‘Divê jin di dema nû ya palamentoya Iraqê de mafên jinan biparêzin’
Endam û berpirsyara Boruya Rêxistinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Feryal Abdullah got ku di parlamentoya Iraqê de ji bo jinan ji sedî 25 kota hatiye diyarkirin û got: “Divê jin zêdetir ji bo mafên jin û zarokan bixebitin.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Bi biryara serokwezîrê Iraqê, wê di 11’ê Mijdara 2025’an de hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêk werin. Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê di Cotmehê de dest bi amadekariyên ji bo hilbijartina dema şeşem a parlamentoya Iraqê kir. Di nav de jin jî beşdarî qada siyasî li parlamentoya Iraqê dibin. Tevî hebûna feraseta mêr û rewşa niha jin hewldana beşdariya siyasî didin lê belê heta niha bi riya kotayê, bi rêjeya ji sedî 25 beşdarî parlamentoyê dibin. Niha jin ji bo parlamenteriya dema şeşem, amadekariyê dikin û hewl didin ji bo mafên jin û zarokan bixebitin.
‘Beşdarkirina namzedên jin erkek girîng e’
Endam û berpirsyara Boruya Rêxistinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Feryal Abdullah diyar kir ku hilbijartina encûmena Iraqê wê di 11’ê Mijdara Îsal de bê kirin, bi riya parlamentoyê divê jin ji bi bidesxistina mafên jinan hewl bidin û wiha got: “Li parlamentoya Iraqê jin bi rêjeya ji sedî 25 beşdarî parlamentoyê dibin. Her wiha dabeşbûna jinan li ser lijneyê di nava parlamentoyê de cihê kêfxweşiyê ye ku jin bikaribin bi riya dengê gelan parastina mafan bikin. Her wiha jinên namzed ji bo bidestxistin û daxwaza mafan li parlametoyê, deng bixwazin û dengdêr jî li gorî asta zanyarî û çalakiyan parlamenterên jin hilbijêrin da ku bikaribin di pêşerojê de xizmetê ji bo jinan û tevahî beşên civakê bikin.
Her wiha jinên parlamenter di parlametoyê de ji bo guherîna bendên ku ziyanê didin mafên jinan divê hewl bidin. Bi riya pêşniyaran hewldan ji bo çareseriyê hebin. Ji ber wê gelek girîng e jin beşdarî dengdayînê bibin. Hebûna wan dengan baweriyê ava dike û bi wê yekê dê bikaribin li parlamentoyê hemû mafên jin û zarokan biparêzin.”
‘Aliyên siyasî sedemên binpêkirina wan mafan in’
Feryal Abdullah da zanîn ku beşek ji komên siyasî li parlamentoya Iraqê li ser çend xalan li hev dikin û gelek caran ev lihevkirin li ser mafên jinan li parlamentoya Iraqê encam didin û wiha got: “Bi riya lihevkirina koman biryarên li ser mafên jin û zarokan didin. Aliyên siyasî sedemên binpêkirina wan mafan in. Divê jin di dema nû ya parlamentoyê de ji bo başkirina rewşê û bidestxistina mafên jinan hewl bidin. Parlamenterên jin ên di parlamentoyê de bi guherîna zagonan dikarin mafên jin û zarokan biparêzin.”
‘Tevî astengiyan jî jin beşdarî qadên siyasî û aborî dibin’
Feryal Abdullah da zanîn ku tevî hebûna astengiyan jin li başûrê Kuridstanê beşdarî qadên siyasî û aborî bi pergala koteyê beşdarî parlamnetoyê û wiha got: “Hebûna kotayê di parlamentoyê de binpêkirina mafên jinan e. Lê di civaka Rojhilata Navîn de pêwistiya jinan bi mafê kotayê heye. Niha hebûna jinan di parlamentoyê de ji derveyî dengên girtî, ji bo jinan weke ji sedî 25 kota hatiye diyarkirin. Ev rewş wisa dike ku jin zêdetir li parlamentoyê bi hev re ji bo mafên jin û zarokan bixebitin. Her wiha lihevkirinên siyasî û koman bi kombûna van koalîsyonan girîng e lê belê tevî hebûna jinan di parlamentoyê de kêm e jî ger nikaribin mafên xwe li dadgehê bi dest bixin. Li parlamentoyê di mijara bidestxistina mafên jinan de destek nagirin. Her jin dikare biryarên derbarê mafên xwe de bide.”
‘Mêrên li parlamentoyê dikarin berpirsyariya wekheviyê û mafên jinan bigrin’
Feryal Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin bi riya rêxistinên civaka sivîl û aliyên pêwendîdar ji bo mafên xwe hewl bidin. Her wiha mêr dikarin rol û erka wekhevî û mafên jinan li parlamentoyê bigrin ser xwe. Cihê kêfxweşiyê ye beşek ji zagonên li herêma Kurdistanê, li pêşiya zagonên Iraqê ne. Mînak zagona derbarê mafên kesane de, ku pêwistî bi guherînê heye. Piştre zagona rêgirîkirina li pirzewaciyê li herêma Kurdistanê heye. Beşek ji zagonan rêgiriyê li tundiyê dikin. Hebûna zagonê û serweriya hiqûqê ji bo kêmkirina tundî û kuştina jinan bi sûd e. Bi hêviya ku jinên hatine hilbijartin, ji bo kêmkirina cînayetên jinan û bidestxistina mafên wan li parlamentoya Kurdistanê hewl bidin.”