“Divê Tûnis demek zûtir ji vê pêvajoya dijwar derkeve”

Krîza Tûnisê ya heyî siya xwe daye kolanên Tûnisê jî. Ji bo bidawîkirina krîza ku 10 sal in didome û welat ber bi vê rewşa têkçûna aborî û tevliheviya civakî ve biriye, çalakî tên lidarxistin.

 
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Ji 25'ê Tîrmehê ve medya û malperên tora civakî bi nêrîn û ûçeyan dagirtî ne. Bi riya medya û malperên tora civakî  nerazîbûna xwe ya ji bo şert û mercên li welat eşkere dikin û pêşniyar xala 80’ê ya destûrê ji hêla serokwezîrê Tûnisê ve dikin. Ji ber ku ew vê xalê wekî rizgarkirina welat dibînin.
Ji bo şopandina van pêşketinan ajansa me bi jinên Tûnisî re hevdîtin pêk anî û nêrînên wan der barê rewşa Tûnisê de girt. Nêrîna jinan wekî hev bû, wan diyar kirin ku welatê wan hêjayî başiyê ye û divê ku mirov li ser guheztina pergala serdest bixebite. Reformên pêwîst çêbibin da ku ji jinên Tunisê yên ji hemû qeyranên li welat çêbûne bi bandor bûne, jiyana baş misoger bike.
Xebatkareke Tûnisî bi navê Firyal Salim a 30 salî dibêje ku tiştê di 25'ê Tîrmehê, roja komarê de ku serokomarê Tûnisê kir, derbeyeke giran e. Ji bo kesên bi navê "Rêxistina Îxwan El-Mislimîn" li Tûnisê, ev bersiva daxwaza gelê Tûnisî ye. Yên ku derketin û xwepêşandan kirin ji bo vê pergala gendel hilweşînin. Wê teqez kir ku teqîna li Tunisê çêbû, di encama rewşek dijwar a civakî, tenduristî û aborî de bû lewre bi vê yekê diyar bû ku êdî ev rewş nayê tehemulkirin. 
Ji ber rêxistinên terorê rêjeya tawan û şîdetê di nava civaka Tûnisê de zêde bûye
Firyal Salim diyar got: "Rewşa aborî pir xirab bûye û buhayê her tiştî gelekî zêde  bûye, vê yekê jî hişt ku welat ber bi rewşeke karîsî û xeternakve biçe. Rêjeyên tawan û şîdetê di civaka Tûnisî de du qat zêde bûne û terorîzm di encama hewldanên teroran ên tundrew de belav bûye. Tunis bûye çavkaniya terorîstan.” 
Firyal Salim bal kişand ku cudahî û nakokiyên siyasî encama berjewendiyên ji derveyî berjewendiya gelan in. Piştî hilbijartinên 2019'an rewşa welat zêde xirab bûye û pevçûn li ser desthilatdariyê qewimîn e.
Van faktoran û tiştên ji bilî wan hişt ku gelê Tunisî bikeve nav gelek serhildanên bi zordariyê re rûbirû mane lê bêhnfirehî jî tixûbê wê heye, wekî ku tê gotin, vê kelecanê berdewam kir heya ku îrade komî ser hev bû û girse tevgeriyan. Bi taybetî ciwanan malperên tora civakî aktîf kirin û bi wê yekê re banga bidawîbûna pergala ku Tûnisê xirab kiriye kirin. 
Li pêşberî hêrsa gel a li hemû bajarên Tûnisê, Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd ev gav avêt
Firyal Salim biryara Qeys Seîd bi aqilmendî bi nav kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir; "Divê her kesê xayîn were cezakirin û em bi saziyan re bibin alîkar heya ku ev armanc bê misogerkirin. Em banga dûrketina ji tundiyê dikin ku planên serokomar asteng dike.
Li aliyê din Teyba Ebid El-Fetah ku ew jî xwendekareke Tûnisê ye diyar dike ku tiştê li Tûnisê qewimî diyareyeke ber bi sererastkirina welat ve ye û hêrseke li dijî çîna siyasî ya tund ku bi salan e li ser xizmeta berjewendiyên xwe yên siyasî dûrî xemên gel û pirsgirêkên wî kar dike. 
Teyba Ebid El-Fetah da zanîn ku tu pêşeroj ji teror û desthildariya wan a li ser axa Ereb re tune ye. 
Armanc hilweşandina pergala gendeliyê bû
Li aliyê din Cîhan El-Tilêlî ku ew yek ji beşdarên xwepêşandanên 25'ê Tîrmehê ye got: “Armanc ji berê heta niha, hilweşandina pergala gendeliyê bi hemû rayedarên wê re ye. Ji  hukmê birayetî û hevalbendên wê yên ku bûne sedema kombûna qeyranan û talankirina mal û milkên wan xilas bibe." 
Der barê alternatîfê de Cîhan El-Tilêlî dibîne ku divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û ji bo perwerdekirina gelê Tûnisê bixebitin da ku heman qeyrana îro welat dijî neqewime û wiha pêl da gotinên xwe: "Li ser bingeha ku her meşrûiyet an jî meşrûiyeta hukûmetê ji gel derketiye bi rastî gelê Tûnisî gotina xwe di pergala li pey hilbijartinên Cotmeha 2019'an de got û îsbat kir ku ev pergal têkçûyî ye."
Gel ji ber bihayê zêde nikare pêdiviyên xwe pêk bîne
Halîma jineke 60 salî ye ew jî li ser mijarê dibêje: "Gelê Tûnisê ji dema bûyerên 2011'an ve neçarî hejarî, zordarî û terorê ma. Ji me re digotin ew bihar e lê bi rastî bi domandina pêvajo û demê re îsbat bû ku zivistaneke bahozî ya wêranker e êdî gel ji ber bihayê kelûpelan û belavbûna bêkariyê nikare hewcedariyên xwe yên rojane pêk bîne."
Halîma bang kir ku di zûtirîn demê de hilbijartin pêk werin da ku welatiyên Tûnisê mafên xwe yên jiyana baş bi dest bixin. 
Halîma yek ji nimûneya jinên Tûnisê yên kedkar e ku beriya bûyerên 2011'an girîngî nedida siyasetê lê êşên wê û welatê wê bûn sedem ku ew tevli xwepêşandanên girseyî bibe.
Bûyerên li Tûnisê qewimîn dikaribû bi diyalogê çareser bibûna
Samiya ya 40 salî ku di şîrketeke beşa taybet de dixebite, nêrînek wê ya cuda hebû. Ew jî dibêje ku tiştên li Tûnis qewimîn dikaribû bi diyalogê çareser bûbûya. Her wih wê banga hakîmiyeta berjewendiyên welat kir û diyar kir ku divê rewşa ku Tûnis tê re derbas dibe li ber çavan were girtin û destnîşan kir ku ya herî zêde ji şert û mercên dijwar ên ku welat tê re derbas dibe zirarê dîtine, jinên Tûnisê ne. Ji ber ku ew di dema koronayê de ji karê xwe bûne û tu piştgirî ji dewleta Tûnisê negirtine. 
Samiya herî dawiyê got ku îro ji serokwezîrê Tûnisê tê xwestin ku edaletê li jinên ku hem ji mal û hem jî ji  karê xwe bûne, bike. Lewre ji ber rewşa ku bi dehan salan e didome, êşê dikşînin.