Di Parlemana Tûnisê de cîh ji vîn û nûneriya jinê re nîne

Ji dema derketina Zagona Rewşa Kesane ya di sala 1956’an de li Tûnisê derketî ve destkeftiyên zagonî û yasayî yên jinên Tûnisî her dem bûye awantajek ku cûdahî di navbera wan û jinên din ên welatên Ereban de çêkiriye. Di van demên dawî de hebûna wan di nav xebatên siyasî de girîng û berbiçave, lê cîh nadin fikir û nûneriya wan, ev jî dibe sedem ku destkeftiyên jinan bi hewldanên kesanî û zehmetiyên mezin bi dest xistine, ger nûneriya xwe di siyasetê de nebîne metirsî û fikaran bi xwe re bîne.

ZIHÛR EL-MEŞREQΠ
Tûnis - Jinên Tûnisî ji navendên rêveberiyê hatin dûrxistin, rêjeya temsîliyeta wan li gorî hijmarên herî dawî xuya dibe ku pileya wan di dabeşkirinê de ketiye. Gelek jinên nûnerên Tûnisî difikirin ku beşdariya di xebatên siyasî de qels dimîne. komeleyên jinan nûnertiya lawaz a jinan di parlamentoyê de, tevî xurtkirina kampanyayên parastina mafên siyasî yên jinan, di demekî de ku rêjeya nûneriya jinan têde ji sedî 23 derbas nekin şermezar kirin. 
Cîgira Meclîsa Nûnerên Gel û Seroka Desteya Karûbarên Jin, Malbat, Zarok, Ciwan û Pîran, Semah Demiq, di hevpeyvînek li gel ajansa me de got: “Hilbijartinên sala 2019’an ji 217 kursiyan tenê 51 jin bûn. Berê hejmara jinan di Perlamantoyê de 79 bû, yanî ji sedî 36 temsîl hebû, ji xwe li gorî jimarên Yekîtiya Parlamentoya Navnetewî Parlamentoya Tûnisê di cîhanê de rêza 31’an girtibû.”
“Em ji bo parastina mafê hemû jinan dixebitin”
Semah Demiq behsa prensîba wekheviyê li parlamentoyê û hewildanên siyasî yên femînîstan ji bo prensîba wekheviyê bipejirîn in kir û wiha domand: “Weke di hilbijartinên şaredariyê de hatî dîtin, em ê kar bikin ji bo parastina mafên xwe û hemû jinan.”
Semah diyar kir ku li gel qala zagonên wekheviyê tên kirin jî nakevin meriyetê û bilêv kir ku di nav lîsteyên serbixwe de sextekarî heye û wiha dom kir: “Divê em zihniyeta hizbî ji bîr nekin û şerê hişmendiya dixwazin jinan di nava hilbijartinan de kêm bidin dîtin bikin.”
“Peyîwirdarên jin hatin derxistin û li cihê wan mêr danîn”
Semah da zanîn ku partiya wan Partiya Dilê Tûnisê, yek ji wan partiyan e ku derfet da jinan ji bo bibin parlamenter û  wiha pêde çu: “Bo nimûne, tevgera Enehda ango Ronesans, hilbijartinên navxweyî berî hilbijartinên parlementoyê li dar xist û jin di lîsteyên dengdanê de li pêş bûn, lê piştî wê serokên lîsteyan hatin vekişandin û li şûna wan mêr hatin danîn.”
Tevî ku jin jêhatîbûn û ciyawaziya xwe îsbat kirine û di dema hilbijartinan de têkiliya rasterast a bi gel re bi serketiye jî Semah Demiq tunebûna jinan a ji navendên serokatiyê bi zîhniyeta zilam a berbiçav ve girê dide.
Derbarê nêzîkatiyên ku parlamentoyê çi ji jinan re pêşkêş kiriye, Semah Demiq wiha dibêje: “Parlamento gelek destkeftî û qanûnên ku statu û mafên jinên Tûnisî diparêzin pêşkêş kir, bi taybetî qanûna têkoşîna li dijî tundiyê, di budçeya dewletê de parastina hevsengiya zayendî û pêşkêşkirina qanûnek pêşnumayî li ser xebatên çandiniyê.”
“Partiyên siyasî cîh nadin nêrîna jinan”
Nûnera Parlamentoyê Meryem Belqasim jî cudakariya zayendî di xebatên siyasiyên Parlemana Tûnisê de  wiha anî ziman: "Her çendî jin di jiyana siyasî ya Tûnisê de hêmanek çalak e û ciyawaziya xwe îsbat kiriye, lê di rastiyê de wisa xuya dibe ku piraniya partiyan bi neçarî prensîba wekheviya zayendî qebûl kiriye. Vê yekê jî rêjeya jinan di hilbijartinên qanûnî yên dawîn de li Parlamentoyê kêm kiriye. Tevî hewldanên hin aliyên siyasî ji bo zêdekirina temsîliyeta jinan, lê piştî hilbijartinên sala 2019’an ji ber hinek sideman paşgo kirin. Yek ji wan sedeman jî jin wekî serokên lîsteyan nehatin destnîşan kirin. Xala duyemîn jî dîmenên belavbûyî da nîşandan ku piraniya serokên lîsteyan mêr in. Berpirsiyariya parlamentoyê ew e ku çarçoveyeke zagonî ya bihêle hebûna jinan di siyasetê de zêde bibe peyda bike. Her parlamenter nûneriya partiya xwe dike û her yek li gorî rêziknameya partiya xwe dixebite. Hebûna jinan di danişînên giştî de ya herî berbiçav û hewceye giringî pê bê dayîn.” 
“Weke rojnamevan em kêmaniya nûneriya jinan li Tûnisê dibînin”
Rojnamevan Sewsen Zaxonî jî pêşdîtinên xwe yên li se kêmbûna nûneriya jinan di Parlamentoya Tûnisê de anî ziman û da zanîn ku weke rojnamevan ew vê kêmaniyê dibînin û hewcehî pêdibînin ku zêdetir cîh bê dayîna nûneriya jinan.
“Pêdivî bi têkoşînek domdar heye”
Siyasetmedara Tûnisî û Endama parlamentoyê ya berê, Mubareka El-Brahmî jî diyar kir ku li gel di Parlamentoya Tûnisê de hebûna jin hinekî lawaz bû, lê jin hîn jî di parastina destkeftiyên jinan de hebûnek girîng û mayînde nîşan dide.
Mubareka bang li jinên Tûnisî kir ku hewl bidin mafên xwe bi destbixin û destnîşan kir ku têkoşîna jinên Tûnisî di qada siyasetê  de ji bo gelek jinên li hin welatên Erebî xewnek bû, hewceye niha jî wê kêrhatina xwe nîşan bidin û serî li hemberî yên dixwazin wan ji siyasetê durbixin nedanin.