Di parlamentoya Tûnisê de destdirêjiya li ser Ebîr Mûsî hat şermezarkirin

Wezîra Jinan a berê Nezîha El-Ibêdî bi riya ajana me bûyerên tundiyê ku li ser jinan tên meşandin şermezar kir û wiha got: “Mixabin bi taybetî li cih û navendên ku divê parastina jinan hebe, rêjeya tundiya li dijî jinan zêde dibe. Tundî di paralmentoyê de rewa bûye. Qanûna têkoşîna li dijî tundiyê, ya hejmar 58 ku di sala 2017’an an de derketibû êdî qîmeta wê nemaye.”

Wezîra Jinan a berê Nezîha El-Ibêdî bi riya ajana me bûyerên tundiyê ku li ser jinan tên meşandin şermezar kir û wiha got: “Mixabin bi taybetî li cih û navendên ku divê parastina jinan hebe, rêjeya tundiya li dijî jinan zêde dibe. Tundî  di paralmentoyê de rewa bûye. Qanûna têkoşîna li dijî tundiyê, ya hejmar 58 ku di sala 2017’an an de derketibû êdî qîmeta wê nemaye.”
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Du hevalên endama cîgir a parlameter Ebîr Mûsî, yên endamên kualîsyona El-Karama, di 30’ê Hezîranê de bertekên tund raberî bûyera destdirêjiyê kirin.
Komeleyên Jinan ên Tûnisê û seroka komelaya “Bêtî” Senaa Aşûr bûyera destdirêjiyê ya li ser Ebîr Mûsî şermezar kirin. Der barê bûyerê de Senaa ji ajansa me re ev xal anîn ziman: “Her çendî qanûnên li dijî tundiya li ser jinan li Tûnisê hebin jî li hemberî hişmendiya desthilatdar pêdivî bi karkirinê heye lê di vê xalê de têkoşîn kêm ma. Ew hişmendî her tim jinan weke şermê dibîne û wisa dihizirin ku jin nikarin tu karî bikin an jî xwe biparêzin.
Senaa Aşûr bûyerên tundiyê ku jinan hedef digre şermezar kir û ji rayedarên Tûnisê re ev peyam şand: “îşkenceya li dijî jinan bisekinînin, pêşî li qetilkirina jinên Tûnisê bigrin.” Çalakvana femînîst teqez kir ku destkeftiyên jinan ên bi salan e bi dest xistine di bin tehdîdê de ne ji ber ku hemû destkeftiyên di Kovara Rewşa Kesane, ya ku di sala 1956’an de hatibû weşandin, hatine tengkirin û bi derbasbûna dem û veguherînên nav civakê re, bûye bang, daxwaz û hêviyên femînîstan.”
Her diçe destdirêjî û qetilkirina li dijî jinan zêdetir dibe
Nezîha El-Ibêdî wiha bal dikşîne ser lîsteya dirêj a kuştin, îşkence û destdirêjiyên li ser jinan: “Îro Ebîr Mûsî hat îşkencekirin, sibe jî wê em hemû jin wek çalakvan û siyasetmedar rastî tundiyê werin. Duh jinek li ber çavên kurê xwe bi destên hevjînê xwe hat kuştin, beriya çend hefteyan Refqa Şaranî bi guleya hevserê xwe yê polîs hat kuştin, bi vî rengî lîste dirêj dibe. Divê em di zûtirîn demê de vê xwînê bisekinînin. Em li pêş dadgerên xwe û di navendên serweriya xwe de tên qirkirin. Qanûnan hişt ku rêjeya tendiyê ya îsal ji salên berê zêdetir bibe. Her roj jineke li kolan, mal û navendên giştî rastî kuştin û îşkenceyê tê. Ji ber wê divê gavên berbiçav werin avêtin û pêşî li qetilkirina jinan li Tûnis were girtin.”
Serokatiya hikûmetê destdirêjiya li ser parlamenter Ebîr Mûsî şermezar kir û kiryarên heyî yên li ser jinan û destkeftiyên ku bi saya tekoşîna wan hatine bidestxistin wekî binpêkirin bi nav kir. 
Divê parlemento hemû tedbîran bigre
Wezareta jin, malbat û kesên temenê wan mezin di daxuyaniyekê de tundiya ku di hundirê meclisa nûnerên gel de çêdibe bi tundî şermezar kir. Wezaretê hêvî kir ku buroya parlamentoyê hemû tedbîrên pêwîst bigre da ku ev rêbazên îşkenceyê ku rûmeta mirov dişkînin ji hole rake. Wezareta jin, mabat û kesên mezin hewl dide diyalogeke civakî niştimanî dest pê bike da ka vê tundiya li ser jinan rawestîne. Wezîra berê ya jinan got: “Ev diyalog  dê nûnerên hukmumetê, rêxistinên niştimanî û pêkhateyên civaka sivîl jî bigre nava xwe.” Tê payîn ku diyalog dê bi pêşniyar û biryarên pratîkî yên ku di nav rêziknameya neteweyî ya berfireh de bi munasebeta pîrozkirina Roja Jinên Neteweyî ya ku di 13’ê Tebaxê de tê pîrozkirin, biqede. Armanc ew e ku diyardeya şîdeta li dijî jinan û tawanên li dijî wan bi dawî bibe.
“Divê baweriyê bi nûnerên destdirêjiyê dikin neynin”
Her wiha Komeleya jinên Tûnisî yên Demokrat, di daxuyaniya xwe de, bang li hemû hilbijêrên jin û mêr kir ku baweriya xwe bi nûnerên destdirêjiyê li ser jinan dikin, neynin û teqez kir ku divê seroktiya meclisa nûneran hemî tedbîran bigre da ku ewlehiya cîgirên jin were misogerkirin. Ji bo ku beşdariya di kampanyayek berfereh de û ji bo atîfkirina qanûnê, banga koalîsyonek ji hemî pêkhatên civaka sivîl bi rêxistinên xwe yên neteweyî û komeleyên mafên mirovan re, nemaze komeleyên jinan kir.
Her wiha wan daxwaza vekirina dozê li ser parlamenterê ku destdirêjî li hevkara xwe kiriye kirin û gotin ku divê zagona bi hejmara 58’an were pêkanîn.