'Divê partiyên siyasî bi hevgirtinê vê rewşê derbas bikin’- 2
Çavdêra siyasî Hawjîn Şehîd Fexredîn bal kişand ser girîngiya rola siyasetmedar û partiyên siyasî di rewşa niha ya gelê Kurd de û wiha got: “Divê ji bo destkeftiyên gelê Kurd têbikoşin û biparêzin.”
NERMÎN EHMED
Silêmanî- Êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û tê dîtin ku çawa careke din gelê Kurd, jin û zarok rastî komkujî, destdirêjî û koçberiyê tên.
Di beşa duyem a hevdîtina bi çavdêra siyasî Hawjîn Şehîd Fexredîn re behsa tundiya ku jin di nava şer de rastî tên kir û her wiha rola partiyên siyasî di vê rewşê de nirxand.
‘Jinan li dijî zilmê serî rakirin’
Hawjîn Şehîd Fexredîn bandorên şer li ser herêmê weke wêrankirinê pênase kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker komkujiyê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê ferz dike, jin her dem di şeran de dibin hedef û jinên Kurd jî li her çar perçeyên Kurdistan ji ber demografiya Kurdistanê her dem di nava krîza şer de ne. Tundiya li ser jinan li gorî herêman tê guhertin û di van êrişên dawî yên li ser Rojavayê Kurdistanê de jin û zarokên Kurd tên qetilkirin. Me dît ku jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo azadî û kerameta xwe çawa li dijî DAIŞ’ê berxwedan raber kirin, çawa jinên Kurd bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî zilmê li hemû dinyayê û bi taybetî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê serî hildan.”
‘Êrişên li ser jinan li ser hemû civakê ne’
Hawjîn Şehîd Fexredîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêrêziya çeteyên dewleta Tirk li hemberî jinan û wiha got: “Kiryarên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, rûreşî ye. Jinên Kurd ji bo parastina keramet û azadiya gelê herêmê hemû erk girtiye ser milê xwe.”
Hawjîn Şehîd Fexredîn behsa rewşa jinên ku ji ber êrişan koçber bûne û zarokên wan ji sermayê qefilîne kir û wiha got: “Bandora şer li ser jinan dijwartir dibe. Ji ber dema jinek rastî qeyranê were, hemû civak rastî qeyranê tê. Dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistan sûcên şer dike, divê weke sûcdarê şer were dîtin.”
‘Berxwedana jinên Rojava cihê kêfxweşiyê ye’
Hawjîn Şehîd Fexredîn wiha berdewam kir: “Jinên Rojavayê Kurdistanê bi hişmendiya ji bo mafê xwe yê rewa şer dikin û di deh salên borî de li dinyayê bûne sembola jinên bi hêz. Em dibînin li Rojhilatê Kurdistan çawa di nava sê salên borî de girtîgehan tije jinên azadîxwaz kirin û cezayê darvekirinê li wan dibirin. Ji bo gihandina azadî û mafên xwe dest ji têkoşînê bernadin. Divê em wê ji bîr nekin ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi destên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Bi qetilkirina wan, peyam dan ku desthilatdariya mêr, jinên xwedî hêz û îrade ji bo xwe weke metirsî dibîne. Gelê Kurd ji ber ku yekitiya xwe çênekiriye, nikare di guhertina cîhanê de cihê xwe bi hêz bike. Divê partiyên siyasî yên Kurd nebin pêlîstokên destên dewletan, berjewendiyên gelê Kurd bi ser bixin. Her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê dijmin ve hatine dorpêçkirin. Çawa weke Şêx Seîd Pîran dibêje; ‘Ger em bi xwe ji bîr bikin ku em Kurd in, dijmin me ji bîr nake’ û divê li dijî şerê ku dijmin daye destpêkirin em hemû hevgirtî bin.”
‘Niyeta dewleta Tirk di van demên dawî de diyar bû’
Hawjîn Şehîd Fexredîn bal kişand ser hewldanên pêşxistina pêvajoya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dawîanîna şer û alozayên li herêmê û wiha got: “Divê sîstema konferderalîzmê li herêmê ji bo parastina mafên hemû neteweyên cuda bi pêş bikeve û em dibînin ku Rêveberiya Xweser çawa dikaribûye parastina mafên neteweyên cuda bike. Hêviya me ew e ku Rojavayê Kurdistanê bigihîje wê armanca ku ji bo wê têdikoşe û jin tê de dikarin rola bi bandor bigrin ser milên xwe ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Hêviya min ew e ku herêmên Kurdan ên bi destê şervanan tên parastin, di destên Kurdan de bimînin. Kurd divê girêdayî hêza xwe bin. Dewleta Tirk bi gotinên ‘pêvajoya aştiyê’, dixwaze Kurdan mijûl bike lê belê kiryarên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistan weke tayînkirina qeyûm, dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê niyeta wî baş nîşan dide.”
Hawjîn Şehîd Fexredîn di axaftina xwe de bal kişand ser metirsiyên van êrişan li ser Iraqê û wiha got: “Divê Başûrê Kurdistanê xwe ji bo vê pirsgirêka siyasî amade bike. Dema pêşmerge weke hevpeyman tên qadê divê agahdar bin. Divê siyasetmedar li herêma Kurdistanê bikaribin vê xeletiyê baş fêm bikin û partiyên siyasî bi hevgirtinê vê rewşê derbas bikin, hemwelatî jî piştevaniyê bikin.”
‘Şervan şoreşek mezin dimeşînin’
Hawjîn Şehîd Fexredîn destnîşan kir ku şervanan di deh salên borî de rola parastina gelê bindest girtine ser xwe û got: “Şervanan, gerîla, pêşmerge û têkoşerên ku hewldana parastina şeref û kerameta vê neteweyê dane hene. Niha em dibînin ku şervan şoreşek mezin dimeşînin. Ez dikarim bibêjim di qonaxên şer de gerîla û şervanan nîşanî tevahî cîhanê dan ku çiqas qeheraman in û dikaribûne parastina xaka xwe bikin.”
Hawjîn Şehîd Fexredîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rewşa niha qonaxa dawî ya şerê ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe êrişî şervanan dike, komkujî pêk tîne. Em dibînin dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne ev ji bo tunekirina me û erdnîgariya me ye. Dewleta Tirk ji bo zindîkirina Mîsaqî Mîlî êrişan pêk tîne û komkujiyan dike. Ez bi dilxweşî dikarim bibêjim ku şervan û gerîla bi têkoşîna xwe pişî li vê yekê digrin û li hemberî van êrişan bi ser ketine.”