‘Dewleta tirk li dijî gelê herêmê sûcên şer pêk tîne’

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdulah tekez kir ku êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dibe sedema kûrkirina aloziya Sûriyê.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Dewleta Tirk ji 19`ê Mijdara borî de êrişî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike. Li dijî gelê ku di şerê li dijî terorê de bi hezaran şehîd dan û li dijî  DAIŞ`ê kir, komkujî pêk anîn ku dikevin asta sûcên şer. Her wiha binesaziya herêmê, cihên xizmetguzariyê yên li herêmê wêran kirin. Têkildarî êrişên dewleta Tirk a li ser heremê Hevseroka  Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdulah nirxandin kir.

‘Dewleta Tirk berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye’

Semer Abdulah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ku herêmên cuda ji cografiya Sûriyê dagir dike, armanc dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, projeya demokrasiyê têk bibe ku di oxira pêkanîna wê de gelê herêmê fedakarî û berdêlên giran dan û wiha axaftina xwe domand: “Ji despêka aloziya Sûriyê dewleta Tirk a dagirker ji bo kûrkirina aloziyê û ji bo dagirkirina herêmê êrîş dike. Despêkê sînor li ber çeteyên DAIŞ’ê vekir, piştî têkbirina hêza terorê DAIŞ ku cîhan tev de di xeteriya wê de bû bi rûyê xwe yê eşkere bi hinceta herêmên bi ewle êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike. Di heman demê de bi balafiran kampa Holê hedef dike da ku carek din terorê zindî bike û armancê xwe yê dagirkeriyê pêk bîne. Em dibînin ku dewleta Tirk berpirsa wêranbûna Sûriyê ye û berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye. Ew dixwaze cografiya herêmê bide guhertin û pirojeya Netewa Demokratîk têk bibe.”

Bêyî projeyên demokratîk çareserî nepêkan e’

Semer Abdulah bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî gef û êrîşên Tirkiyê û wiha got: "Helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî gefên Tirkiyê şermok bûn. Tenê li hemberî êrişan daxuyanî da, lê li ser erdê em berovajî vê yekê dibînin. Ji ber ku ew û Rûsya li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û li gorî bêyî projeyên demokratîk berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker bazariyê li ser xaka Sûriyê dikin. Dewlet li dijî pirojeya Netewa Demokratîk yekîtiya xwe avakirine û komkujiyan pêk tînin da ku rê li ber vê pirojeyê bigrin. Heta niha me tu hewildanên çareserkirinê ji aliyê hikumeta Şamê ve nedîtine. Em teqez dikin ku ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nûnertiya MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu çareserî pêk nayê."

‘Hedefgirtina cihên xizmetguzariyê rê li ber qeyrana aborî vedike’

Semer Abdulah tekez kir ku hedefgirtina cihên xizmetguzariyê rê li ber vekirina qeyrana aborî derdixîne û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker firina gund Rebîat ê li başûrê navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê  topebaran kir. Firin pêdiviya nan a zêdetirî 20 gund û bajarokan peyda dikir û rojane 2 hezar û 200 rebteyên nan derdixistin. Di heman demê de cihên mazot, kehrebe û xaz jî kir hedef. Dixwazin kirîzek aborî derxîn. Dibîne ku Rêveberiya Xweser di bin hemû şert û mercên zehmetiyê û êrîşan li ser lingê xwe ye, bi taybet piştî qutkirina ava Elok jî êrîşî cihên xizmetguzariyê dike da ku ji gel re bide nîşan kirin ku Rêveberiya Xweser nikare pêdiviyên wan pêk bîne û rê li ber pêla koçberiyê veke. Lê hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê plan û siyasetên dewletan dizanin ku hemû ji bo têkbirina îradeya gelan û sîstema Rêveberiya Xweser plan û êrişên xwe pêk tînin.”

Semer Abdulah destnîşan kir li gorî qanûnên navneteweyî, hedefgirtina cihên xizmetguzariyê sûcê şer e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng in. Ev tê nîşandan ku li dijî îradeya gelê herêmê komployek tê meşandin.”