"Divê jinên Başûrê Kurdistanê vê rewşa deshilata heyî qebûl nekin"

Endama Koordînesyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen polîtîkayên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê wekî xizmetkirina dewleta tirk bi nav kir û bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî helwest û rol bin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Dewleta tirk ev çend sal in xwe bi rengekî fermî li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û bi dehan baregehên xwe yên leşkerî ava kiriye. Hebûna dewleta tirk a li ser axa Başûr bi her awayî xeterê li ser pêşeroja avabûna yekrêziya Kurd dike, bi taybetî jî hevkariya PDK`ê ya bi Tirkiyeyê re ku ji hebûna dewleta tirk a li axa wan razî ne. Endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen rewşa li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.
"Gelê Kurd ne weke 20 sal berê ye"
Hedleyê destpêkê de rewşa gelê Kurd û planên dewleta tirk nirxandin û got: "Hebûn, êrîş û tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê, bi destûr û hevkariya PDK`ê ye. Dewleta tirk bi hevkariya PDK`ê hemleyek li dijî şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kiriye, ew difikirin ku heger Tevgera Azadiyê were tunekirin dê gelê Kurd jî nemîne. Dema ku dewleta tirk Rêber Apo girt û tecrîdeke giran bi kar anî, gotin qey wê êdî hebûna Kurd û Kurdistanê qir bibe. Em dibêjin çawa ku bi girtina Rêber Apo re gelê Kurd bû xwedî hêz û vîneke mezintir, wê bi hedefgirtina wan a ji şervanên Tevgera Azadiyê re jî berxwedana me bihêztir bibe. Her wiha di vê pêvajoyê de gelê Kurd ne weke 20 sal berê ye, niha ji bilî Kurdan tevahî pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn, bîrdoziya rêber Apo kirine bingeha jiyana xwe."
"Tirkiye dixwaze di kesayeta PDK`ê de dîrokê dubare bike"
Hedle Hesen hevpeymana Lozanê bi bîr anî û axaftina xwe wiha domand: "Dewleta tirk di kesayeta çeteyên DAIŞ`ê de li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû. Ji ber vê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û PDK jî berjewendiyên Tirkiyeyê li ser hesabê gelê xwe bi cih tîne. Kesên ku dewleta tirk bi alîkariya PDK`ê êrîşî wan dike, zarokên axa Kurdistanê ne û ew li çiyayên Kurdistanê dimînin. Lê dewleta tirk dixwaze heta 2023`an ku wê hevpeymana Lozanê sedsaliya xwe bi dawî bike, dîrokê dubare bike. Çawa ku Osmaniyan di wê demê de bi saya hinek kesên Kurd ku berjewendiyên dijmin ji yên gelê xwe girîngtir dîtin, dixwaze îro jî bi riya PDK`ê heman planê bike. Ji lewre pêwîst e di vê pêvajoya nazik de tevahî aliyên Kurd hişyar bibin û xwe ji xefikên dijmin biparêzin."
"PDK heman kiryarên dewleta tirk pêk tîne"
Hedleyê dirêjî da nirxandinên xwe û bal kişand ser kiryarên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê û got: "Başûr perçeyek ji Kurdistanê ye û mafê her Kurdê heye ku li wir bimîne û bijî. Lê PDK heman kiryarên ku dewleta tirk li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn, dike. Dewleta tirk bi dehan siyasetmedar û pêşengên civakê hedef girtin. Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hind û Seida qetil kirin her wiha komkujiyan çêdike, sivîlan direvîne û rojane malên gel bombebaran dike. Dewleta tirk van kiryaran bi destên çeteyan dike, ew îro heman kiryaran li Başûrê Kurdistanê bi destên PDK`ê dike. Mînaka vê yekê jî kemînên ku PDK`ê ji şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêkir, girtina nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk û Rêveberiya Xweser, herî dawî jî girtina sê siyasetmedarên RJAK`ê bû."
"Divê jinên Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin"
Endama kordînesyona Kongreya Star Hedle Hesen di dawiya axaftina xwe de banga derketina qadan li jinên Başûrê Kurdistanê kir û wiha bi dawî kir: "Di şer û pevçûnan de jin û zarok dibin qurbanî. Ji ber vê divê ku jinên Başûrê Kurdistanê bibin xwedî bertek, pêwîst e li dijî dagirkeriya dewleta tirk û polîtîkayên PDK`ê yên dikevin bin xizmeta dijminên gelê Kurd derkevin qadan. Divê êdî jin guhertineke ber bi çav bidin avakirin. Di vê pêvajoyê de divê ku em weke jin rola xwe bilîzin û pêşengiya avakirina yekrêziya Kurd bikin. Em jî weke jinên Rojavayê Kurdistanê bi hemû hêz û vîna xwe piştgiriya jinên Başûrê Kurdistanê dikin."