“Di hikûmeta Tûnisê de peyîwirdarkirina 10 jinan pêngavek girtinge”

Femînîstan destnîşan kir ku tayînkirina Najla Boden ji bo serokatiya hukûmetê gaveke girîng û mijarek erênî ye, nemaze jî ji ber ku di dîroka Tûnisê û herêma Ereban de yekem car jinek serokatiya hikûmetê dike. Di rewşeke awarte û dijwar de wekî ku hin kes jê re dibêjin Mîrkela Tûnis û Afrîkayê.

ZIHÛR EL-MEŞRQÎ
Tûnis– Der barê girîngiya tayînkirina jinek di wezîfeyek ewqas hesas û girîng de, Rêvebera Giştî ya Navenda Lêkolînên li ser Jinan (CREDIF), Nejla El-Alani, piştrast kir ku saziya wê her gav bi girîngiya hebûna jinan di pozîsyonên girîng ên biryardanê de re dizane û wiha domand. Nejla destnîşan kir ku wan hêz û cesareta xwe îsbat kiriye ku ev bi dane û hejmaran tê teqezkirin rêxistinên herî serkeftî ji hêla jinan ve tên birêvebirin. Her wiha bang kir ku piştgiriya wezîrên jin were kirin da ku di vê rewşa dijwar a welat de, serkeftinê bi dest bixin. 
“Hêviya me ji Najla Boden û hikûmeta wê ya ku ji neh jinan pêk tê heye”
Li aliyê din çalakvan Jihan Suleymanî dibîne ku girîng e serokwezîrek jin di erkên xwe de serkeftî be, ji ber ku ev serkeftinek femînîst e û wiha pê de çû: "Di meşandina çerxên dewletê de û di serfiraziya wê ya ji bo ku welat ji krîzên xwe derkeve de, hêviya me bi Najla Boden û hikûmeta wê ya ku ji neh jinan pêk tê heye." Her wiha Jihan destnîşan kir ku ew hêvî dike jinên hikumeta Najla Boden bibin yek da ku qanûnên hişk ên jinan bi ser dixin derbixin û banga vekolîna mekanîzmayên Qanûna li Dijî Tundûtûjiyê ya Hejmar 58 di 2017’an de kir.”
Jihan diyar kir ku ew baş dizane tê çi wateyê dema ku jinek hikumetê bi rêve bibe di nav civakek ku xwedî zîhniyeta baviksalarî ye. Jihan bang li femînîstan dike ku li ser medyaya civakî bi wezîrên jin re kampanyayek hevgirtinê ya berfireh bidin destpêkirin da ku piştgiriya wan bikin û teqez bikin ku ew ne bi tenê ne û artêşeke jinan li pişt wan û li gel wan heye. Her wiha got ku piştî tayînkirina deh jinan ji bo hikûmetê divê ev destkeftî were parastin û di pêşerojê de gav ji bo mafên jinan re di gihîştina navendên serokatiyê yên li welat paşve neyên avêtin.
Pêngava ku femînîst li bendê bûn pîroz kir
Çalakvana siyasî Aziza Hatira jî di wê baweriyê de ye ku wek Tûnisiyek, bi deh salan piştgirî daye jinan di navendên biryardanê de, vê pêngava ku femînîst ji mêj ve li bendê bûn pîroz dike lewma tê wateya ku mafên jinan heye beşdarî rêveberiya rastîn bibin, ne xeyalî. Rêjeya tevlibûnê pir bi rûmet e û dê di nav civakê de encamên wê yên erênî yên din jî hebin.
Aziza nûnertiya jinan di hukumeta heyî de wekî bandorker bi nav kir û tayînkirina Najla Boden gavek girîng dît ku piştî baweriyek civakî ya jêhatîbûna jinên Tûnisê di hemî waran de hat lê di heman demê de ji bo îqnakirina civaka navneteweyî ku li Tûnisê bi pêşve diçe hat. 
Aziza di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku hebûna jinan di xizmeta mijarên jin û civakê bi tevahî eleqedar dikin de be ku di warên cihêreng de pêşketinê bi dest bixin..