"Dewleta tirk bi zanebûn propogandaya şerekî nû dike"

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Efendî banga xwedîderketina li axê kir. Ayşe Efendî wiha got: "Dewleta tirk şerekî taybet li herêmê dide meşandin divê gelê me neyê xepandin û xwedî li axa xwe derkeve."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk li rex êrîşên siyasî û leşkerî, rêbazê şerê taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Dewleta tirk di meha Tebaxê de gef li Minbic, Kobanê û Til Temirê xwar, di vê çarçoveyê de Tirkiyeyê diyar kir ku wê ji bo gel riyên bi ewle ava bike da ku derbasî Tirkiyeyê bibin û di ewlehiyê de bin. Dewleta tirk her dem bi rêbazeke cuda gefan dixwe û hewl dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest ji axa xwe berdin.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Ayşe Efendî siyaseta dewleta tirk nirxand.
"Dewleta tirk her sal prpogandayên şer dike"
Ayşe Efendî di destpêka axaftina xwe de hinek bûyerên ku di encama şerê taybet ê dewleta tirk de pêk hatin anî ziman û got: "Dewleta tirk sal bi sal propagandaya êrîşkirina Rojavayê Kurdistanê dike. Bi taybetî ji bo Kobanê em dibînin ku dewleta tirk dixwaze bi gelek rêbazan tola binketina DAIŞ`ê ji Kobanê hilîne. Ji lewre şerekî taybet ê dijwar ji sîxuriyê, bi şaneyên razayî, hedefgirtina kesayetên bi bandor û cihên taybet tê meşandin. Em dixwazin bi taybetî balê bikşînin ser kesên ku hewl didin ji aliyê sînor ve derbasî Tirkiyeyê bibin. Bi sedan bûyer li sînor çêbûn, ciwan rastî lêdaneke hov tên her wiha gelek kes hatin qetilkirin. Her wiha bûyera ku du jinên ciwan û 2 mêran dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin û ji aliyê leşkerên tirk ve hatin girtin heye. Herdu jin hatin tecawizkirin û tu kes nizane çarenûsa wan çi ye, herdu mêr jî rastî lêdanê hatin. Leşkeran ew bi werîs girêdan û avêtin aliyê Kobanê. Her şev çend kes diçin aliyê sînor û hewl didin derbas bibin."
"Divê em bi hev re lawazî û kêmasiyan derbas bikin"
Di domandina axaftina xwe de Ayşe Efendî wiha domand: "Em weke rêveberî ku ev deh sal in hatiye avakirin, bêguman wê kêmasiyên me hebin. Her wiha em heta niha jî di nava şert û mercên şoreşê de dijîn, rojane gef û êrîş li ser me hene. Her wiha lawazî û kêmasî ji aliyê aborî, civakî, ewlehî, rêveberî û hwd. ve hene. Me koçberî û êrîşên gelek dijwar derbas kir, em heta niha jî di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de dijîn. Ji ber vê divê ku em weke gel û rêveberî bi hev re alîkariyê bikin û bikarbin lawaziyên xwe derbas bikin."
"Îhtîmalên rûdana şerekî nû tune ye"
Ayşe Efendî di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li ruhê berxwedaniya Kobanê kir û got: "Em nabêjin ku wê şerekî nû li pêşiya me hebe lê divê ku em her tim tedbîrên xwe bigrin. Em bawer nakin ku piştî pêvajoya siyasî û leşkerî ya borî, her wiha hevpeyman û diyalogên ku di navbera aliyên herêmî û navneteweyî de çêbûn, şerekî nû rû bide. Lê divê em ji bîr nekin ku şervanên me ji YPJ/YPG`ê û QSD`ê hene. Em lomeyan ji gel nakin, ji ber ku rewşa li Kurdistanê bandora xwe li moral û derûniyê dike. Em nizanain, dibe ku ev rewş heta 2026`an jî wiha bidome. Ji lewre divê ku em di nava van salan de asta berxwedaniya xwe xurt bikin û bi hev re vê rewşê derbas bikin. Çawa ku me li Kobanê bi ruhê Apocî şer kir û em bi ser ketin, pêwîst e em bi heman ruhî xwe kom sbikin."