“Di siyaseta Îraqê de aqilê mêrsalarî rêgire li pêşiya pêşketinê”

Li Îraqê hewla ji bo lihevkirina aliyên siyasî berdewam e, lê belê hikumetek jin tê de nebe, dixwazin. Endama serkirdeya YNK’ê Rabîhe Hemed di derbarê hikûmeta Îraqê ya nû bê avakirin de destnîşan kir ku ji ber aqilê mêrsalarî rola jinê di parlementoyê de nîne.

TERZE TEHA
Silêmanî - Hewla aliyê siyasî ji bo avakirina hukumeta nû ya Îraqê berdewam e, lê belê heta niha li hev nekirine. Di rûniştina yekem a dema pêncemîn a parlemena Îraqê ku 9’ê mehê pêk hat de Mihemed Helbusî cara dûyem bû serokê parlemenê û dû cîgir jî diyar bûn. Ji derveyî diyarkirina serokê parlemanê û dû cîgiran, li gor yasaya Îraqê divê di nava 15 rojan de Serokomar ji nû de were hilbijartin û posta serokomariyê li gel Partiya Yekitiya Nîştîmana Kurdistanê (YNK) ê ye. Heta niha jî berendamê xwe diyar nekerine lê rayedarên YNK’ê dibêjin ku berendamê serokomariyê Berhem Salih e. Li gora yasayan piştî diyarkirina serokomar divê serok komarê herî mezin ê parlementoyê ji bo avakirina hikumeta nû wezîfedar bike da ku hikumet were avakirin. Ew jî di destê Şîayan û Tevgera Sedir û hemahengiya Şîayan de ne. Li gor aloziyên derdikevin, diyar e ku herdû alî bi hêsanî li hev nakin.
“Divê di nava sê mehan de hikumeta nû ya Îraqê were avakirin”
Serkirde û berpirsa Malbenda Yekitiya Nîştîmana Kurdistanê li Îraqê Rebîhe Hemed di hevdîtinek taybet ya bi ajansa me re destnîşan kir ku piştî ragihandina encaman gav ji bo avakirina hikumetê nehat avêtin û wiha got: “Şansê Mustafa Kazimî nîne ku carek din bibe Serokwezîr ji ber ne kitleyek ya parlemenê heye, ne jî hêza leşkerî di dest de ye. Divê heta meha 3’ê hikumeta nû were avakirin. Wisa xuya dike ku wê temenê vê hikumetê ne dirêj be, ji ber ku bi hêsanî li hevnakin. Dibe ku temenê wê ji çar salan kêmtir be û dubare hilbijartinên pêşwext werin kirin. Ger ku Kazimî bibe serokwezîr ew hikumet wê lewaz bibe, diyare ev demek e Îraq aramiyê dibîne lê belê ev dirêj nake, Îraq nabe biheştek ji bo hemwelatiyan.”
“Divê Kurd pirsgirêkên xwe yek alî bikin”
Rebihe Hemed bi bîr xist ku di pergalê de tû gûhartin nehatiye kirin û ji ber vê tu sûdê nade gel. Her wiha Rabihe Hemed destnîşan kir ku ji ber Iraq jî vîrusa gendeliyan girtiye, ji ber wê partiyên Iraqê tenê berjewendiyên xwe difikrin, fikrê xwe guhatin û mekanîzmayek ku bi genleriyan re rû bi rû werin çênekirine û axiftina xwe wiha berdewam kir; “Kurd divê bi yek pakêtê biçin Bexda û rêketinê li gel Bexda bikin. Divê pirsgirêka neft, xaz, navçe, hêzên pêşmerge û madeyên destûran yek alî bikin û berjewendiyê hemwelatiyan li ber çav bigrin. Heta niha Partî û Yekitî gelek caran li hev civiyan, her çendî ku berendamê posta serokomariyê ya Yekitî Berhem Salih e, diyare ku partî ji vê yekê ne razî ye û heta niha jî berendamê Kurd ji bo posta serokomariyê ji derveyî Berhem Salih diyar nekirine.
“Ji ber aqilê mêrsalarî rola jinê di parlementoyê de nîne”
Rebihe Hemed bal kişand li ser rola jinê di siyaseta Îraqê de û wiha got: “Her çendî 97 jin bûn endamê parlemenê, lê belê beşdariya jinê di pêvajoya siyaseta Îraqê de lewaz e, tenê dîtin e. Ev jî vedigere ser heman aqilê mêrsalarî. Di rastî de hemû partiyên siyasî  yên Îraqê qasî yên Kurdistanê dengê jinê tê de nîne. Minak di rûniştin, kombûn û avakirina hikumetê de jin gelek kêm heye, mixabin partî heta niha jî xwedî aqilê mêrsalarî ne dema ku kom dibin cardin yên biryar didin mêrin.”