Diyaloga Kurd-Ereb nexşeya pêşerojeke baştir di navbera her du gelan de diyar dike
Der barê nexşeriya ku yek ji encamên herî diyar ên konferansê bû, Henan Osman wiha dibêje: "Nexşeya rê diyar dike ku divê konferans û maseyên diyalogê ji bo zelalkirina nêrînan di navbera gelê Kurd û Ereb de bi awayekî zelal bên lidarxistin, ji ber ku desthilatdarên kolonyalîst ên ku armanca wan parçekirina gelan û neteweyan e, hewl didin ewlehî û îstîqrarê têk bibin û di nava gelan de fitne, tirs û xofê derbixin.”
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Seroka Komeleya Newroz a çandî Henan Osman diyar kir ku Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb ku di 22’ê Çileyê de li paytexta Urdun Emanê hat lidarxistin, nexşeriyek ji bo pêşeroja baştir di navbera her du gelan de ye û teqez kir ku yekitî tenê bi avakirina pirên diyalogê yên xurt û stratejîk pêk tê.
"Gelê Kurd bi çand û dîroka xwe ve rastî qirkirinê tê"
Der barê tiştên ku di konferansê de hatin nîqaşkirin de Henan Osman ji ajansa me re wiha got: "Ez beşdarî konferansa "Diyaloga Kurd-Ereb" bûm ku li Urdinê bi amadebûna rewşenbîr û çalakvanên ji Urdin, Lubnan, Filistîn, Iraq, Sûriye û Ewropayê hat lidarxistin. Di diyalogê de li ser 3 xalan hat sekinandin. Xela yekem li ser dîroka pêwendiya Kurd û Ereban bû. Tirs û fikarên di navbera her du gelan de çi ne û çawa em dikarin nêrînên wan nêzî hev bikin. Di rûniştina duyemîn de rola jinan di demokratîkkirina civakê de hat nîqaşkirin û di vê mijarê de axaftinek min hebû. Di xala sêyemîn de jî nexşeriya çalakiyên hevpar û çawaniya pêşerojeke baştir ji bo her du gelan hat nîqaşkirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Henan Osman anî ziman ku divê di navbera gelên Ereb û Kurd de diyalogeke zelal û zincîrek ji hevdîtinên din çêbibe û wiha domand: "Piştî ku konferans li Emanê hat lidarxistin, diviyabû di 29'ê Çileyê roja Şemiyê de konferanseke din li Beyrûdê bihata lidarxistin lê rewşa hewayê ya xirab û girtina riyan bû sedem ku em konferansê paşve bidin.”
Di çarçveya konferansê de, civînên ku tê de bang li hemû welatan, bi taybetî welatên ku tê de civakeke Kurd, kêmnetew û çend netewe hene, hat kirin ku bi vî rengî konferansên li ser diyalogên zelal disekinin, li dar bixin. Hin mijarên dîrokî hene ku li pêşiya her du gelan dibin astengî lewma divê li ser wan nîqaş bên kirin, li ser hinek xalan baş were rawestandin û rastiyên dîrokî berevajî nekin, ji ber ku gelê Kurd rastî her cure qirkirinê tê û heta be dîroka wî jî bi qirkirinê re rû bi rû ye ji ber siyaseta kolonyalîst û siyaseta dewletên dijminên gelê Kurd.
"Yekitî tenê bi avakirina pirên diyalogê pêkan e"
Hanan Osman bal kişand ku welatên her tim di nava nakokiyan de ne, li ser Kurdan li hev kirine û wiha domand: "Mixabin Kurdistan bûye çar parçe. Dewletên Tirk, Îran, Iraq û Sûriye di her sernav û mijaran de ji hev cuda ne lê li hemberî gelê Kurd yekitiya xwe ava dikin û hewl didin li dijî hemû rastiyên bi navê dîrokî ku hebûna gelê Kurd li ser xaka wan a dîrokî bi sedan sal berê îsbat dikin, derkevin.”
Henan Osman behsa têkliya di navbera her du gelan de dike û dibêje: "Em û gelê Ereb li ser vê erdnîgariyê dijîn û ji mêj ve em cîranên hev in, tevî gelên din ên Ermenî, Suryanî û pêkhate û neteweyên din ên li vê herêmê dijîn. Ji ber vê yekê divê em li dijî van polîtîkayan bibin yek, ji ber ku em di qonaxeke hestiyar û dîrokî re derbas dibin û dibin şahidên şer, karesat û nakokiyan û tenê bi yekrêziyê dikarin rûbirûyê van belayan bibin û ev yekitî jî tenê bi avakirina pirên qayîm û stratejîk ên diyalogê pêkan e.”
Li ser pirsa gelo ezmûnên diyalogê yên bihêz û stratejîk hene wê got: "Me ezmûna pêkanîna vê diyalogê li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berî deh salan gotûbêj kir. Tiştek mîna xwerêveberî yan jî rêveberiya xweser a demokratîk ku Kurd, Ereb, Suryan û neteweyên din di nav xwe de dihewîne, çêbûye. Ev ezmûnek e ku di rastiya pratîkî de pêk tê û ji ber vê yekê em dikarin bi hev re bijîn û ev ezmûn dikare bibe celebek hevjiyana bêyî pevçûn û şer. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku neteweyên cuda di nav xwe de dihewîne, îsbata herî baş a vê yekê ye ku bi hemû cesaret û wêrekiya xwe li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Ev serpêhatiyeke bêhempa ye û hêviyê dide paşerojê, ji ber vê yekê divê ev ezmûn li hemû herêmên Rojhilata Navîn şênber bibe û were lêkolînkirin.”
"Di demokratîkbûna civakê de rola jinan"
Li ser rola jinan a di demokratîkbûna civakê de Henan Osman wiha got: "Di dema destwerdana min a di xala duyemîn de ku li ser rola jinan a di demokratîkbûna civakê de bû, min qala dîroka jinan kir ku di dîroka mirovahiyê de roleke mezin lîstine. Ji sedî 98’ê şaristaniya mirovahiyê serdema dayiktiyê dizanibû û di wê demê de civak di bin nîzam, aştî, hevahengî û aramiyê de dijiyan. Dema ku ramana baviksalar, çîn û neteweperest derket holê, em bûn şahidên şer, karesat û pevçûnan ku jinan ji hemû qadên jiyanê dûr xist û ev yek ji bo avakirina civakan ne guncaw e. Ji ber vê yekê divê jin di civakê de rola xwe ya rast bi dest bixin.”
Henan Osman serpêhatiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got: "Min behsa rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ne tenê jinên Kurd bi giştî jinên ku roleke mezin lîstin, ne tenê di warê leşkerî de li hember DAIŞ’ê, di heman demê de di bi rêxistinkirina xwe û guhertina ramana baviksalarî û mîrateya çandî di hundir civakê de kar kirin. Ne hêsan e ku di civaka me ya Rojhilata Navîn de pergala hevserokatiyê were dîtin, an jî em bibînin jinek pêşengiya şer dike ku tê de bi sedan mêr li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin ku weke rêxistina herî bi hêz a terorîst a di cîhanê de tê dîtin. Lêkolîn, fikir û îdeolojiyek heye lewma divê em ronî bibin ser van mijaran û wan lêkolîn bikin, ji ber ku ezmûna jinên Kurd di hemû aliyên xwe yên siyasî, rêxistinî û rewşenbîrî de bêhempa ye û bi dîtina min ev yek vedigere ramana bîrmendê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser navê şaristaniya demokratîk 5 cild pirtûk derxistin ku ew jî projeya neteweya demokratîk bû, ji bo hemû netew, mezheb û nijad bi reng, bîrdozî û baweriyên xwe bijîn pêşkêş kir. Ji bo aloziya li herêmê çareseriya herî guncaw ev e.”
"Civaka Kurd ji bo nîqaşkirina bûyerên dawî yên li Hesekê civînek li dar xist"
Têkildarî organîzekirina sempozyûmeke ji aliyê civaka Kurd ve li Lubnanê ku tê de wê behsa bûyerên li zindana Xuwêran li bajarê Hesekê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di Komela Newroz a çandî de kir, Henan Osman dibêje: "Ji îlhama bûyerên vê dawiyê yên zindana Xuwêran, di komeleya Newroz de civîneke biçûk ji bo civaka Kurd a Lubnanê hat lidarxistin û geşedanên dawî û komploya navdewletî li dijî rêveberiya xweser a demoqratêk hatin nîqaşkirin. Vê kompoleyê rêveberiya xweser kir armanc ji bo tasfiyekirina wê, ji ber ku ev proje ne xizmeta polîtîkaya kolonyalîzmê û ne jî siyaseta Tirkiyeyê dike. Her wiha Rejîma Sûriyeyê jî beşdarê vê komployê bû ku gelên aştîxwaz ên Hesekê rastî gelek komkujî û kuştinê hatin.”
Der barê çawaniya girtina agahiyên der barê bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Seroka Komeleya Newroz a çandî Henan Osman diyar kir ku ew ji bilî torên civakî, ji medyaya Kurd jî agahî û nûçeyan digrin. Piraniya Kurdên ku li Lubnanê ne rasterast bi malbatên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di têkiliyê de ne. Divê hemû Kurd bibin yek û nêrîna wan nêzî hev be da ku li hember vê komployê li ber xwe bidin.
Henan Osman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser lehengiya berxwedana ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hemû pêkhateyên xwe ve raber kiriye û wiha bi dawî kir: "Pêkhateya Ereb roleke mezin di radestkirina çeteyên DAIŞ'ê de ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk re lîst ku îsbat kir, ew di her şertî de dikare rêveberiya qonaxê û gelên li wir hene bike. Ji ber vê yekê divê welatên Ewropayê destûr nedin kiryarên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên.”