"Desthilatdar parçebûna gelan dixwazin"

Cîgira Encûmena Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî êrîşên dewleta tirk li ser pergala Rêveberiya xweser û projeya neteweya demokratîk nirxandina xwe kir û got: "Herêma herî bi ewle ya Rêveberiya xweser e, êrîşên dewleta tirk wê nikaribin pergala rêveberiya xweser pûç bike."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Dewleta tirk bênavber êrîşî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriye-Rojava dike, li rex wê ew û hevkarên wî hewl didin ku projeya neteweya demokratîk ji holê rakin. Projeya herî serkeftî ya cihê xwe girt û bû nimûne, projeya Rêveberiya Xweser bû. Dewleta tirk êrîşên cur be cur li ser herêmê dide meşandin. Rêveberiya xweser hêviya hemû gelan e, aloziya şerê Sûriyeyê wê bi pergala rêveberiya xweser bê çareserkirin. Ji dema ku Rêveberiya xweser hatiye damezrandin heya roja îro jî bi awayekî fermî ji aliyê dewletên navneteweyî ve nayê pejirandin. Rêveberiya xweser di 2014'an de hatiye damzerandin û ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî di 2018'an de ye. Têkildarî mijarê Cîgira Encûmena Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir ji ajansa me re axivî.
"Rêveberiya xweser bû hêviya jiyana nû"
Emîne da zanîn ku pergala rêveberiya xweser bingeha projeya neteweya demokratîk e û wiha got: "Piştî şoreşa Rojava yan jî piştî 19'ê Tîrmehê mirov dikare bêje ku êdî pergaleke nû hatiye rûniştandin. Hemû pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava cihê xwe di nava vê pergalê de girtin û xebatên xwe li gorî tê xwestin didin meşandin. Di destpêka bihara gelan de êdî serhildanan dest pê kir, li gel me û li bajarên Sûriyeyê, tenê ji bo gel bi awayekî wekhev, azad, demokrat û bi edalet jiyana xwe bidomîne. Yek ji cihê ku para xwe di nava vê şoreşê de girt Sûriye bû. Bi taybetî Rojavayê Kurdistanê ku parastina nirxên civaka xwe dike, bi wê ve girêdayî xwe ji desthilatdariyê rizgar bike û gel xwe bi xwe herêmên xwe bi rêve bibe. Şoreşa Rojava ku wekî şoreşa gelan tê binavkirin çirûska wê li Kobanê dest pê kir û wekî volkan teqiya û her pêkhateyek para xwe jê girt. Îro bi saya şehîdan û lehengên azadiyê gelek destkeftî me wek Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine. Me jî wek gelê Rojava li dijî hemû cureyên dewleta tirk xeta parastinê hilbijart. Lê rewş an jî aloziya li Sûriyeyê heya roja îro berdewam dike, çi ji talankirin, revandin, îşkencekirin û qetilkirinê. Piştî herêmên ku di bin desthilatdariya çeteyên DAIŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin êdî ew herêm jî beşdarî nava pergala rêveberiyê bûn, her neteweyê bi çand, ziman û rengê xwe cihê xwe di nava wê pergalê de girt, heya ku gihîşt asta me rêveberiya xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê damezirand."
"Dixwazin projeya me pûç bikin"
Emîne bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên pûçkirina projeya neteweya demokratîk û wiha domand: "Projeya herî serkeftî û bi encam ev proje ye, wekî ku me li jor jî anî ziman hemû pêkhate cihê xwe di nav de digrin lê belê em wekî gelê Kurd û pêkhateyên Ereb ên ku li van herêman dijîn, wekheviya di navbera me de heye, kî çi bike jî wê bi ser nekeve. Di her demê de hin dewlet dixwazin wekheviya gelan xirab bikin lê ew kes şaş in me bi hev re li ser vê axê xwîn rijand, em û gelê Ereb ji hev qut nabin, ji ber ku me nan bi hev re xwariye û em ê li ser wê bingehê jiyana xwe bi hev re bidomînin. Li ser vê axa pîroz me bi hev re têkoşîneke bêhempa li dijî çeteyên dewleta tirk da meşandin. Dewletên dîktator ên şovenîst bi riya van êrîşan dixwazin nirxên civakê binpê bikin û desthiladariya xwe li ser civakê bidin ferzkirin. Dewleta tirk çi kir, jê re ma. Wek ku çawa Kurd û Ermen kirin dijminên hev, îro dixwaze şerekî di navbera Kurd û Ereban de derxe. Ev yek wê dûrî çavên Erdogan û hevkarên wî be, li dijî kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê em ê yekitiya xwe xurtir bikin. Armanca dewleta tirk tenê fitne, xirakirin, kuştin, talankirin û rûxandin e."
"Damezrandina rêveberiya xweser gaveke girîng bû"
Emîne da zanîn ku avabûna Rêveberiya xweser êrîşên dewleta tirk vala derxistiye û wiha bi dawî kir: "Pergala Rêveberiya Xweser an jî projeya neteweya demokratîk ji tevahî cîhanê re bû mînak û roleke sereke di nava civakê de lîst. Her wiha ev pergal di nava dewletên Ereban de jî hat qebûlkirin û wekî pratîk hat pêkanîn. Ji bo vê jî hewldanên dewleta tirk hene ku projeya me têk bibe, dewleta tirk bênavber êrîşî herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyw- Rojava dike lê tu carî wê xeyalên Osmaniyan pêk neyên. Bêtehemuliya dewleta tirk ji herêmên bi ewle re heye. Dixwaze careke din gel bide koçberkirin û pergala ku me daye rûniştandin ji holê rake. Armanca van êrîşan jî xuya ye ku dewleta tirk naxwaze li herêmên me azadî, wekhevî û edalet pêk were û gel rehet bijî. Êrîşên dewleta tirk li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dîsa armanc tunekirina pergala rêveberiya xweser bû. Lê li beramberî hemû kiryaran jî dîsa Rêveberiya xweser xwe li ser lingan hişt û êrîşên dijmin vala derxistin."