Ebru Gunay: Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş serbest berdin

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay bal kişand ser rapora ATK'ê ya der barê Aysel Tugluk de û wiha got: " Me her tim anî ziman ku êdî girtîgeh bûne malên mirinê, polîtîkayên hikûmetê yên girtîgehan cihê salên 90'î yên kiryar nediyar û cihê polîtîkayên dijminatiyê yên li hemberî nexweşan girt. Divê di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û polîtîkayên dijminatî û tolhildanê yên li hemberî girtiyên nexweş bên terikandin."

Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê de mijarên di rojevê de nirxand. Ebru Gunay destpêke bal kişand ser êrîşa li dijî avahiya Rêxistina wan a Navçeya Yuregîr a Edenê, diyar kir ku ew baş dizanin ku êrîşkar komên çete yên ji aliyê dewletê ve tên xwedîkirin, mezinkirin û perwerdekirin in û got: "Bi van êrîşan tu carî encam negirn. Me bi kevneşopî, têkoşîn û bi berxwedana xwe heta îro tu carî nekarîn bi amûrê zextê re çavê me ne tirsanin. Hûnê tu carî bi van êrîşan nikarin bitirsînin. Ji xwe hevalên me yên partiyê dê îro der barê rewşa li wir de daxuyaniyên berfireh bidin."
"Êdî girtîgeh bûne malên mirinê"
Ebru Gunay di berdewamiya axaftina xwe de li ser van mijaran sekinî: “Mixabin, birîna welat ku hêj xwîn jê tê pirsgirêka girtiyên nexweş ên li girtîgehan, mîna hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê hê jî li benda çareserkirin û edaletê ye. Herî dawî jî pirs kir ku ew dikarin di Doza Komploya Kobanê ya der barê Aysel Tûglûk de parastina xwe bikin yan na. ATK'ê bêyî ku bersiva pirsa têkildar bide, raporek ku got berpirsiyariya wê ya cezayê tam e amade kir. Dadgeh pirsek cuda pirs kir, ATK'ê raporek dûrî pîvanên tenduristiyê amade kir. Careke din me dît ku ATK dema mijar dibe girtiyên nexweş çiqas dijminatiya nêz dibe û xwe dike şûna daraz û hikûmetê raporên xwe amede dike. Me her tim anî ziman ku êdî girtîgeh bûne malên mirinê, polîtîkayên hikûmetê yên girtîgehan cihê salên 90'î yên kiryar nediyar û cihê polîtîkayên dijminatiyê yên li hemberî nexweşan girt. Divê di serî de Aysel Tugluk hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û polîtîkayên dijminatî û tolhildanê yên li hemberî girtiyên nexweş bên terikandin.”
"Îşkence sûcê mirovahiyê ye"
Ebru Gunay wiha dom kir: “AKP’ê ji bo ku li ser hikûmetê bimîne, îşkenceyên ku hikûmetên berê dikirin, bi darizandina cih cih anî rojevê û her carê ev pêkanînên îşkenceyê red kir. Lê belê piştî ku hemû îmkanên dewletê bi dest xist, bi tevahî îşkenceya hemû hikûmetên berê pêkdanîn, pêktinê. Herî dawî jî dîmenên li Çewlik Karliovayê di serdegirtina malan de îşkencekirina xwediyên malan ên li ber kamerayên ji raya giştî re hat nîşandan. Bi rastî jî me dît ku bi van serdegirtina malan pêkanînên nemirovane bûne tiştekî asayî. Jinên şoq derbaskirî, yên hatin derp kirin, deriyên ku ger zengil lêdibe werin vekirin bi balyozan hatin şikandin. Kî van talîmatan dide, hezên hikûmetê cesaretê ji ku derê dibîne ku vê hêza bê hevseng bikar bîne? Careke din em banga xwe dubare dikin; îşkence sûcê mirovahiyê ye. Bê guman hûn ê hesaba vê yekê bidin. Tu feydeya xwe bispartina hikûmeta xwe nine. Helbet hûn ê li pêşberî dadgeriyeke bêalî û serbixwe werin darizandin. Aqlê xwe binin serê xwe.”
"HDP ji bo Tirkiyeyê navnîşana hêviyê ye"
Ebru Gunay bal kişand ser hewildanên HDP’ê yên ji bo demokratîkirina Turkiyê û wiha domand “Em hemû jî baş dizanin ku HDP ji bo demokrasiya Tirkiyeyê jêveneger û di heman demê de navnîşana hêviyê ye. Tişta ku hefteya borî di navbera blokên siyasî de qewimî, vê rastiyê careke din îspat kir. Ev polîtîkaya ku nikare ji xeleka xêzkirî derkeve, nikare ji kodên fermî derkeve, nikare zîhniyeta înkarê bi ser bexe tu feydeyê nade Tirkiyeyê. Em siyasetê wek hunera diyalog, muzakere û çareseriyê dibînin, ji ber vê yekê helbet girîng û watedar e ku partiyên siyasî bi hev re hevdîtin bikin. Lê civînên ku çarçoveya wan ji aliyê hikûmetê ve diyar dibe û bi ferzkirina neteweperestiyê ku kî beşdar bibe yan na ji pirsgirekên welat re çareserî nabe. Pirsgirêkên welêt kûrtir bike û têgihîştina çareseriyeke mayînde pêk nayne.”
"Em ê ji bo îtifaqa demokratîk xebatan bimeşînin"
Ebru Gunay ji bo têkela HDP’ê ya fereh jî ev nirxandin kri: “Em HDP û pêkhateyên wê partiyeke ku xwe dispêre sosyalîst, demokrasîxwaz, Elewiyan, bawermendên nirxên Îslama Demokratîk, bi kedkar, jin û ciwanan re û ya herî girîng hemû nasnameyên ji sîstemê hatine dûrxistin in. HDP partiyeke ku wekî we tuneye û di siyaseta Tirkiyê de ezberan xira dike ye. Di vê çarçoveyê de em vebijardeya 3’emîn a îtifaqa demokrasiyê, tenê ji bo hilbijartinan giringi nadin. Em dixwazin ji xeynî blokên dewletparêz rêya 3’emîn temsîl bikin û xewna demokrasiyê ya ji bo mafan pêk bînin. Çi zemîna hevpar hebe em ê bi dost û hevalbendên xwe re wê zemînê bibînin û pêk bînin. Yek jî muxalîfekî xwedî wijdan dervayî ve îtifaqê nemîne. Em weke HDP’ê ji bo pêkanîna îtifaqa demokratîk xebatên xwe bidomînin.”
"Qeyran kûr dibe"
Ebru Gunay bal kişand ser mijarên di civîna lijneya wezîran de hatîn destgirtin û ev gişt anî ziman: “Piştî civîna duh a lijneya wezîran dîsa hikûmetê ji bo xapandina civakê daxuyanî da. Yê ku qeyran afirandiye hûn in, sedema qeyrana têgihîştina we ya rêveberiya li ser derew û talanê ye. Rêvenebirina we qeyrana vî welatî roj bi roj kûrtir dike. Hûn nikarin enflasyonê bi ser bixin ji ber ku hûn sedema enflasyonê ne. Haya gelê me ji van heye, bêguman gelê me dê bersiva wan bide. Bi vî rengî, her kes dizane ku tevgerên wekî me bacê kêm kir, ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê ne. Li hemberî van pirsgirikên kûr divê çareseriyan van ji bi kok û bi encam bê. Ji ber vê jî çareseriyên paliatîf encam nagrin, gelên Tirkiyeyê bi felaketeke mezin re rû bi rû dimînin. Hikûmet bi veguheztina çavkaniyên welat ji bo şer, alîgir û talanê re gel bi xizanî, belengazî û mirinê re rû bi rû dihêle.”
"Kesên ku li dijî çerxa îstîsmarê tên, rastî tundiyê tên"
Ebru Gunay ji bo qeyîrana niha li Turkiyê heyî jî got: “Li aliyekê nerazîbûnên li dijî fatûreyên ceyranê, li aliyê din jî têkoşîna kedkaran a ked her ku diçe mezin dibe. Karker û kedkar li dijî çerxa îstîsmarê ya desthilatdariyê nerazî bûna xwe nîşan didin, dengê xwe bilind dikin û grevên xwe mezin dikin. Li kargehên cuda hêj zêdetirî 50 grevê hene. Daxwazên karkeran çi ne? Daxwaza rejîmeke kar û xebatê ya li gor rûmeta mirovî, anîna nan ji bo malên xwe, germkirina malên xwe di sermaya zivistanê de, jiyaneke mirovî li hember bihayên ku li bazarê dest dişewitinîn dixwazin. Têkoşîna kedê pêşeroja welat e. Karkerên ku li dijî çerxa îstîsmarê ya ked û xwêdana xwe diparêzin, rastî tundiya polîsan tên, karker û kedkar li hemberî gefên ji kar avêtinê, rastî tundiyê, li ber xwe didin.
"Em ê ji bo pêşeroja welêt têkoşîn bikin" 
Emê tekoşîna xwe berdewam bikin ji ber ku paşeroja vî welatî dê di tekoşîna kedkaran de ye, paşeroja vî welatî bêguman di rêkxistina parvekirina dadperwer û dadperwer, şert û mercên xebatê yên li gor rûmeta mirovî ya karker û kedkaran be. Haya me ji vê heye. Ji ber vê yekê me di hemû grevê de mil bi mil bi wan re têkoşîn kir. Heta îro li her derê rêxistinên me yên parêzgeh, navçeyan û nûnerên me bi kedkarên berxwedêr re li ber xwe dan û ji îro şunde jî berxwe bidin. "