‘Dewleta Tirk şoreşa jin xeterî dibîne, lewma êrîş dike’

Endama Komîteya Têkiliyên Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Pencewîn Elî êrîşên dewleta Tirk nirxand û got: “Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe helwest nîşan dan ku ew ê bi hev re pergala Rêveberiya Xweser misoger bikin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê dewam dike û di van demên dawî de dewleta tirk bi balafirên bê mirov êrîşî seyareyên gel dike. Di encama êrîşan de şehîd û birîndar pêk tên. Li hember van êrîşan bêdengiya cîhanî berderdevam dike. Her wiha gelê herêmê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe dom dike.

Endama Komîteya Têkiliyên Tifaqên Demokratîk a Kongra Star, Pencewîn Elî têkildarî êrîşên herî dawî, bêdengiya cîhanî û sekna gel li hember pêvajoyê, nêrîna xwe parve kir.

‘Rola jin a pêşeng bi şoreşê re derket holê’

Pencewîn Elî di destpêka gotina xwe de wiha qala şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinan pêk hatiye kir: “Ev bû 12 sal şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Ev şoreş di serî de di welatên ereban de bi navê bihara gelan destpêkir ku pela wê gihişt Sûriyê. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pergala serdest a ku li seranserî Sûriyê desthilatdariya xwe avakiribû, gel karîbû şoreşa xwe pêk bîne. Di vê şoreşê de pêvajoyên hesas derbas bû ku li Rojhilata Navîn, guhertin û veguhertinên pir girîng çêbû. Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe û bi pêşengtiya jinê şoreşek pêk anî. Ev şoreş xwedî girîngiyek pir mezin e. Rola jin a pêşeng bi şoreşê re derket holê. Jina ku xwe bi rêxistin kir karibû, çeteyên DAIŞ’ê têk bibe.”

‘Dewleta Tirk êrîşî şoreşa jinê dike’

Pencewîn Elî rola jinan di şoreşê de û êrîşên dewleta Tirk li dijî şoreşa jin wiha anî ziman: “Di destpêka şoreşê heta roja îro em dibînin, êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Dewleta tirk bi taybet şoreşa jinê hedef digire, ji ber dizane, jina ku xwe bi rêxistin dike û xwe ava dike civaka xwe jî bi rê ve dibe, civak ava dibe pergal ava dibe, êdî hemû pêkhateyên herêmê jiyana hevbeş û wekhev dijîn. Pergala Rêveberiya Xweser bi şoreşê re hate avakirin, mohra esasî jî di vê pergalê de jin bûn. Jin rola xwe di hemû pergala Rêveberiya Xweser, Rêxisitin, komîn, meclîs û hemû saziyên Rêveberiya Xweser de girt. Karîbû di beşa leşkerî, siyasî û dîplomasî de xwe pêş bixîne û cihê biryarê de cih bigire. Ev hemû destkeftiyên jinan e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin. Ev yekane metirsiyek mezin di dewleta Tirk de avakir ku îro jin pêşengtî bike ji bo dewletan xeteriyeke. Di hişmendiya netew-dewletan de divê jin a malê be, xizmet bike û pêşengtî neke, ji ber dizanin ên ku pêşengtî ji civakê re bike jin e. Lewma dewleta Tirk şoreşa jinê xeterî dibîne û êrîşî şoreşa jin dike.”

‘Di êrîşa 5’ê Cotmehê de binesaziya civakê armanc girt’

Pencewîn Elî bal kişand êrîşên dewleta Tirk ên ku di 5’ê Cotmehê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de binesaziya herêmê hatibû armanc girtin  û wiha domand: “Piştî dagirkeriya Efrîn, Girê Spî û Serêkanî êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê hîn zêde bû û xwest dewam bike. Bi taybet dewleta Tirk herêmê me li ser xwe xeteriya ewlekariya giştî dibîne. Di 5’ê Cotmehê de êrîşek hovane li seranserî sinorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin. Bi taybet di van êrîşan de mîna sala borî binesaziya herêmê armanc girt. Em gîhane qonaxek pir girîng bi avakirina Rêveberiya Xweser re ku Rêveberiya Xweser hîmê xwe yên esasî danî û karîbû xizmeta gelê xwe bike û bi vîn û baweriya gel karîbû pêş ve biçe. Ev yek hişt ku dewleta Tirk metirsiyek bijî ku pergala demokratîk vir şênber bibe. Ji bo ku vîn û baweriya gel ji Rêveberiya Xweser bişkîne, şer û pevçûn di navbera pêkhateyan de derbixîne, gel li hember Rêveberiya Xweser rabike êrîşên hovane pêk anî. Cihê xizmetguzarî ya ku civak xwe xwedî dike, kir armanc ku gel neçarî koçberiyê bike. Armanca esasî ya dagirkeriya Tirk ewe ku herêmê ji niştecihên resen vala bike û şûna wê koçberên cuda bi cih bike.”

‘Êrîşên hewayî, lewaziya dewleta Tirk nîşan dide’

Pencewîn Elî balkişan êrîşên dewleta Tirk ên demên dawî ku bi balafirên bê mirov êrîşî seyareyên gel dike û wiha dom kir: “Dewleta Tirk roja roj êrîşên xwe li dijî herêmê nedaye rawestandin. Bi taybet dijminatiya dewleta Tirk li hember gelê kurd bi salan e dewam dike ku êrîş her dewam e. Dewleta Tirk dem bi dem şêwaza êrîşên xwe digohêrîne û wiha êrîşî gelê kurd dike. Dewleta Tirk demek bejahî êrîş dikir, demek şerê taybet, demek bi riya sixuran êrîş dikir, pêşengên civakê armanc digirt û di demên dawî de şêwazê êrîşên xwe guhertiye û bi balafirên bêmirov êrîşî seyareya gel dike, ev êrîş cardin lewaziya dewleta Tirk nîşan dide ku çawa qeyranek aborî, civakî û siyasî di hundirê xwe de dijî, ji bo bala civakê bide derve êrîşî sivîlan dike. Di van êrîşên dawî de hate dîtin ku kesên hatin hedef girtin sivîl bûn, ne leşkerbûn tenê kar dikirin û jiyana xwe dewam dikirin û eleqeya wan ji siyaset û leşkerî nînbûn, lê bûn armanca êrîşan. Çi dibe bila bibe dê îradeya civaka me bi ser bikeve, dê êrîşên dewleta Tirk tirs nexe di nav civakê de.”

‘Divê dewleta Tirk li hember sûcên ku dike, bên darizandin’

Pencewîn Elî bêdengiya cîhanî li hember êrîşên dewleta Tirk wiha anî ziman: “Îro êrîşên dewleta Tirk li ser xakekî pêk tê ku ev xak serbixwe ye, hemû gel bi hev re di bin siwana demokratîk, wekhev de dijîn. Ev pergala me di cîhanê de jî hatiye nasîn ku weke nimûneye ku herkes dixwaze pergala me nasbike. Ev êrîşên ku tên kirin dewletên navneteweyî, saziyên hiqûqî û kesên ku erka wan e li hember van êrîşan dengê xwe derxînin, kiryarên dewleta Tirk ên ku di herêmê de pêk tên, di heman demê de kiryarên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, divê ev sûc bên belgekirin û were darizandin. Lê bêdengî pêk tê, ev bêdengî dibe wesîle ku dewleta Tirk kiryarên xwe zêdetir bike, jin û zarokan hedef bigire û êrîşan dewam bike. Berjewendiyên navneteweyî jî divê bêdengî de heye. ger berjewendiyên wan nebe bêdengî jî nabe. Weke erkekî exlaqî divê ev saziyên navneteweyî xwedî li erka xwe derkevin.”

‘Li hember êrîşan hevgirtina gelan pêk hat’

Pencewîn Elî herî dawî sekina gel li hember êrîşên dewleta Tirk wiha nirxand: “Ji xwe gelê herêmê di 12 salên şoreşê de ked dan û pergala ku avabûyî de rolek pir girîng lêyistin. Zarokên 7 salî heta 70 salî cihê xwe di pergala me de girtin. Bi çalekî, berxwedan û têkoşîna xwe helwestên xwe diyar kirin ku derveyî mandina di herêmê de tu jiyanek din ji wan re nayê qebûlkirin. Ax axa wan e û jiyana xwe didomînin. Li hember êrîşên dewleta Tirk berxwedanek mezin pêk hat ku bi taybet helwesta gelê herêmê ku bi hemû pêkhateyên xwe hevgirtinek avakirin û li hember êrîşan sekinînin. Êrîşên herî dawî û tevlîheviya di Dêrezorê de çêbû ku dewleta Tirk xwest fitne  di nav Ereb û Kurdan de çêbike û berê şer bike navxweyî û armanca xwe pêk bîne û desthilatdariya xwe li ser herêmê zêde bike. Lê gelê herêmê bi hemû netew, ol û pêkhateyên xwe helwest nîşan dan ku ewê bi hev re pergala Rêveberiya Xweser misoger bikin, li hember dagirkeriyê bisekinin heta hemû dagirker li hemû herêman derkevin. Armanca me ya esasî ewe ku bi hevgirtin û parastinê de cihê xwe bigirin, xwe rêxistinbikin û perwerde bikin. Em jî karîbin di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de rolek bileyîzin û dagirkeriyê dawî bikin.”