“Dewleta Tirk bi rêya lihevkirinan siyaseta xwe ya qirêj dimeşîne”

Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê, Firyaz Berkel der barê polîtîkayên dewleta Tirk a li ser Sûrî de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku di bin lihevkirina rejîma Baas û Artêşa Azad de siyaseta qirêj a dewleta Tirk heye.

BEYDA OSMAN

Kobanê – Dewleta Tirk a bi rejîma faşîst a AKP re hewl dide projeyên hêzên kapîtalîst ên li ser tevahiya Rojhilata Navîn pêk bîne, di nav 12 salên bi aloz ên Sûrî de bi polîtîkayên cûr be cûr him rewşa aloz a li Sûrî kûrtir kir hiim jî xwest li ser bingehê polîtîkayên xwe yê qirkirina Kurdan ku mîna erkekî bingehî a pêkanîna projeya Rojhilata Navîn jê re hatiye diyarkirin, pêk bîne lîstokên cûr be cûr lîst. Dewleta tirk di nava 12 salên aloziya Sûriyeyê de bi rengekî eşkere gef li rejîma Sûriyeyê dixwar û her dem wekî sûcdarê şerê li Sûriyeyê nîşan dida. Ji lewre dewleta tirk piştevanî dida Opozîsyona Sûriyeyê, lê di meha Tebaxê de stratejiya xwe guhart û behsa lihevanîna rejîma Sûriyeyê û Opozîsyonê kir.

Hevseroka Desteya Aborî ya herêma Firatê Firyaz Berkel siyaseta nû ya dewleta Tirk nirxand û da diyarkirin ku di bingehê hemû siyaset û stratejiya dewleta Tirk de yek armanc heye, ew jî qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê ye. 

“Siyaseta dewleta Tirk li dijî keda gel e”

Hevseroka Desteya Aborî Feryaz Berkel diyar kir ku li tevahiya cîhanê siyaseteke ne zelal û lewra jî krîz û aloziyek kûr a kûrevî xwe dide der, got: “Bi taybetî siyaseta dewleta Tirk li Sûriyeyê siyaseteke ne zelal e dixwaze di navbera rejîma Baasê û Artêşa Azad يث esyon Rêjîmê û eke ne zalale.ale.jiwandê xwe kar dikin.ê tê meşandine.ot:"de lihevkirinê çêke û di aliyê din de daxuyaniyan li dijî rejîmê dide. Ji dîrokê heya niha siyaseta dewleta tirk li dijî keda tevahî gelan e” û bal lê kişand ku siyaset û polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser heremê tevahî gelên heremê dike hedef.

“Armanca dewleta tirk ji holê rakirina gelê Kurd e”

Feryaz Berkel bal li ser kişand ku dewleta êrişên dewleta Tirk bi armanca tolgirtina çeteyên DAIŞ’ê ye û wiha pêl da axaftina xwe:  “Armanca dewlet tirk ew e ku Kurdan ji holê rake. Gelê Kurd xwedî hêz û vîn e. Dewleta tirk bi balafirên bê mirov pêşengên civakê hedef digre, ew jinên ku li hemberî DAIŞ'ê şer kirin ên ku bûn bingeha şoreşan hedef digre. Jixwe tu kes bi çeteyên DAIŞ'ê nikaribû, ji ber ku avakirina DAIŞ’ê bi destê dewleta Tirk û hin dewletên din bû. Ji bo ku Kurdan tune bikin her tiştî dikin, bi riya çeteyan bi ser neketin, niha jî bi rûyê xwe yê reş dewleta Tirk êrîş dike.”