Di Roja Jinên Tûnisê de Wezîr Îman banga têkoşîna li hemberî şidetê kir

Wezîra jinan a Tûnisê Îman El-Zehwanî Hoymel banga avakirina peymanek neteweyî ya hevbeş û berfireh ji bo têkoşîna li dijî şideta li ser jinan kir.

Tûnis - Bi bûneya salvegera 65'emîn a derxistina Kovara Rewşa Kesane ya di çarçoveya pîrozkirina Roja jinên Tûnisê ya Netewyî de Wezîra jin, Malbat û kesên temen mezin Îman Hoymel banga pêşxistina destûrek neteweyî ya hevpar û berfireh ji bo têkoşîna li dijî şîdeta di civaka Tunisî de nemaze ya ku bandorê li jin û keçên ciwan dike kir.
Wezîra jin, Malbat û kesên Teman mezin Îman El- Zehwanî Hoymel bal koşand ser girîngiya bihêzkirina aboriya jinan ji ber ku wekî yek ji awayên herî girîng ên pêşîlêgirtina şideta li dijî wan e dibîne. Ragihandina destpêkirina rastîn a bernameya neteweyî ji bo pêşxistina însiyatîfa aborî ya jinan "Raidat" di serdema 2022'an û 2025'an de ev jî piştî bidawîbûna nirxandina qonaxa yekem ji bernameya "Raida" ye.
Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê
12'ê Tebaxê Wezîr Îman di Sempozyuma bi navê "Nifşê Wekheviyê Ji bo Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê " got ku hilbijartina duruşmeya îsal dilxwazî û dilsoziya navnetewiyî ya Tûnisê ji bo piştgirîkirina derfetên wekhev di navber her dû cinsan de û bidestxistina wekheviya rast û beşdarbûna çalak a jinan di avakirina pêşkeftinê de nîşan dide.
Pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya Jinên Tûnisê ku her sal di 13'ê Tebaxê de tê pîrozkirn. Ji ber belavbûna vîrosa korona û qeyrana siyasî ya ku welat têre derbas dibe îsal pîrozbahî  tunebûn. Ev roja cejnê veguhezî nirxandinên femînîstan ên bi hêrs, ji ber zêdebûna şidet û tundiya li dijî jinan, ku bû sedema nîqaş û gelek bertekan di nav bangewaziyan de ji bo vekolîna Kovara Rewşa Kesane, ya ku hin çalakvan ji bo zihniyeta mêr a kevnar dilsoz dibînin.