‘Divê jin bi hev re li dijî cudakariyê bisekinin’
Siyasetmedar û parlamentera berê Cemîla Ksîksî da zanîn kir ku divê jin ji bo têkoşîna li dijî cudakarî û dûrxistinê bibin yek û her wiha got ku dem hatiye ku tundiya li dijî wan raweste.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis – Siyasetmedar û parlamentera berê Cemîla Ksîksî di hevpeyvînekê de bi ajansa me re diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye rewşa aloz a îro li Tûnisê encama serdema beriya 25’ê Tîrmehê ye û her wiha eşkere kir ku yên ku herî zêde ji vê yekê bandor dibin jin in û delîlê vê yekê jî zêdebûna rêjeya tundiya li dijî jinan e.
Hat dîtin ku ji aliyê ciwanan ve dilgiraniya beşdarbûna hilbijartinan û heta referandûmê jî heye gelo sedema vê yekê çi ye?
Ez dixwazim behsa serdema berî 25’ê Tîrmehê bikim ku serdemeke girîng tê dîtin ne têkçûn bû weke ku tê gotin lê biryarên baş nehatin girtin, ez dibînim ku encama wê heyamê ew e ku rewşa em îro tê de dijîn çêkir.
Gelek sozên hilbijartinê hene. Tiştê ku welatiyan bê hêvî dike pêvajoya siyasî û hizbî ye. Gelek sozên di dema hilbijartinan de hatin dayîn lê nehatin pêkanîn. Bi rastî ev yek ji wan nexweşiyên ku bandor li hawirdora siyasî ya Tûnisê kiriye û ew yek ji xeletiyên herî mezin e ku ji hêla çîna siyasî ve li welatê me hat kirin. Carna hûn neçar dibin ku soz bidin, ji ber ku hejmara zêde ya daxwaz û xwestekên Tûnisiyan ji şiyanên hukûmetê zêdetir bû.
Hûn dibînin ku hin alî di çend rojên hilbijartinê de heman sozan didin, lê bêyî ku yek ji wan bi cih bînin û ev yek jî dike ku dengder encama wê sozê bipirse. Pêvajoya hilbijartinê bi giranî bi baweriyê ve girêdayî ye. Ger gelek caran soz werin dayîn û neyên pêkanîn wê bawerî têk biçe.
Sedemên din ên nerazîbûnê bi sîstema siyasî, destûr û zagonan ve girêdayî ne û yek ji mezintirîn kêşeyên ku em tûşî wan dibin ew e ku zagona hilbijartinan piraniyek rehet ji bo rêveberiyê dernaxe. Bi vî awayî hûn dibînin ku partiya ku xwediyên piraniya parlamentoyê ye, nikare hukum bike ji ber ku hewce ye ku hevalbendan bike.
Eger me di heyama borî de serkeftî bûya di guhertina zagona niha ya hilbijartinan de, em ê ber bi pesendkirina zagona nû ku piraniya dengan dide hikûmetê, biçûna û ev xalên sereke yên têkçûna sîstema berê ne. Lê ya herî girîng ew e ku tu aliyek desthilatdar pêkanîna reforman û cîbicîkirina bernameyeke ku tê de berpirsiyariya xwe tê de hebe nîn e. Ji ber vê yekê xwezayî ye ku em vê nerazîbûnê bi taybetî ji aliyê ciwanan ve bibînin. Ji ber ku ciwan hebûna xwe di navenda vê sîstemê de di cihên serkirdayetiyê de hîs nakin.
Divê em ji bîr nekin ku sîstema partiyê ji aliyê kesên temenê wan mezin ve tê birêvebirin û heta serkirdeyên dîrokî yên partiyan jî em piraniya wan ji 80 salî mezintir dibînin. Ma ev yek ne kuştina armancên koma ciwan e?
Peyama min ji xort û jinên ciwan re ew e ku bêhêvî nebin, bi awayekî aktîf tev li jiyana siyasî bibin û li ber xwe bidin da ku hûn di cihên biryardanê de cih bigrin. Bi dîtina min nebûna xort û keçan zerar e û baweriya me bi wan û haydariya wan heye.
Hûn piştgirî didin rêbaz û mekanîzmayên pêkanîna qanûna hejmar 58 a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan?
Zagon ji bo ku werin cîbicîkirin, pêdivî bi pêvajoyek û pir dem heye û divê ew di çanda me de were cîbicîkirin. Ev zagona ku gelek wezaretan eleqedar dike ji bo cîbicîkirinê pêwîstî bi demê heye. Ez nabêjim ku tê cîbicîkirin an na lê li ser erdê hewl tê dayîn ku pêk were. Ev zagona pêşeng tundiya siyasî ya ku di belgeyên navneteweyî de jî tune ye di nav xwe de digre. Tûnis yek ji welatên yekem bû ku bi fermî projeya tundiya siyasî pêşkêş kir di nav belgeyên navneteweyî yên têkildarî jinan de, mîna CEDAW û biryara 1325 ya Neteweyên Yekbûyî. Ev qanûn di meriyetê de ye û hê jî wekî hemû zagonan hin pirsgirêk hene.
Em dizanin ku zagona li dijî şîdetê taybetmendiyek xwe heye. Qanûnên ku bi mirovan ve girêdayî ne bi gelemperî sepandina wan ne hêsan e. Zagonên ku xwedan cewherek civakî ne û xwedan paşxaneyek çandî û qanûnên ku armanca wan guhertina tevgerê ye, ev hemî zagonên ji bo pêkanîna wan a bi bandor gelek sal hewce ne. Em her tim bi bîr tînin ku qanûn bi tena serê xwe têrê nake û ev qanûnên berfireh ên wekî qanûna jimare 50 ya têkoşîna li dijî cudakariya nijadî û Zagona jimare 58 a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hemû qanûnên berfireh in. Di van qanûnan de hûn ê ji bo tevlêbûna civaka sivîl xalan bibînin. Divê dînamîkek civakê û civakek sivîl hebe ku ji bo hişyarkirinê bixebite.
Qanûn bi tena serê xwe nikare li hember diyardeyekê şer bike û rêjeya wê sînordar bike. Xebata ji bo guhertina zîhniyetê rêya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Em teqez dikin ku avakirina beşên têkildarî têkoşîna li dijî tundiyê û pêkanîna qanûna 58’an gelekî girîng e.
Tenê çend roj ji hilbijartinên qanûnî re man, tu ji jinên Tûnisê re çi dibêjî?
Beriya her tiştî ez dengdanê ji bo me maf û erkek dibînim. Di dawiya rojên dawî yên kampanya navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ez ji jinan re dibêjim ku tundî li ser wan heye ku divê em jê haydar bin, tundî û cudakariya li ser bingeha bîrdozî rawestînin. Em hemû jin in, xwedî taybetmendiyeke xwezayî ne û dibe ku di warê hizrî û bîrdozî de ji hev cuda bin lê ev yek nabe astengî ku em bi hev re li dijî cihêkarî û dûrketinê bisekinin, ji ber ku yekitî hêz û îlhama hemû jinan e.