“Di bin êrîş û êşa koçberiyê de em ê konferansên xwe li dar bixin”

Endama Rêvberiya Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa da zanîn ku bi armanca pêşxistina kar û xebatên jinan her wiha xurtikirina rêxistina jinan di vê qonaxa hesas de dest bi lidarxistina konferansan kirine.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Rêxistina Kongra Star di despêka avakirina xwe de bi Yekitiya Star dest bi kar û xebatê xwe kir lê ji ber ku jin ji tevahî pêkhateyên bakuîr û Rojhilatê Sûriyeyê xwe lê girtin pêwîstî hat dîtin ku navê wê were guhertin û di kongerên ku hatin lidarxistin de bû Kongra Star. Niha Kongra Star a Kantona Hesekê ji bo lidarxistina Konferansa 9’emîn a Kongra Star a kantona Hesekê dest bi konferansên navçe û bajarokan kirin da ku di heyva Cotmehê de des bi konferansê 9’ emîn yê Kongra Star a Kantona hesekê were kirin . Têkldarî vê mijarê Endama Rêvberiya Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma axivî.

“Armanca me parastina destkeftiyên şoreşê û biserxistina wê ye”

Rîma Îsa da zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên ji her alî ve tên, hemû jî bi yek armancê tên kirin ruxmî wê jî kar û xebatên rêxistina jinan nayên sekinadin û got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî gelek cureyên êrîşan tên. Lê hemû êrîşên ku pêk tên armanca wan yek e lewma em tu carî kar û xebatên xwe nadin sekinandin. Bi lidarxistina konferansan em ê bêtir rêxistina xwe xurt bikin û nîqaşan li ser avakirina civakek saxlem li ser bingeha hevjiyana azad werin kirin. Di heman demê de wekî jin çawa destkeftiyên şoreşa jinan ji pencên dagirkeran biparêzin. Ya girîngtir Rêber Ocalan e ku ji bo azadiya jin û civakê îro di nava tecrîdek giran de ye. Pêwîst e em bi nîqaş û biryarên girîng ji bo azadiya Rêber Ocalan bigrin da ku sala nû bibe sala azadiya wî ya fizîkî.”

“Di konferansan de dê biryarên girîng ji bo pêşxistina kar û xebatê werin standin”

Rîma Îsa teqez kir ku konferansên 9’mîn dê serkeftinê misoger bikin û wiha anî ziman: “Me wekî Kongra Star li kantona Hesekê dest bi konferansên bajarok û neçeyan kiriye. Dema bi dawî bibe em ê konferansên kongra Star a kantona Hesekê li dar bixin, di Kantona kongra Star de gelek komîte ji bo rêxistinbûyîna jinan û civakê hene lê di vê konferansê de em ê komîteya ekelojiyê jî zêde bikin. Ji ber ku di vê qonaxê de şerekî li dijî xwezayê tê meşandin ev şer jî bandorek neyînî li eklojiyê dike, di heman demê de bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya tirk ve xwezayê tune dike û bandorek li ser hevsengiya ekelojiyê dike. Lewma ev yek ji cureyên şerê li dijî nirx û afrandina jinan e, ji ber ku ya bi xwezayê re mijûl dibe û xwe beşek jê dibîne jin e û yê ku xweza ji van êrîşan jî biparêze xwediya wê ye. Ji bo avêtina gavên pêşketî em her serê du salan  konferansên xwe li dar dixin û guhertinan çêdikin.”

“Guhertina hişmendiyê çareseriya bingehîn a hemû pirsgirêkan e”

Rîma Îsa bal kişand ser qetilkirina jinan û got: “Ev 11 salên şoreşê ne em xwe birêxistin dikin û ji bo azadiya jinan û civakê kar û xebatan didin meşandin lê mixabin hê jî jin tên qetilkriin di bin navê şeref û kevneşopiyên civakê de. Ev pirsgirêk yek ji pirsgirêkên hişmendiyê ye, hişmendiya ku bi hezaran salan di mêjiyê civakê de hatiye rûniştandin dê têkoşînek mezin jê pêwîst be heya ku em bikaribin jê xelas bibin. Îro em li dijî vê hişmendiyê şer dikin û dixwazin hişmendiyek azad û wekhev bidin rûniştandin da ku civak ji pencên desthilatdariyê xelas bibe. Her çiqas em xwe birêxistin dikin û gavên girîng davêjin ewqas kîn û êrîş ji aliyê dijminê hişmendiya azad ve tên kirin. Em jî wekî rêxistina jinan asta têkoşînê bilindtir bikin û heya em negihîjin armancên xwe em ranawestin. Mînaka wê jî îro di nava kampên koçberan de em ê konferansên xwe li dar bixin û asta berxwedanê bilindtir bikin. Koçber di bin şert û mercên herî zehmet de dijîn lê bi rêxistinbûna xwe bersiv didin dagirkeriyê û dibêjin ku ew ê vegerin cih û warên xwe.”

“Bi ruhê Jiyanan em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser bikevin”

Rîma Îsa destnîşan kir ku dagirkeriya tirk û hevkarên wê pêşengên şoreşê hedef girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê dema dawî de dagirkeriya tirk bi balafirên bê mirovî pêşengên şoreşê hedef girt, wekî Jiyan Tolhildan, Sosin Bîrhat, Roj Xabûr û Barîn Botan. Xwest derbeyek li rêxistina jinan bixe da ku îradeya civaka azad bişkîne lê em rê nadin armancên wan pêk werin. Konferansên me dê di bin dirûşma Bi ruhê Jiyanan em ê deskeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser bikevin” de werin lidarxistin. Ji bo wê em ê şopdarên xeta pêşengên şoreşê bin û ji bo gihandina armancên wan têbikoşin.”