Ebrû Gunay: Ev deshilat bi Tirkiyê dide windakirin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay girêdayî rojeva Tirkiyê mijarên di rojevê de heyî nirxand.

Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê, civîna çapameniyê ya heftane li dar xist û geşedanên rojanê yên siyasî nirxand. Di rojeva Ebrû Gunay de salvegera damezrandina HDP'ê, gefên êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn. 
“Meşa me ya azadiyê didome”
Destpêka axaftina xwe de Ebrû Gunay, bal kişand ser salvegera damezrandina partiya wan û destnîşan kir ku wê vê hefteyê 9’emîn salvegera avakirina partiya xwe pîroz bikin. Ebrû Gunay, 9’emîn salvegera partiya wan li gel, xebatkar û hezkiriyên HDP'ê pîroz kir û wiha got: "HDP roj bi roj mezin dibe, meh bi meh bi hêz dibe, sal bi sal bi pêş dikeve. Ji Edîrneyê heta Îdirê, HDP hêvî û baweriya gelan, jinan, ciwanan û bindestan e. Meşa me ya azadî û demokrasiyê didome. Ew meş heta serkeftinê wê bidome û tu carî nasekine. Em bernadin vê dîlan û govenda azadiyê. Em bernadin vê meydanê. Em dest bi dest, mil bi mil vê govendê mezin dikin."
“Riya HDP’ê riya siberojeke rengîn e”
Derbarê êrişên ku li dijî partiyan tên kirin de jî Ebrû Gunay, destnîşan kir ku bi êrişên hewl tê dayîn ku HDP'ê bê bedengkirin û ev tişt anîn ziman: "Loma hevserok, parlementer û endamên HDP’ê avêtine zindanan. Bi hezaran HDP’yî girtin. Gotin em ê bi heps û zindanan HDP’ê xelas bikin, lê roj bi roj dibînin ku HDP xelas nabe û îro bûye kabûsa wan. HDP hemû hesabên wan tarûmar dike. Loma, xezeba wan, ji tirsa dilê wan tê. Ez careke din bibêjim; riya HDP’ê riya azadî, aştî û demokrasiyê ye. Riya HDP’ê riya siberojeke xweş û rengîn e. HDP baxçeyê gelan, baweriyan û nasnameyan e. Pîroz be!"
Ebrû Gunay, da zanîn ku li hemberî jinan polîtîkayên dijminatiyê tê meşandin û got: "Bi polîtîkayên dijminatiyê maf û destkeftiyên jinan tên xespkirin. HDP a ku rengê siyasetê bi hewldana jinan guhert, partiyek bi hêz a jinê ye. Ji bo têkoşîna maf û azadiya jinê tu carî li hemberî zext û tehdîtan serî netewandiye. HDP xwedî li mîrateya jinan a sedsalan derket. Jinên ku gotin 'li ser vê erdnegariyê jin hene û jin dê azad bibin' anî cem hevdû. Li dijî xespkirina vîna jinê HDP bi berxwedana xwe bû sembol." 
Ebrû Gunay, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên desthilatê yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û têkildarî wiha pê de çû: "Ev gur e gura şer ji bo fetisandina siyasetê û kûmpasa li dijî muxalefetê ye. Bi awayekî wêrek serdeçûyîna van şaşiyan peywira rasteqîn a siyasetê ye."