Dr. Mona Akl bi xebatên xwe ji bo siyasetê rê li jinan vedike

Dr. Mona Akl a li bajarê Aley endamtiya meclîsa şaredariyê dike, bi xebatên xwe rê li jinan vedike ku bikaribin di qada siyasetê de rol bilîzin.

SUZAN EBU SAID

Beyrûd – Tevlîbûna jinan a di siyaset û rêveberiyê de li hemû cîhanê her tim bûye mijara nîqaşê. Her çend li hin welatan ev rewş bi qismî derbas bibe jî, di hin çandan de jin ji bo şikandina tabûyan bi hemû hêza xwe dixebitin. Ji bo vê jî karê herî biçûk jî ji bo jinan bi nirx e.

Jinên ku di asta herêmî de peywiran digirin ser xwe, ji civaka piçûk dest pê dikin, rêyên afirandina guhertinên erênî dibînin. Yek ji van jinan jî Dr. Mona Akl a endamê meclîsa bajarê Aleyê ye. Her çend di xebatên xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimîne jî di wê baweriyê de ye ku di wateya herêmî de pêngava guhertineke erênî avêtiye û bi vî rengî jî ji jinan re dibe mînak.

Dr. Mona Akl a bi penaseya femînîzmê dest bi axxaftina xwe kir, got; “Gelek têgehên femînîzmê hene, lê li gor min ew temamkirina navbera mêr û jinê de ye, rola herkesî di nav vê civakê de  heye ango pêwîst nake jin dijberî mêr be û ne jî mêr dijberî jinê be. Divê jin bi xwe û karînên xwe bawer be, dema jin bixwaze biserkeve û pêşve biçe kest nikare pêşiya wê bigire.”

Jin wekheviyê dixwazin

Dr. Mona Akl ji bo rol û mîsyona jin a di nav şaredariyê de nirxand û got ku dibe ku her cûreyê zehmetî derkeve peşiya jin tiştê girîng ew e ku mirov li hemberî zehmetiyan têbikoşe û wiha axaftinê xwe domand: “Jin divê têbikoşe da ku mafên xwe bistîne û li her qadan de bi bandor be. Ew nayê wateya ku rê dê hêsan be, gelek astengî hene tenê li pêş jinan radiwestin, tevî hemû tiştî em dibînin jin hebûn û amadebûna xwe îsbat dike, wekheviyê dixwaze. Niha kar li ser gelek zagonan heye, têkoşîna jin ji vir ve destpê dike, ango bi riya pêşxistin û nûkirina zagonan. Di aliyekî din de, divê nêrîna civakê bê guhertin, dema em biçûk bûn diçûn dibistanê ji me re wêneyek ku di destê mêr rojnameyê dixwîne û jina xwarinê amade dike pêşkêş dikirin, ev qalib hîn di nirîna civakên me de maye û hîn jî  keçên civakê asta amadehî tenê dixwînin.”

‘Edî jin guh nadin gotinê zayendparêz’

Dr. Mona Akl pêvajoya hilbijartinên şaredariyê de astengiyên li pêş jinan nirxand û wiha dirêjî da xaftinê xwe: “Dema her jinek bixwaze bibe namzet di hilbijartinên şaredariyê an perlemanê de, bi gotina ‘mêr nemane ku jinek bibe namzet’ re rû bi rû dimînin. Jin gelek caran ev gotin dibihîsin, lê êdî jin guh nadin van gotinan, hişyariya jinê tam çêbûye. Ji vir rola jinê û karînên wê di vê ezmûnê de derdikevin holê. Ji bo min, di hilbijartinan de sê mêr ji malbata min hebûn, xwestin pêşiya min bigirin. Ez di sala 2008’an de beriya ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibim di qada ciwanan de xebitîm. Ez tevlî çalakiyên girîng bûm. Min Foruma Ramana Sivîl ji bo Pêşketinê ava kir. Di vî warî de tevlêkirina ciwanan a komeleyê alîkariya min kir. Em beşdarî gelek projeyan bûn, di serî de projeya 'Beyrût ji bo nivîskaran paytexta cîhanê ye.”

Gelek proje hatine kirin

Li ser çalakiyên femînîst Dr. Mona Akl got, “Navenda Çandê gelek komeleyên jinan bêpere hembêz kiriye. Şaredarî ji bo ku mirovan perwerde bike, ji her kesî bêalî û wekhev nêzîk bû. Ji bo jinên Lubnanî gelek konferans li ser tundiya li ser jinan organîze kirin. Ji bo kesên hewcedarê lênihêrîna taybetî ne lêkolîn hatin kirin. Di heman demê de di warê çandiniyê de jî beşdarî projeyan bûye, "wî dibêje.

Li ser projeyên xwe yên pêşerojê, Dr. Mona Akl got, “Ji bo vê navendê û dibistanên dewletê bi Rêxistina Vîzyonê ya Cîhanê re projeyên enerjiya rojê hene. Em ji bo projeya xwe bêtir xêrxwazan dikin armanc. Em bi şert û mercên giran ên aborî re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê îro di şaredariyan de pirsgirêk hene, lê bi komele û xêrxwazan re xebat û hevkarî û projeyên geşepêdanê pêşkêşî şaredariyan dibe.”