Ebru Gunay: Li girtîgehê girtina Aysel Tugluk dijminatiya li dijî Kurdan e

Ebru Gunay skandala darazê ya li hemberî siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a nexweşa demansê nirxand, wiha got: "Li girtîgehê girtina Aysel Tugluk pêkanîna tundiya derûnî, dijminatiya Kurdan e, tundiyek vekirî ye."

Amed – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li Buroya Piştevaniya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê, civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist. Ebru Gunay der barê salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de axivî û got; “Mixabin duh me dîsa salvegerek bi êş, qirkirin û komkujî bi bîr anî. Salvegera êrîşên qirkirinê bi destên DAIŞ’ê li dijî gelê Êzidî bû”

“Hebûn, rêxistinî û nasnameya gelê Êzidî tê înkarkirin”

Ebru Gunay diyar kir ku di ser dagirkerî û êrişên li ser Şengalê re 8 sal derbas bûne û  wiha axivî: "DAIŞ hatibe têkbirin jî êrîş û komkujiyên li ser gelê Êzidî bênavber berdewam dikin. Ji ber vê yekê hebûn, rêxistinî û nasnameya gelê Êzidî tê înkarkirin, ji bo êrîş û komkujiyan hincet tê nîşandan. Lê belê xelkê Êzidî ku bi hezaran salan li gel her cure êrîşan jî hebûna xwe parast, wê weke rastiyeke vê xakê hebûna xwe berdewam bike.”

“Encama dijminatiya Kurdan e”

Rêveberiya girtîgehê ji bo bi zorê daxwaznameyê amade bike li ser nexweşa demansê Aysel Tugluk zextê dike. Heyeta dadgeh mecbûr dike ku parastin bike. Tevî raporên ‘nikare tenê li gitîgehê bimîne’ jî, ATK dibêje ew dikare di girtîgehê de bimîne.  Lê belê heman ATK dikare di serlêdana yekem de der barê Çevîk Bîr de biryara 'nikare di girtîgehê de bimîne' bide. Tehliyekirina Çevîk Bîr a bi hinceta demansê û li girtîgehê girtina Aysel Tugluk a di heman rewşê û bikaranîna tundiya derûnî dijmînatiya Kurdan e, îşkenceya vekirî ye û ya hin girîngtir polîtîkaya rehînetiyê ye. Tenê yek sedema vê cudakariyê heye, Aysel Tugluk siyasetmedara jin a Kurd e.”

“Mîtîngên xurt dê werin lidarxistin”

 

Partiya me dê bi dirûşma 'Çareserî bi me re ye, na ji şer û mêtingeriyê re' di 6'ê Tebaxê de li Amedê û di 7'ê Tebaxê de jî li Stenbolê mîtîngên girseyî li dar bixe. Em bang li gelê xwe dikin ku bi rengê herî xurt beşdarî van mîtîngan bibin. Werin em bi hev re bibêjin ku çareserî em in û li ber şer û mêtingeriyê rabin.

“Em ê li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng nemînin”

Bi salan e bi binpêkirina hemû qanûnên gerdûnî li Îmraliyê destûra hevdîtina bi malbatan û parêzeran a bi birêz Ocalan û 3 girtiyên din re nayê dayîn. Aktoreke siyasî ku ji bo Tirkiyeyê xwedî pêşniyar û projeyên çareseriyê ye, li giravek hatiye girtin û bi rengekî korsanwarî têkiliyên wî bi tevahiya cîhanê re hatiye qutkirin. Weke berdewama vê siyasetê niha jî hewl didin têkiliya Kurdan bi Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê re bê birîn. Yanî bi tecrîdkirina civakê re hewl didin tecrîd bikin. Lewma ne pêkan e ku em li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdeng bimînin. Ev yek bêhiqûqî ye, şêwazeke faşîzm û zordariyê ye. Em ê bi xurtî li ber vê yekê rabin."