“Dewleta tirk a dagirker li Efrînê kiryarên xwe yên hovane didomîne”

Parêzer Roşîn Hido ya li herêma Efrînê, kiryarên dagirkeriya tirk ên jinên Efrînê di nav şeş mehên dawî de pêk hatine eşkere kir.

HESNA MIHEMED

Şehba -  Ji destpêka dagirkirina herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di 18'ê Adara 2018'an de heya roja me îro kiryar û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ranewestiyan. Li kêleka kiryaran jî guhertina demografîk a herêmê didome ji bo helandina nasnameya herêmê ya bingehîn. Parêzer Roşîn Hido ya li herêma Efrînê, li ser kiryar û binpêkirinên dewleta tirk a li ser Efrînê ji ajansa me re axivî.

“Kiryarên hovane û guhertina demografîk didomin”

Roşîn Hido bi lêv kir ku binpêkirinên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ji roja ku Efrîn dagirkirine ve heta îro didomin. Dewleta tirk tevahî qanûnên navneteweyî derbas kiriye û kiryarên xwe bê tirs û bêyî ku hesab jê were xwestin, dimeşîne. Li herêmên dagirkirî û bi taybetî li Efrînê kiryarên bê hesab û li dijî zagonên dinyayê dike, ji kuştin, revandin, fîdye, îşkencekirin û tecewizê bigre heta gelek hovîtiyên bi vî rengî didomîne. Di heman demê de xweza û çiyayên Efrînê jî ji kiryarên tirkirye xilas nebûne û rojane şewtandina zeviyan û qutkirina daran berdewam dike. Her wiha koçberkirina xelkê resen û bicihkirina xelkên ji herêmên din li şûna wan guhertina demografîk e divê li ser vê yekê Erdogan û çeteyên wê bên darizandin.

“Di nav şes mehan de kiryarên dagirkeriyê”

Li gorî bilançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyeyê Roşîn Hido kiryarên ku hatine belgekirin ên şeş mehên dawî aşkera kir û wiha got: "Li gorî belgekirin û bilançoya Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn -Sûriyeyê di van şeş mehên dawî de bêtirî 347 kes hatine revandin ji nav wan 30 jin in. Di heman demê de 18 kes hatine kuştin di nav wan de jinek xwe kuştiye ji ber netehmulkirina zextên dagirkeriya dewleta tirk li ser wê lewre di encamê de gelek jin hene digihîjin asta xwekuştinê. Ev yek jî îşkence û kiryarên dewleta tirk li ser kesayetiya jinan e. Zêdetirî 8500 dar di nav de darên zeytûnê hene hatine birîn. Zêdetî 300 dar hatine şewitandin û bi dehan hektar zeviyên sivîlan hatine şewitandin. Girtina yekîneyên niştecihî jî li herêmên dagirkirî didome. Avakirina van yekîneyên niştecihan jî bi riya hin komeleyên Xelîcî, Kiwêtî û Filistînî û komeleyek Tirk li Efrînê heye bi navê Afat tê naskirin, pêk tê.

“Qirkirina çandî li Efrînê didome û jin bi kiryarên xirab û hovane re rûbirû ne”

Li kêleka guhertina demografîk jî qirkirina çandî berdewam dike. Roşîn Hido destnîşan kir ku qirkirina çandî li Efrînê tê kirin û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Li kêleka guhertina demografîk ku li Efrînê tê kirin qirkirina çandî jî berdewam dike. Ferzkirina hînbûna zimanê Tirkî li şûna Kurdî, guhertina navê kolan û gundên herêmê yên bi Kurdî tên zanîn. Di heman demê de wêrankirina şûnwarên herêmê û dizîn û firotina çanda herêmê. Heya lixwekirina cil û bergên Kurdî hatiye qedexekirin. Em bal bikşînin ser rewşa jinan li Efrînê, ya herî zehmetî dikşînin jin in. Dema ku Efrîn bin sîwana Rêveberiya Xweser de bû jin gihîştibûn azadiya xwe û di warên jiyanî de cih girtibûn. Niha li Efrînê jin di hundir de hatine hepskirin. Ev jî dihêle ku jin bigihîjin asta xwekuştinê."

“Civaka navdewletî ji van kiryarên dagirkeriya tirk berpirsyar e”

Roşîn Hido, ji binpêkirin û sûcên ku li Efrînê diqewimin civaka navdewletî berpisiyar girt û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Sûc, kiryar û binpêkirinên ku li Efrînê ji hêla dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve diqewimin, civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên cîhanî ji wan berpisyar in. Di heman demê de Xaça Sor a cîhanî jî divê xwe berpisiyar bibîne û xwedî li sivîlên bê guneh derkeve. Banga me ji hemû rêxistinan re ew e ku van kirayan rawestînin û xwedî li erkên xwe derkevin."