Di rewşa şer de cezakirina aboriyê

Di demên şer û krîza aborî de, desteserkirina milkê welatiyan, bi taybetî jî xwepêşanderan, nîşana veguherînek ji rêveberiyê ber bi ‘aboriya cezakirinê’ ye, ku tê de qanûn, li şûna parastina mafan, dibe amûrek ji bo zorê.

PARŞANG DAWLATYARÎ

Navenda Nûçeyan – Di nava şer û têkçûna zêde ya debara jiyana giştî de, tiştê ku ji her tiştî bêtir dibe pirsgirêk, awayê avahiya desthilatdariyê ku bi civakê re rû bi rû dimîne ye. Dema ku hikûmet di şûna ku piştgiriyê bide welatiyan, rêbazên yasayî ji bo desteserkirina milk, bi taybetî li dijî xwepêşanderan, bikar tîne û xeta di navbera ‘rêveberî’ û ‘cezakirinê’ de bi awayek xeternak nezelal e. Ev rewş nîşaneya pergalekê ye ku tê de qanûn, li şûna mîsogerkirina edaletê, bûye amûrek ji bo zext û ji nû ve belavkirina desthilatdariyê.

Di çarçoveya şer de, zextên aborî li ser civakê, wek kêmbûna kapasîteya hilberînê, têkçûna zincîrên dabînkirinê, zêdebûna enflasyonê û xisarkirina debara jiyana giştî, rewşek tê payîn e. Lê belê, rewşa Îranê tiştê ku di aliyê hiqûqî û cûdabûnê de bi pirsgirêk dike awayê destwerdana pergala desthilata serdest ya vê krîzê ye.  Ev destwerdan bi riya aborî wek amûra ‘cezakirina siyasî’ tê kirin. Di vê çarçoveyê de, desteserkirina milkê welatiyan beşek ji mantiqeke rêveberiya krîzê ji bo xurtkirina kontrolê û ji nû ve belavkirina desthilatdariyê bikar tîne ye.

Maf tê sînordarkirin

Di qadek ku civak di nava zextên giran ên psîkolojîk û madî ku şer rê lê vekiriye de, desteserkirina milkan bi hincetên nezelal ên wek ‘telafiya ziyanan’ an jî  ‘parastina ewlehiyê’ ne tenê ji aliyê exlaqî ve bêparastin e, di heman demê de di aliyê hiqûqî de binpêkirina rêgezên bîngehîn e.  Mafê milkiyetê, wekî yek ji stûnên bingehîn ên mafên hemwelatîbûnê, di her pergalek hiqûqî de ku li ser bingeha serdestiya hiqûqê ye, jê re parastineke bibandor û garantiyên prosedurî yên hişk hewce dike. Ev maf tenê di çarçoveyek sînorkirî de mimkun e, dikare bi çavdêriya prensîbên qanûnî, pêwîstî, rêjeyî û ya herî girîng, bi rêya danişînek dadperwer û şefaf were sînordarkirin. Lê belê, tiştên ku di pratîkê de diqewimin ji van pîvanan dûr in. Milk, gelek caran li ser berdêlên giştî û ewlehiyê, bêyî belgeyên têrker tê desteserkirin. Bêyî gihîştina parêzerekî serbixwe û bêyî pêvajoyek darizandina adil tê kirin. Di rewşek wisa de, prensîba ‘darizandina dadperwer’ tê paşguhkirin û qanûn, li şûna ku bibe mertalek ji bo parastina mafan, dibe amûrek ji bo rewakirina binpêkirina wan. Ev ew xal e ku xeta di navbera ‘bicîhanîna qanûnê’ û ‘destwedana qanûnê’ de bi awayek xeternak nezelal dibe.

Di astek kûrtir de, ev pêvajo dikare wek mînakek ‘talankirina qanûnî’ were dîtin; rewşek ku tê de mekanîzmayên qanûnî ne ji bo pêkanîna edaletê, ji bo veşartina desteserkirin û veguhestina çavkaniyan ji bo berjewendiya avahiya desthilatdariyê tên bikar anîn. Bikaranîna zimanê zagonî û formatên yasayî li vir du rol dilîze. Ji aliyekî ve, ew van çalakiyan wek rewa nîşan dide û ji aliyê din ve, ew îhtîmala protesto û çalakiya zagonî sînordar dike.

Ji perspektîfeke aboriya siyasî ve, ev rewş dikare di çarçoveya ‘berhevkirin bi rêya desteserkirinê’  were analîzkirin; pêvajoyek ku tê de dewlet an jî yên girêdayî wê, di demên krîzê de, li şûna ku piştgirî bidin welatiyan, hêzê bikar tînin. Ew bi zorê ji binî ber bi jor ve dabeşkirina çavkaniyan dikin. Di vê wateyê de, şer û krîza aborî hincet û platformek hêsan peyda dikin da vê pêvajoyê bilezînin. Encam aboriyek e ku li şûna hilberîn û dabeşkirina adil, li ser derxistin, desteserkirin û dabeşkirina kirê ava dibe.  

Xwepêşander tên hedefgirtin

Encamên vê rewşê ne tenê bi qada aborî ve sînordar in. Desteserkirina milk, bi taybet dema  xwepêşander tên hedefgirtin, rasterast bi tepeserkirina siyasî ve girêdayî ye û cureyek ‘cezayê aborî’ ye. Di vê çarçoveyê de, welatî ne tenê ji ber kiryarên xwe yên siyasî rastî qedexeyên sivîl tên, di heman demê de di aliyê aborî ve jî tên cezakirin. Ev yek dibe sedema belavbûna bêewlehiya pir-qatî, di nav de sûc, hiqûqî û aborî  û bingehên baweriya giştî têk dide.

Ji perspektîfeke zagonî ve, berdewamiya van pratîkan nîşaneya qelsbûnek cidî ya ‘serdestiya qanûnê’ ye. Dema ku qanûn ji bo berfirehkirina desthilatdariyê xizmetê dike ne ku wê sînordar bike, bi cureyek ‘formalîzma vala’ re rû bi rû dimînin; rêziknameyek ku tê de, pêkhate û saziyên zagonî bi awayek fermî hatine parastin, lê fonksiyona wan a rastîn, ango mîsogerkirina edaletê, parastina mafan û afirandina hevsengiyek di navbera hêz û azadiyê de, winda bûye. Di rêzek wisa de, dadgeh û saziyên dadwerî, li şûna ku rolek bêalî bilîzin, dibin beşek ji mekanîzmaya kontrol û tepeserkirinê.

Di encamê de, tiştê ku di vê çarçoveyê de derdikeve holê cureyek aboriya siyasî ya li ser bingeha krîzê ye ku tê de şer û bêaramî rewşek demkî nînin, berovajî vê, ew beşek ji mantiqa hilberandina desthilatdariyê ne. Lê ev mantiq di nav xwe de nakokiyek bingehîn hildigre: rêjîmek ku ji bo aramkirina xwe serî li desteserkirin û qelskirina civakê dide, di rastiyê de bingehên civakî û aborî yên domandina xwe xirab dike.

Aboriya siyasî ya tirsandinê û têkçûna rewatiyê

Di rewşên wiha de, pirsa ‘qanûnîbûnê’ dibe pirsek siyasî û exlaqî, gelo fermanek ku di lûtkeya krîzekê de, li şûna parastina welatiyan, serî li desteserkirina mal û milkên wan, bi taybet yên xwepêşanderan- dide, gelo dikare ji hêla qanûnî ve rewa were hesibandin? Û gelo ev şêweya rêveberiyê ku qanûnê vediguherîne amûrek cezakirinê, dikare îdîa bike ku di demek dirêj de dadperwer û aram e?

Berdewamiya vê meylê wêneyek zelaltir a xwezaya modelek rêveberiyê peyda dike ku tê de ‘qanûn’ wekî dirêjkirina wê tevdigere. Di avahiyek wisa de, tiştê ku bi navê qaîdeyên qanûnî tê sepandin, di pratîkê de ji mekanîzmayên ji bo mîsogerkirina edaletê bêtir dişibe ‘teknîkên rêveberiya civakî’. Bi taybetî di rewşa heyî de, di heman demê de hebûna şerê derve bi tundbûna zextên navxweyî re nîşan dide ku avahiya otorîter rewşa awarte bikar tîne da ku sînorên serdestiyê ji nû ve pênase bike û xurt bike.

 


Xwepêşandan dikarin bibin sedema windakirina milk û ewlehiya aborî

Di vê çarçoveyê de, desteserkirina milkê xwepêşanderan nikare tenê wek siyasetek aborî an dadwerî were dîtin; di rastiyê de ew beşek ji ‘mantiqek cezakirinê’ ya berfirehtir e ku ne tenê armanc dike dengên nerazî bêdeng bike, di heman demê de armanc dike ku her çalakiyek siyasî ya serbixwe asteng bike.

Dema ku welatî fêm dikin ku xwepêşandan dikarin bibin sedema windakirina milk û ewlehiya aborî, qada giştî hêdî hêdî ji beşdarbûnê bêpar dibe û ‘lêçûna çalakiya siyasî’ bi awayekî sûnî zêde dibe. Ev rewş rasterast bi prensîbên bingehîn ên mafên giştî re, di nav de azadiya derbirînê, mafê beşdarbûnê û ewlehiya qanûnî, nakokî çêdike.

Ev pêvajo dikare wekî cureyek ‘aboriya siyasî ya çavtirsandinê’ were binavkirin; aboriyek ku tê de amûrên darayî û yasayî xizmetê ji bo afirandina tirs û dîsîplîna civakî dikin. Di rêzek wisa de, hêz ne tenê li ser beden, di heman demê de li ser mal û milkên kesan û paşerojên aborî jî tê bikaranîn. Ev şêweya kontrolê ji tepeserkirina fîzîkî ya sade pir kûrtir û mayîndetir e, ji ber ku ew dikeve nav tevna jiyana rojane û îhtîmala her serxwebûna aborî sînordar dike.

Di heman demê de, ev polîtîka krîzek di nav avahiya desthilatdariyê de bi xwe jî nîşan didin. Rejîmek ku ji bo çareserkirina nerazîbûna civakî serî li desteserkirina milk û zexta aborî dide, bi awayek neyekser nekarîna xwe ya çêkirina razîbûn û rewatiyê nîşan dide. Bi gotineke din, li şûna ‘îqnakirina siyasî’ ‘bi zorê aborî’ nîşana kêmbûna kapasîteyên navxweyî yên pergalê ye ji bo birêvebirina nakokiyên civakî.

Ji perspektîfa hiqûqa navneteweyî ve, pratîkên wiha dikarin bi erkên bingehîn ên dewletan re jî nakokî çêbikin. Prensîba parastina milkê, qedexekirina desteserkirina keyfî û pêwîstiya gihîştina darizandinek adil di nav pîvanên gelek belgeyan de, di nav de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û peymanên navneteweyî de têne naskirin de ne. Binpêkirinên sîstematîk ên van prensîban, ji bilî rewatiya navxweyî, di heman demê de rewşa navneteweyî ya pergala hiqûqî jî dixe ber pirsê.

Di asta civakî de, encama vê rewşê ji kûrbûna valetiya di navbera dewlet û civakê de tiştek kêmtir nîne. Desteserkirina milkê, bi taybetî di rewşên welatî ji ber şer û krîzê di bin zexta aborî de ne, hestên niheqiyê gur dike û baweriya giştî bi giranî têk dibe. Ev bixisarbûna baweriyê, di demek dirêj de, dikare bibe sedema bêaramiya civakî ya kûrtir û heta hilweşîna sermayeya civakî, sermayeya ku her pergala siyasî ji bo domandina xwe pê ve girêdayî ye.

Di dawiyê de, tiştên ku îro li Îranê diqewimin, ne tenê dûrketinek demkî ji prensîbên qanûnî ye, nîşana veguherînek avahîsaziyê ye di têkiliya di navbera qanûn û desthilatdariyê de ye jî. Qanûn, di vê penageha welatiyan ji desthilatdariyê ve, bûye amûrek ji bo sepandina wê. Di pergalek wisa de, pirsa ‘talankirina qanûnî’ êdî ne metaforek e, her wiha ravekirinek rast a rastiyekê ye ku tê de desteserkirin ne li ser sînoran e, di navenda mekanîzmaya rêveberiyê de ye. Ev xala ku krîz ji asta aborî û siyasî derbas dibe û dibe krîzek di ‘ramanên edaletê’ de bi xwe ku ne tenê maf têne binpêkirin, lê wateya mafan jî tê şikandin.