“Dewleta Tirk hewil dide di şerê Cîhanê ya Sêyem de Kurdan qir bike”

Rêbebera KNK’ê Leyla Birlik di derbarê kampanya imzayan ya ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên ser Başurê Kurdistanê de diyar kir ku armanca deweleta Tirk qetilkirina Kurdan û tunekirina jinan e.

TEWAR PÊNCEWANÎ
Navenda Nuçeyan - Bi pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ê kampanya îmzayan bi dirûşmeya “Li beramberî qetilkirin û kuştina jinan ya ji aliyê dewleta Tirk ve bi sekine” hat destpê kirin. Bi vê ve jî girêdayî nameyek vekirî di derbarê êrîşên dewleta Tirk ser axa Başurê Kurdistanê de radestî NATO hat kirin û dexwaz ji welatparêz û azadîxwazan hat kirin ku bi rêya imzayên elektronîk dengê xwe bikin yek ji bo sekinandina êrîşan. Di derbarê vê yekê de Rêvebera KNK’ê Leyla Birlik ji ajansa me re nirxandin kir.
“Peyama dê Kurdan jî weke Ermeniyan qetil bikin dan”
Leyla Birlik di destpêka axaftina xwe de behsa armaca destpêkirina kampayaya imzayan kir û got: “Li ber çavê hemû cîhanê deweleta Tirk ev demeke êrîşî deverên Zap, Avaşîn û Metina dike û dixwaze xaka Başurê Kurdistanê dagirker bike, armanca wan jî qirkirina gelê Kurde. Di heman roja salvegera komkojiya Ermeniyan de û di wê dema ku Amerîka û welatên dinê komkojiya Ermeniyan nas kirin û Tirkiye ji vê yekê re nerazîbûna xwe da diyarkirin. Di heman rojê de dewleta Tirk êrîş Başûrê Kurdistanê kir û peyama ku ewê Kurdan jî weke Ermeniyan qetil bikin dan. Di şerê cîhanê yê yekem de milyonek û niv Ermenî hatin qetilkirin, di şerê cîhanê yê dûyem de jî nêzî 3 milyon Yahudî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk dixwaze di şerê cîhanê ye sêyem de gelê Kurd qer bike. Eve jî aşkiraye, dixwazin erdnîgariya Rojhilata Navîn biguherin û sînorê dewletan ji nû ve diyar bikin. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk dixwaze dewir û berê xwe fireh bike û ji ber wê jî bi hemû hêza xwe êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.” 
Leyla da zanîn ku ew weke jinên Kurd ji bo rawestandina êrîşên ser axa wan di nava hewildanan denin û wiha domand: “Dewleta Tirk jî endamê NATO ye, dewleta Tirk hevpeymana aştiyê binpê dike û welatan bombardoman dike ev yek ne ji rêzêye. Ji ber vê me got divê NATO berpirsyartiya xwe pêkbîne.  Em ji weke jinên Kurd armanca me ya şandina vê nameyê ji bo NATO ewe ku NATO bi erka xwe rabe û ev şerê wêrankirinê rawestine eve armanca gelê Kurd û jinên Kurd e. Di dema êrîşên li ser Efrîn, Kobanê û Serêkaniyê û li her cihê ku dewleta Tirk dagir kiriye talan û destdirêji li ser jinan kirine û revandin e. Ji bo wê dewleta Tirk dixwaze xaka Başûr dagir bike û gelê Kurd tune bike û hem ji dixwaze jinên Kurd qir bike. Ji ber wê me ji dest bi vê kampanyayê kir û emê name ji NATO re bişinin heta ku bi erka xwe rabe û êrîşên dewleta Tirk bi sekinîn e.”
Kampaya imzayan li ser tora civaki hun dikarin serlêdana vê navnîşanê bikin 
Petition · Stop the Turkish Stat's Genocide and Femicide of the Kurds! · Change.org