‘Dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin’

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya kantona Efrînê Zelox Bekir li ser planên hêzên hegemonîk ên li herêmên Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku, hewl didin Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji 4’ê Cotmehê ve dewleta Tirk êrişên xwe yê li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir. Di van êrişan de zarok jî di nav de bi dehan kesan jiyanan xwe ji dest dan, binesaziyên heremê hatin hedefgirtin. Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekarî ya kantona Efrîn-Şehbayê Zelox Bekir ya êrişên dewleta Tirk û geşedanên li heremê nirxand, anî ziman ku di van êrişan de destê hêzên hegemon jî heye û got, “Dixwazin bi şer û pevçûnan Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dîzayn bikin.”

'Dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin'

Zelox Bekir di destpêka nirxandina xwe de sersaxî ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest ku di encama êrişan de 29 pakrewanên xwe oxir kirin û bal kişand ser êrişên ku di demên dawî de pêk hatine û wiha pê de çû: “Em ber bi dawîbûna sedsala hevpeymana Lozanê ve diçin, lewra hêzên hegemonîk ên ku cih di vê hevpeymanê de girtine careke din, bi rêbazên cuda xwestin mudexeleya Rojhilata Navîn bikin û siyasetek nû li gorî berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya li Sûriyeyê ve destên xwe dirêjî axa Sûriyeyê kir. Bi armanca tunekirina gelê Kurd êrişî destkeftiyên vê şoreşê kir. Gelê Kurd di vê şoreşê de xeta sêyemîn hilbijart û meşiyan. Şoreşa Bihara Gelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi encam bû. Li hemû deverên Sûriyeyê heya niha wêran û talankirin didome û rewşa bê ewle di her warê jiyanê de heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa parastina ziman, çand, hebûn û nasnameyê hate meşandin.”

‘Sîstema xweseriyê ne li gorî berjewendiyên wan bû’

Zelox Bekir bal kişand ser sîstema xweseriyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûnişkandin û wiha got: “Sîstema Rêveberiya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûnişkandin û hemû pêkhateyan di nava xwe de hewandiye, nakeve xizmeta hêzên hegemonîk û di serî de ya dewleta Tirk. Ji ber ku dewleta Tirk, dewletek dagirker e û bi salan Kurdistanê dagir kiriye, dixwaze gelê Kurd bê îrade bimîne. Dewleta Tirk dîroka xwe li ser xwîna Kurdan avakiriye. Rêxistinbûna gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêrsa Erdoxan zêde dike. Dewleta Tirk di hundirê herêmên xwe de qrîza aborî dijî, ji bo ku vê qrîzê ji nav xwe derxe hewl dide êrişên xwe li ser herêmên din pêk bîne. Ev êrişên ku herî dawî li herêmên me pêk hatine bi destên dewletên ku mudexeleyî aloziya Sûriyeyê dikin û yên ku hiştin deverên Sûriyeyê bên dagirkirin, çêdibe.”

‘Bi berxwedana xwe careke din planên dagirkeran vala derxistin’

Zelox Bekir di gotinên xwe de qala êrişên dewleta Tirk ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî dijwar êrişên xwe anî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Şêrewa heya Dêrikê bênavber êriş dike. Li kêleka wê jî hêzên hegemonîk xwestin bi dawîbûna sala 2023’an careke din di nava dewletên Rojhilata Navîn de tevliheviyê çêbike. Li hemberî êrişên ku hatine kirin carek din gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kir û berxwedana xwe bi îsrar berdewam kir. Di encama van êrişan de berdêlên giranbûha jî hatin dayîn û gel bi serbilindî pakrewanên xwe oxir kirin. Armanca sereke ya van êrişan guhertina demografîka herêmê ye. Erdoxan dixwaze xeyalên Osmaniyan careke din li Sûriyeyê nûjen bike. Gel bi berxwedana xwe careke din planên dagirkeran vala derxist.”

‘Yekbûna gelan wê dawî li planên dagirkeran bîne’

Di dawiyê de Zelox Bekir teqez kir ku li hemberî êrişan wê yekbûna gelan bi ser bikeve û divê xeta berxwedanê her dem bê hilbijartin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Herêma Şehbayê rojane bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û rêgiriya hikûmeta Şamê re rûbirû ye. Dorpêç ji planên êrişan ne cuda ye. Dixwazin bi vê yekê gelê ku li Şehbayê berxwedanî dide meşandin careke din koçber bikin. Li dijî van êrişan ji Dêrikê heya Şehbayê gel li ser piyan bû û pakrewanên xwe bi serbilindî oxir kirin. Ev berxwedanî bû peyam û bersivek ji dijmin re, diyar bû ku tu kes nikare îradeya gel bişkîne. Yekbûna gelan wê dawî li planên dagirkeran bîne û ya bi serkeve îradeya gel e.”