî dibin şirîkê vî sûcî. Em dixwazin ku wezîrê edaletê nebe şirîkê sûc û, bersiva daxwazên me bide û rê bide ku tavilê parêzer û malbat bikarin hevdîtinê bikin. 

‘Bi hevdîtinên birêz Ocalan re dê aştî, demokrasî û azadî pêş bikeve’

Polîtîkayên tecrîdê û şer, rejîma yekzilamî xweyî dikin. Di bingeha hemû bêhiqûqiyên li vî welatî de polîtîkaya tecrîdê heye û tecrîd bûye şêweyê rêvebirinê yê AKP’ê. Dijderketina li rejîma yekzilamî û tecrîdê, israra di demokrasî, aştî û azadiyê de ye. Em baş dizanin ku bi hevdîtinên birêz Ocalan re dê aştî, demokrasî û azadî pêş bikeve. Lê herî zêde îktîdara AKP’ê ji vê aciz e ku hebûna xwe bi saya polîtîkayên şer didomîne. Lewma di tecrîdê de israr dike. 

‘Em ê li her qadê mil bidin milê DBP’ê û bi hev re têbikoşin’

Bi polîtîkaya tecrîdê re li her deverê êrişî gelê kurd û hêzên wê yên birêxistinkirî dikin. Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn hatin girtin. Gelek hevserokên bajaran hatin binçavkirin û li gelek rêxistinên DBP’ê bi awayekî derhiqûqî lêgerînin hatin kirin. Ev îktîdar winda dike û her ku winda dike jî dijminatiyê li kurdan dike. Dixwazin bi girtina wan re starta hilbijartinê bide destpêkirin. Lê gelê kurd dê tu carî vê zilmê, êrişa li dijî vîna wan, girtin û binçavkirinan ji bîr neke û li ser sindoqê bersiva pêwîst bide. Banga me ew e ku Bayindir tavilê were berdan. Em ê li her qadê mil bidin milê DBP’ê û bi hev re têbikoşin. 

Divê kujer û hêzên li pişt wan bên teşhîrkirin’

 

Dijminatiya li hemberî kurdan di komkujiya li Parîsê de jî dom kir. Di salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê de komkujiyeke din li Parîsê hate kirin. Yek ji pêşengên têkoşîna jinan Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Ez ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim. Heke hêz tarî ya li pişt komkujiya Parîsê ya ewil bihatina teşhîrkirin, komkujiya duyemîn nedihat kirin. Îktîdar, li her devera cîhanê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike. Polîtîkayên nîjadperest ên îktîdarê li her deverê rê li ber êrişên wiha vedike. Em li vir careke din bang li rayedarên Fransayê dikin ku vê komkujiyê ronî bikin û hêzên tarî ên tiliya wan di komkujiyê de hene derxînin. Her du komkujiyên li Parîsê jî li dijî nirxên gelê kurd bûn. Tu kujer nikarin bi tena serê xwe van cînayetan bikin û ev cînayet bi organîzekirî ne. Divê kujer û hêzên li pişt wan bên teşhîrkirin.